Sersala Koçî (Hîcret)

 

وَأَنْذِرْ عَشِيرَتَكَ الْأَقْرَبِينَ (214) الأعراف

Bawermendên birûmet!

Roja yeke Muheremê roja yekemîn a salvegera Koçî ye. Li we û alema Îslamê pîroz dikim hêvîdar im ku bibe sedema aştî, xweşî û aramiyê. Di serdema sehabiyan de gava ku wan ji hev re nivîs dişandin, ji ber ku tarîx nedihat diyarkirin, tevlihevî derdiket. Ji ber vê yekê di sala 17an a Koçî de şûrayek hat çêkirin. Îmamê Elî (r.x.l) pêşniyaz kir ku roja koçkirina pêxemberê me ya ber bi Medînê ve esas were girtin, şûrayê ev nirxand û bi yekdengiya endaman qebûl kir.

Misilmanên birûmet!

Ji bo vê yekê ez dixwazim bi kurtasî behsa koçê û girîngiya wê ya di dîroka Îslamê de bikim. Çawa ku tê zanîn,pêxemberê me li bajarê Mekehê hatiye dinyayê û peywira wî ya pêxemberiyê jî li wir jê re hatiye dayin. Pêxemberê me li gor vî emrê Xuda Teala: “Eşîra xwe ya nêzîk hişyar bike.”[1] tê emirkirin.  Ji xizmên xwe yên nêzîk dest pê kir û gaziya wan kir bal Îslamiyetê ve. Hejmara misilmanan roj bi roj zêde dibû. Lê muşrikên Mekehê  xwestin ku bibin kelem û bikevin pêşiya doza Îslamê. Zilm û îşkenceyên ku aqil qebûl nedikir, li misilmanan dikirin. Li gor xwe wan dixwest ku wan kesên ku îman bi pêxemberê me anîne wan ji doza wan vegerînin. Gelek misilman li ser vê rewşê xemgîn dibûn û difikirîn ku koç bikin, heta ku pêxemberê me ji wan re destûra koçkirina bi bal Hebeşistanê ve da. Di vê navberê de ji bo hecê komek mirov ji Medînê hatibûn Mekehê, piştî ku misilmanî qebûl kirin, pêxemberê me destûra hinek kesan dide ku koçî Medînê jî bikin.

Misilmanên birûmet!

Bi vî awayî Îslamiyet li derveyê mekehê belav bû. Ev pêşveçûnên ha, giregirên Qureyşiyan êxistin gumanan. Gava muşrikan dît ku misilman hîcret dikin, ji bo li ser vê meseleyê xeber bidin û çareseriyekê  peyda bikin, li Darun-Nedweyê civiyan û bi hev re biryara kuştina pêxemberê Xuda dan. Xuda Teala ev planên wan ên bi dizî, bi pêxemberê me da zanîn û destûra koça wî ya Medînê da. Pêxemberê me û Ebubekir bi şev ji Mekehê derketin û berê xwe dan Şikefta Sewrê û piştî sê rojan ji wir derketin û berê xwe dan Medînê. Ehlê Medînê ew bi çoşeke mezin himbêz kirin.

Misilmanên birûmet!

Ev Koça pêxemberê me, ji wan koçên ku di dîrokê de qewimîne cuda ye. Lewre piraniya koçên ku çêdibin; ji ber şert û mercên avhewayê (îqlîmê), tengasiyên jiyanê û ceng û şeran e. Lê li vir ne wisa ye, lewre armanca wan muşrikên ku li hember ola Îslamê rawestiyane ku nûra Îslamê bitefînin,  kesên bawerî pê anîne wan tune bikin û wan ji doza wê dûr bixin.Çawa ku wateya vê koçê, ji misilmanên pêşîn Ceferê kurê Ebu Talip, di huzûra Qralê Hebeşistanê de, bi teşeyeke zelal tîne holê: “Ey Hikumdar! Em qewmekî cahil bûn. Me ji pûtan re îbadet dikir, goştê mirar dixwar, zina dikir, têkiliya bi mirovên xwe re dibirîn û neheqî li cîranên xwe dikir. Ji me yên hêzdar zor li yên hejar dikir. Çaxê em di vê rewşê de bûn, Xuda ji me pêxemberek rê kir ku em neseba wî, rastbûna wî, ewletî û paqijiya wî dizanin. Ewî gaziya me kir bal Xuda û yekbûna wî ve tenê ji wî re benîtiyê bikin û dev ji parastina wan pût û senemên ku me û pêşiyên me ji wan re îbadet dikir berdin. Ji me re emir kir ku rast xeber bidin,  li emanetê xiyanetê nekin, têkiliya bi mirovên xwe re nebirin. Ji cîranan re baş bin. Ji me re, emir kir ku em xwe ji heramxwerî û xwînrijandinê biparêzin. Derew, xwarina malê sêwiyan û avêtina jinên paqij li me qedexe kir. Emrê me kir ku her ji Xuda re îbadetê bikin, şerîkan jê re çênekin, nimêj bikin, zekatê bidin û rojiyê bigrin. Me jî ew rast dêra û bawerî pê anî. Me da pey tiştên ji cem Xuda anî. Tiştên ji me re heram kirî me heram dît û tiştên ji me re helal kirî, me jî helal dît. Ji bo ku em ji dînê xwe vegerin, gelê me êrîş birin ser me û îşkence dane me. Em jî ji ber wan revîn û li welatê te penaber bûne.”[2] Ji ber ku misilmanên pêşîn girîngiyeke mezin didan vê bûyera koçê, di ser dema xelîfetiya Îmamê Emer de, bû destpêka tarîxê.

Mele Cewadê Girdarî-ÇANDNAME

[1]  Eş-Şuera 214.

[2]  Rehiqulmextum  100.

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply