Ber Bi Zertavê Berew Zerdeperr (Hemû Berhem Berg 3)

 

Kurmancîkirin: Zülküf Ergün

Pêdaçûn: Nasih Husên Silêman

 

Berga sêyem a hemû dîwanên Abdulla Peşêwî ku di bin sernavê Berew Zerdeperr / Ber bi Zertavê de hatîye komkirin ji her sê dîwanên wî yên Berew Zerdeperr (Ber bi Zertavê), Pirêskey ‘Aşiqêkî Zigmak (Boxçika Aşiqekî Zikmak) û Dîwanî Birakujîyê (Dîwana Birakujîyê) pêk tê. Di helbestên vê bergê de ji bilî evîn û kurdayetîyê xwendevan dê rastî xema kûr a Peşêwî bên ku li hember pîrî, mirin û rewşa xirab a netewe û welatî derdibire. Ji ber vê me guncaw zanî ku navê vê bergê bibe Berew Zerdeperr / Ber bi Zertavê.

 

Ev berg di rastîyê de sê sal in ji bo çapê amade bû, lê ji ber çend sedeman nehat çapkirin. Ji ber heman sedeman ev berg ji her du bergên pêşî cudatir ji alîyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hat çapkirin. Tevî vê, ji alîyê taybetmendîyên xwe yên berg, kaxez û dîzaynê ve wek dewama çapên Weşanxaneya Peywendê hat çapkirin da ku xwendevan bikarin wek seteke têkûz vê bergê jî daînin ber her du bergên pêşî. Ji vir û pê de em dê berga dawî û dema çapên wan biqedin her du bergên pêşî yên Peywendê jî di Nûbiharê de çap bikin.

 

Abdulla PEŞÊW, di sala 1946an de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye. Dema 2-3 salî bûye bavê wî yê mela çûye ber dilovaniya Xwedê. Xwendina xwe ya seretayî û enstîtuya mamostayan li Hewlêrê temam dike. Di navbera
salên 1970-1973yan de li gundên Gelyawe û Kendalê li nêzîk Hewlêrê û paşê jî li nav Hewlêrê mamostatî dike.
Di 1973yan de çûye Sovyetê (USSR). Li vir di 1979an de li Enstîtuya Zimanên Biyanî ya Moskovayê (Moris Torez) di beşa Îngilîzî û Rûsî ya koleja wergêranê de mastir kiriye û di 1984an de jî li Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya
Moskovayê li ser Pîremêrd bawernameya doktorayê ya edebiyat û zanistên fîlolojiyê wergirtiye. Ji 1985an heta 1990î li zanîngeya Alfatih a Terablûsê li Lîbyayê mamostatî kiriye.
Helbesta xwe ya pêşî di sala 1963yan de di rojnameya Hewlêrê de weşandiye û dîwana xwe ya pêşî jî di sala 1967an de li Kerkûkê daye çapkirin. Heta niha deh dîwanên wî yên esasî hatine çapkirin û niha jî li Fînlandayê dijî.

 

Zülküf ERGÜN, di 1980yî de li Licê ji dayîk bûye. Di 2001ê de ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Di sala 2012an de ji Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de bawernameya

mastirê û di 2017an de jî ji Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Zaxoyê bawernameya doktorayê wergirtiye. Di sibata 2023yan de pileya doçentiyê wergirtîye.

Ji 2012an û vir ve li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de wek mamosta kar dike û li vir di bernameyên lîsans û mastirê de dersên edebiyata nû dide. Heta niha di çendîn kovarên akademîk de gotarên wî hatine weşandin. Herweha bi navê Bajar-Edebiyat û Cizîra Botan (2014), Nerît û Helbest (2017) û Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî (2021) sê pirtûkên wî hatine weşandin. Ji bilî hin xebatên wî yên hevbeş ên hînkirina zimanî, ji Kurdiya Soranî bi navên Rêzimana Kurdî Kurmancî-Soranî (2013), Şevnameya Şa‘îrêkî Têhnî (2016) û Şev Nîne Hûn

Neyêne Xewna Min (2019) sê pirtûk kirine Kurmancî û bi navê Demsala Nan jî pirtûkeke çîrokan ji Farisî kiriye Kurdî.

 

Derbar ziman

Check Also

Fîkrên Kûr – Firat Cewerî

“Em derve, bajêr, çarşiya bajêr, esker, korucu, gerîla, tîmên taybetî yên ku bajar dagir kirine; …

Leave a Reply