SALNAMEYA KURDÎ-1 BIHAR

Salnameya gel ango salnameya xwezayê li gorî buyerên xwezayê pêk tê.Pê re salnemeya çandî jî tê gotin.

SALNAMEYA KURDAN

Ji bo amede kirina vê nivîsê min bi dê,xaltî û zavayê xalê xwe re gelek caran axivî ûji wan şêwirî. Pişrte li ser medya civakî bi  çend hevalan bi zanînên xwe ve alîkarîya min kirin.Ez bê destûra wan naxazim navên wan li vir binivîsim.Bi sed carî spasiyê li wan dikim ku gelekî alikarî min bûne.Lê çavkanîya min a sereke pirtûka Sadiq Uskan ya navê  wê “Payîzxêr”bû. Min bi piranî  ji wê sûd wergirt. Min dît ku,

navên mehên kurdî ji herêmekê ber bi herêmeka din ve diguherin, li her herêmekê mehên salê bi naven cuda destnîşan kirine, ev yek jî bûye sedem ku tevlihevî di navlêkirina mehan de derkeve.Her parçeyekî welêt rengekî bi kar tîne, ne tenê wisa, lê gihaştîye wê astê ku her dezgehek rengekî bi kar bîne.

Sadiq Uskan ku çend salan li dûv “Payîzxêr”a xwe çû û navên mehên salê û heyamên ku di wan mehan de rû didin ji devên xelkê û ji pirtûkan kom kirîye, di dawîyê de gihaştîye encamekê û di berhema xwe de nîşan bi wê yekê kirîye ku meseleya mehên salê tevlihevîyê tîne der, loma hewlên xwe kirin da ku bigihêje şêweyê navên mehan ên herî berbelav. Şêweyê ku mamoste Uskan yê herî guncav dîtiye wiha ye:

1-Adar 2-Nîsan 3-Gulan 4- Hezîren 5-Tîrmeh 6-Tebax 7-Îlûn 8-Çirîya Pêşîn 9-Çirîya Paşîn 10-Kanûna Pêşîn 11-Kanûna Paşîn 12-Sibat.* ”       

*   Zîyad Hisên, https://welat-press.com/salnameya-kurdi/

Li gorî salnameya mîladî  sala nû di 14 ê Çileyê Paşîn de dest pê dike.Di navbeyna  wê û ya kurdî de 13 roj hene ango  piştî 13 rojên serê sala  gregorîyan serê sala  kurdî dest pê dike.

  BİHAR

Adar ne bihar e

Xox ne dar e

Keç ne yar e 

Hejde Adarê heşt bihot befir hate xwarê

Negihîşte danê êvarê

Dotmam keç e ew her yar e

Zeviya ber nizar her beyar e

Zîpê me zîpê daran

Heke bibarin til hildar in (tilê berfê dihelîne/hil dide)

Heke nebare sermedar in

24’ê Nîsanê

Ga çû garanê êvarî hate kûnê danî

Hema wirê nîn e merdî helistanî

Hindî avetîrk li nav mehan bît

Pîrê ser û zozan heram bît (Li Çolemêrgê tê gotin. ji aliyê  Kerem Onay hate şandin û bi destê Omer Dilsoz hat sererast kirin .) 

ADAR:

   “Adar direşîne,Nîsan dixemilîne”

27ê adarê berfê avêt guliyê darê lê nema danê êvarê”

“Adar e ne sar e ne jî bihar e.”

“Adar e heya nîvro sar e ji nîvro şûn de êvar e.”

Di bîra gel de herî zêde li ser meha adarê gotinên pêşiyan û biwêj hene. Li deştê niha rewş wuhan e. Her der spî dike ji berfê.

“Newroza siltanî dar û gopalê xwe danî, bihar zivistan hev deranî” Bona Newrozê tête gotin.

Bihara siltanî legleg hat zivistan û bihar ji hev deranî.”Bona serê Adarê tê gotin.

Navê Adarê kurtkirina

“Avdarê ” ye.Navên din jî ev in: “Mehreşk,Cejnan,Nûroj,Xakelêwe,Mard,BiharaPêşîn,Newroz,Axlêv,Axlêwe,Xake,Lipwe,Hermîpişkiwan,Azer,Bercîjenan” e.Jixwe hinek herêm Avdarê bi kar tînin.Têgiha bi av, xwedî av, têrav dide.Him jî têgiha “av dikeve daran” dide.21 yekê Adarê roj dikeve birca berxê. Roj û şev wekî hev dibe ango12 seet şev û 12 seet roj. Rojvegera biharê ye. Legleg  di 27’e Adarê de tên welat û li hêlînên xwe li ser cihên bilind ava dikin.Heta bêhna zivistanê li hewayê neyê li wan deran dimînin.Legleg mizginîya biharê didin.

Giskê pirê: Roja giskê pîrê her der reşayî dibe.Pîrê giskên xwe derdixe çolê ango deşt û bestan.Pîrê tinazê xwe li mardê dike dibêje “min tilîya xwe li quna mardê kir û min êdî mard qedand”.Ev gotin hêrsa mardê tîne .Mard jî roje xwe yê deyn ji avrêlî diwaze wê rojê dike ba,bager û tîpî.Giskê(qar) pirê ji ber tîpîyê dixeniqin.Ev roj jî bi vê buyerê  navdar bûye herweha vê buyerê  bi nav bûye.

Cihên çal û ber bi tavê an yalê li başûr anegorî cihên din zû germ dibin lewma çêre digihêje heywan(pez,dewar) ji hundir derdikevin diçin li mêrgan diçerin.Ji ber vê yekê pez li mergan tên dotin Ango bêrîtî dest pê dike.Şivanên şevî û yên rojî li ber heywanan li çolê dimînin.Bêrî bi şahîyê dest pê dike û xwarinên xweş tê çêkirin.Elok(misir) û mirişk dest bi derxistina kurkan dikin.Bi şun de erdê çandinê  yên yekgisînî û dugisînî dê bê reşandin,çandin.Mînak zebeş (kal) di  vê mehê de têne reşandin.

Bizot:Li gorî hesabên hesabdaran bizot an koz di vê mehê de dikeve hewayê,avê û axê.

Ehmedê Xanî ji di Mem û Zînê de;

wextê ku şehsiwarê xawer

tehwil-i dikir di mahê Azer.

yanî ku  dihate bircê sersal

qet kes nedima di mesken û mal

Li başûra bakûrê  vê mehê bîstan(bostan) tên çandin,reşandin.

 Barana Çilesir:Di dawîya meha Adarê(22 Adarê) dest pê dike heta dawîya Avrêlê(Nîsanê) berdewam dike. Baran her roj li danê esrê dibare. Li gorî hesabên hesabdaran 40 rojî dewam dike.Heke zîpik(terez) pê re nebare ji zadan re dibe derman.Ew baranan zêdetir bi birûsk û bi gurre gurre ewran ve pêk tên.Birûsk carinan însanan,heywanan û li malan jî dikeve.

Di wêjeya klasik de ev meh;

 “ne Adar e,ne Nîsan e roja Feqîyê Teyran e.” Tê gotin ku li ser 31 Adarê gengeşîyek çêbûye ku ev roj ne ya Adarê ye ne ya Nîsanê ye.Li nav xelkê hîn kesan ev roj wek roja Feqî ne pêjirandîye.Jinan jî bi vî awayî bersiv dane,“Feqîyê pir silokî,Ez baran im tu dilopî.Ez Feqî me tu çi zirzop î”.

Newroz

Newroz ,newroza kalanî

darê gopalê xwe hilanî

bahar û zivistan ji hev deranî

Adar û newroz e

wekî hev bûne şev û roj e.

Li gorî salnameya gregorîyan(mîladî) 21 ê Adarê Newroz  e.Jê pê ve di çanda kurdan de Newroz serê salê ye.Ji berê de heta niha  wekî serê salê jî  tê pîroz kirin.

AVRÊL (NÎSAN)

“Nîsan e çipîkên wê bi kîsan e”

Ji peyvên”av û rêl”ê(daristana çiyan) hatiye himatê.Di vê mehê de av dikeve rêlan jî. Ango rêl(dar)jî şiyar dibin.Bi bayê Werzeba ve di serî Nîsanê de bi germahîya wî ve serî gupikên daran diteqin û kulîlk  vedibin.Nîsan di bawerîyan Akadîya de Nînsar Xwedewandê Şênkahîyê ye(Riwek,giya).ji yekgirtina zewaca Nînhûrsag(xwedewenda ava erda dayîk) û Enki Xwedewandê avê)Nînsar ango Xwedewawenda şînkahîyê ji dayîk bûye.[1] Vê mehê hem hewa germ e hem jî baran pirr e lewma çêre jî pir e.Heywan (terş)çêrê têr dixwin.Baranên Nîsanê zadan zêde dikin.Lewma weha gorine”Çipîka barana Nîsanê wek malê Xorasanê”.

