Şilava Bêgirî, Yê A Bê Xwedî

Xweza ji bo mirovahiyê dewlemendiyeke herî mezin e. Rih dide mirovahiyê , deng dide, bi pênûsa heqîqetê bi hibra hebûnê dîrokê dinivîse. Xweza hebûn an jî tunebûn e ji bo mirovahiyê. Li bin baskên xwe de rastiyê diparêze. Ew afirangerê gerdûnê a bê dawî ye.

Hûn jî dizanin li girêdayî Wanê bajarokekî bi Şilava xwe navdar heye. Navê wî jî bêgir e. Bêgir bi xwaşikbûya şilava xwe di Tirkiyê û welatên der ve hatiye naskirin. Her sal meha Gulanê heta meha Îlonê xazginiyên şilavê pir in. wê demê şilav ku bilind dibe dîmenekî pir balkêş û xwaşik derdikeve holê. hatin û çûyîn gelek çê dibin. Wênekêşên navdar li bin hênikahiya ava şilavê çok vedidin û bi wêneyên xwaşik bejn û bala şilavê derdixin holê. Bilî wênekêşan gelek derhêner jî kamerayên xwe li ser pireya bilin bi cih dikin û dest fîlmên xwe dikin. Ya herî girîng keç û xortên ku dawetên xwe dikin jî, ber bi dawiya dawetê bêhnan xwe li wir vedidin, ji bo pêşerojên xwe re li vir soz didin hev û bi xeyliya ser serên xwe li wir dûr dikevin.

Ev gotinên min anîn ziman pir xwaş û girîng in. Lê mixabin li ser ew şilava xwaşik û bedew qirêjî diherike. Zindî zindî bi destên xwezakujeran şilava bêgir tê kuştin. Hişmendiya ku dîrokê heya roja îro xwezayê bi destên xwe daye mirovahiyê, niha jî xweza bi destên mirovahiyê tê qetil kirin.

Dema ku mirov gav diavêje Şilava Bêgirê derdor de bêhneke giran li pozê te dixe. Her der tejî qirêjiya ku piştî xwarin û vexwarinê li avêtine holê, her derî xuya dike. Dewlemendiya Şilavê xwe fedî dike û serê xwe berjêr dike û ji halê xwe re digrî. Xwedî derketina şilavê xwedî derketina xwezayê ye û xwedî derketina mirovahiyê ye. divê em xwe nekujin, li ser axa xwe, xwe xwedî derkevin.

Mirovahî bi xwezayê/siruştî heye û bi xwezayê dijî. Divê em biparêzin. Ew kesên ku derfet destên wan de hene divê xwedî şilavê derkevin, kî dibe bila bibe ne girîng e. Serî de ev kar karê şaredariyê ye, karê xwezaparast û mirovin ku axa xwe hez dikin. Şilav ne mîna demê borî ye, ava wî kêm buye, gelek bendavên elektrîkê li wir hatine çêkirin, ev jî dibe sedema talankirin û xirakirina Şilav e. Bi salane ev şilav mîna dîrokekî ber bi hebûnê ve diherike, mîna zarokekî nav xwezayê de cihên xwe girtiye. Hewce ye ku em mirov û mirovahî xwedî vê şilav’ê derkeve û şilavê nekujin…

 

  Salih Marufoğlu-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply