“Şahê fablan Aîsõpos(Ezop), 2500 sal beriya niha rewşa siyaseta me ya îro aniye ziman, anku bi hezar salan e rewşa siyasetê neguheriye. Wê dewrê çawan be, îro jî eynê ye.”
KER, HESP Û ÇÊLEK
Mezin dibêjin carek
Ji bo xwe dan biryarek
Ker û hesp û çêlekê
Ne ku seba pêlekê
Bes ku heta sê salan
Wê dûr bibin ji malan
Qaşo mirovên birêz
Ku baş nas bikin ji nêz
Bi dilek şeng û şatir
Ji hevdu xwestin xatir
Dostên dilsoz her yekî
Ber dane li ciyekî
Her wekê wan kirî qal
Piştî ku borîn sê sal
Tam di roja xwe da ev
Heval hatin li bal hev
Lê beriya kerê gewr
Hespê boz, çêleka stewr
Bi zikek birçî û tî
Dane hev merhebatî
Dostên di wextek qelew
Lewaz bûbûn êdî hew
Te digot her du qayê
Jiyane di xelayê
Bes mabûn hestî û çerm
Lew ji xwe dikirin şerm
Hespî gote çêlekê:
Ka bêje çavbelekê
Sedem çi ye ku niha
Te dibînim awiha?
Çêlek bi kelogirî
Got: Ey birê hezkirî
Nîn e rehma mirovan
Yekser dişibin hovan
Kî bû malxwê ez dotim
Piştî demek firotim
Çendî ji min dîtin xêr
Min nexwar yek danê têr
Qet tunebû rehetî
Kuşt im ji zehîqetî
Ma ev tenê bû min got?
Di dawiyê ji bo cot
Hevalek din jî anîn
Li ber milê min danîn
Ji sibê heta êvar
Me cot dikirin beyar
Ax nizanî li bin nîr
Ez bûbûme çi êxsîr
Ta bi zor û heft belan
Ev can xilas bû ji wan
Bi xemgîn û diltijî
Hespî got: Rast dibêjî
Ji çêlê da berê xwe
Hinek hejand serê xwe
Çêlê jî gotê: Bêje
Tu jî ya dil verêje
Hesp piştî axînek kûr
Wî jî vekir devê tûr
Got: Ey xuha biqedir
Hin mirovên dilkevir
Gemek li devê min dan
Hew ji min hat xeberdan
Radibûn li pişta min
Şiv didan tenişta min
Hêjan yek nehatî xwar
Yekî din dibû suwar
Gava ku vala dimam
Evan her dem û midam
Ne bi kapik û kindîr
Girêdidam bi zincîr
Êdî min nedikarî
Bibezim wekî berî
Wextê ketim ji rewaş
Ca li pey xwe bikim kaş
Anîn evan maliyan
Erebeyek pir giran
Vêca ji destê seyîs
Bêhed dixwar şivên pîs
Di dawî wek dibêjî
Bi zor xilas bûm ez jî
Dema van di nav xwe da
Awiha xeber dida
Hew dîtin va ye ji dûr
Xuya kir kerê meşhûr
Bi taximekî belek
Bi fors e hem jî gelek
Hilû bûye wek masî
Pak e ji her kêmasî
Bi fîkîn û bi merşa’
Jor da têtin bi dilşa
Çi kevirê dibîne
Zîtikek lê dixîne
Hat li nik wan sekinî
Got: Roj bi xêr ezbenî
Matmayî her du heval
Jê kirin pirs û sual
Ker jî wisa birûken
Got: Hevalno deng neken
Piştî me xatir ji hev
Xwestin çûm bi roj û şev
Li welatek pir xerîb
Rastê min hat xweş nesîb
Min çi dît kesek li jor
Ji bo kesên li derdor
Bi deng hema dike qêr
Çepik didin yên li jêr
Gelek balkêş bû ev yek
Ez jî rabûm li dikek
Bi vî dengê namidar
Ku ez bizirim yek car
Hûn jî dizanin elbet
Radibitin qiyamet
Kesî ev deng kirî seh
Ber bi min hat bi bisteh
Her wekî leşkerê rom
Li hawirdor bûne kom
Her ku dihatin bêtir
Ez jî dizirîm çêtir
Di nava wê ummetê
Ji heq û edaletê
Min her û her behs dikir
Û pir qenc bû ev fikir
Hespî got: Erê kekê
Çawa dom kir vê yekê?
Kerî got: Piştî çend rok
Hilbijartin bûm serok
Hespê mayî di heyret
Got: Rast dibêjî heqet?
Ker gotê: Erê bira
Ma ez ê bikim vira’?
Min çi qas kir zirezir
Pîroz dikirin zehftir
Bi saetan bê sekan
Dihat dengê çepikan
Mîn jî dixwar, dizirîm
Heta li we zivirîm
Çêlê got: Ji wan kesa’
Kesek bi te nehesa?
Yanê yê ku dizire
Haşa ehmeq û ker e
Ker got: Bi rastî ji wan
Nîn e hin tê negihan
Lê heyf yên zana hingî
Bi tu awa û rengî
Ne dirêj bi kurt û kin
Yên din serwext nekirin
10.06.2020
Aîsõpos
Lêanîn: Memê Miksî