Navên vê mehê yên din;Nîşan,Nînsar(bi akadî),avrêl,banemerd,bihara navîn,nûzan,şêst baran,pirbaran,bazebaran,hermêgenan ne.

Di vê mehê de rojên taybet;

a)Werzeba:Bi xêra germahîya vî bayî serê gupikên daran diteqe,dar kulîlkan vedikin.

b)Çarşema Sor:Li gorî bawerîya Êzîdîyan Xweda dinê(erd) roja çarşemê afirandiye.Çarşema serê mehe jî Hz.Ademî afirandiye.Ev roj pîroz e,ji ber vê her sal tê pîroz kirin.

c)Camûsqiran:”Ma camûsqiran bê serma derbas dibe”.Rojek bi nîşan e.Bi ba,baran û bi zîpîk e.Zîpîk zêdetir di vê rojê de dibare.Li gorî hesabên hesabdaran ev roj dikeve 7’ê Nîsanê.Wê rojê hewa xirab bûye, sûr û seqem herweha tîpîyê dest pê kiriye û camiş kir bûne.Lewma wê rojê her kes bi tirs derbas dikin.Zîpîka camûsqiranê zadan(ceh,genim û  hwd)li erdê radixe.

d)Pezbir:Êdî hewa ber bi germahîyê diçe.Ji ber germayê pez li pey çêrandinê taybet yê giyayên kulîlkî(bahtov)tavokî(tavoşkî) nebe di vê mehê de tên birîn.Ji purtan pêz re jî di gelek herêmê “hirî”tê gotin.Li serhedê û her cihên bilind pezbir ji ber sermayê dereng dest pê dike.Li pey pezbirê berx û mîhan ji hev diqetînin.Ji wê re “hevgelî”tê gotin. Di heman demê karikan jî ji  bizinan diqetînin.ji wê re jî “bizmik” tê gotin.Li gorî kevneşopîya kurdan berx û karik bona  fêrî çêrandinê  ji makan tên qetandin.

e)Sergo:Di vê mehê sergo ango “kerme” tên birîn.Hîn herêman bi taran ve tê perçe kirin û piştre tê birîn.Li herê din jî bi meran çargoşe tê perçe kirin û birîn.Heke heywanên xwedî sergoyan pir be sergo jî mezin dibin.Gundî an bi hev re an bi tenê sergoyan dibirin. Piştî birînê kerme qor bi qor zêdetir li ser çeperan bona ziwabûyînê tên danîn.Heke kerme ziwabûne qor  bi qor li ser hev tên danîn bi rêxe tên seyandin.Di hundirê qelaxan(Kozik)bi bişkulê pezan ve tijî dikin.Bişkulê pezan dermanê çileyê zivistanê ye.Dê dîsa bê dubare kirin cihên  bilind ev tedarekên zivistanê heta havînê didome.

    Li Dîgorê di vê mehê de;heke hewa xweş bûya hêrg li axlêve dihat cot kirin û heta payîzê tavê ew hêrgan wisa dişewitandin ku xwelî xwe bi xwe(ax)dipişirî.Heta bi çend rojên beranberdanê wusa dima.Nivê wan hêrgan dikirin payîze.Nivê hêrgan jî bona cêh felq dikirin heya saleke din axlêvê ceh bête çandin wusa dihîştin.Navê ji genimên payîzê re li Serhedê “payîze”tê gotin.Du genimên sereke yên ku navê “payize” lê kirine hene.Yek ji wan“kirig”e, ku kirig baş e bo çandin û xwarinê.Piranî li Digorê dihat çandin.Yek jî“topaç”e.Tahma vî genimî anegorî kirig pir xweş e.Genimê gundê li Nexwşiwanê(gundê Dîgora Qersê)ye.

Nîşe

 Ceh û genimê sor li biharê dihat reşandin.Genimên payîze(topaç û kirig)bû.Ji arê lêzût re digotin çadî.Hilatina wî tune bû wisa dihate petin.Gundîyan bona hevrişkê dipetandin û germî germî dixwarin.Çewder bê tahm bû ji nişke ve qut diçû, nanê dipizirî hem jî tal bû.Bi mecbûr nemana nedixwarin.Zêdetir bona xwarina heywanan diçandin.Hewa xweş bûya di 15’ê Adar’ê de  genimê bihare dihat çandin (cihê bilind).Cihên çal an li deştan jî di adarê de  dihat çandin.

Gamêşkirana(camişkiran)Qersê di 26 hezîrenê de ye.Wê rojê her derê hewa germ bûye.Her deran hêşînayî çêbûye.Jixwe meha havînê ye.Wê rojê hewa xirab bûye ,bûye sûr û seqem herweha tîpîyê dest pê kiriye û camiş kir bûne. gamêşkiran(camişkiran) di 26 hezîrenê de ye.Wê rojê her derê hewa germ bûye.Her deran hêşînayî çêbûye.Jixwe meha havînê ye.Wê rojê hewa xirab bûye ,bûye sûr û seqem herweha tîpîyê dest pê kiriye û camiş kir bûne.Li gorî cihên başûr ev roja   taybet meha  Avrêlê  di 7 ê avrêlê de ye.Wê rojê zîpik û baran zêdetir dibare hewa dibe tipî û ba û bager .Şivan vê  rojê bi saw û xof derbas dikin.Kew jî tivdarekê xwe dikin ku heta heftê nîsanê qet nebe heft hêkan bikin.Kew dibêje,”Heger heta heftê nîsanê min heft heq nekirin bila heft ecêbê bê serê min”

Adar meha çandina ceh û genimên biharê ne.Hîn deran heta 15’ê gulanê jî tê reşandin.

 5’ê avrêlê rojeke taybet e.Di vê rojê de ba û bager,tîpî çêdibe û serma bi şûn de tê.Vê rojê qelînek[2] tên qelandin,xaşîl[3] tê çêkirin.Ev roj rojên jimar in her sal bi şahî tên pîroz kirin.

GULAN: Şîngînîya dasa ye.Meha vekirin,pirbûna gulan e.Li Kurdistanê di vê mehê de gul tên çinîn.Jê pê ve meha paleyîyê ye.Li pêşîyê ceh tê çînîn û piştre genim.Bes lî gorî germahîya hewayê carinan hinek dereng jîn tê çînîn.Mînak Li serhedê di meha Hezîrenê de tên çînîn.

“Bihar im li çîyan li deştan têr dikim birçîyan”.

Navê vê mehê yên dinzerdan, beranbiran, coredan, eyar, ayar,mayîs,bihara paşin,cozerdan,sawan,heywan e.

Di vê mehê de;

a) Çînîna cehan: Di serê Gulanê de ji ber germa royê ceh tê ber bi çinînê.Ceh di cehzeran de zerdibin.Dibe ku  peyva “zerdan” a ku di  hinek çavkanîyan de dewsa meha gulanê tê gotin bi  vî hawî derketiye.Piştî 15-20 rojên vê mehê pale konên xwe li nava erdên cehan vedidin.Dest bi çanda cehan dikin.Palan rojên çandinê wer diwestin  wer diwestin lewma ev gotin di çandê de cî girtiye,”roj hilat,mirina pala hat,roj çû ava pala bû zava”.

Piştî çînîna cêh leqatvan dikeve li nav zevîyê cêh çi liqat li erdê mayîne  berhev dike.Leqatvan* pir xizanin.Dema berhevkirina liqata konekî wan tune ye ku ji ber germê hinekî bêhn vedin.”lê serê kê nekele havînê ,stîla wî nakele zivistanê”Li pey leqatvanan icar dor li şivan û pezî wî ye.Pez bi têra xwe pirêzê dixwe.Di xelasoka çinîna cehan de xwediyê erdê ji paleyan re pezekî serjê dike û çinîn  bi dawî dibe.

kovarakisare.blogspot.com

*Kesê ku berhevkirina  bermayiyên zevîyên cêh,genim  û hwd dikin.Leqetvan xizanên bê erdin.

[1] Osman Muhsîn ,Mezopotamya ,Vekolîneke Dîrokî Di bajarvanî Kultur û Dramayê De Weşanên Şaredarîya^Bajarê Mezin A Amedê Çapa Dûyemîn, r 96, Amed,2012.

[2] qelînek:Genimê qelandî

[3] xaşîl; Li herêma Serhedê bi danê genim ve tê çêkirin.Danê genim  heta bibe pelur tê kelandin .Paşê  hinek ar lê dikin dîsa dikelînin.Ji pey re vê pelurê dikine çigunên mezin ,hundurê wê hinekî  vedıkın  runê helandî, jî dimis  an jî herduyan bi hev re berdidin nava wê.Xwarîna bi wî avayî  tê çêkirinê re dibêjin “xaşil”.Danê gênim tê kelandin paşê êr tevî dikin û  bi hev re dikelînin.Nava wê vedikin dimis û rûnê helandî  lê  dikin .bi vî awayî tê xwarin.

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply