Romanivîs, çîroknivîs, wergêr, helbestvan û rojnamevan Şahîn Bekir Soreklî

Romanivîs, çîroknivîs, wergêr, helbestvan, rojnamevan û nivîskarê kurd Şahîn Bekir Soreklî, ligor qeyda fermî, sal 1946 li gundê Mezrê yê li rojavayê Kobanî ji dayik bû. Bavê wî, Mihemed Elî Soreklî, ji kurdên Zaza yên herêma Siwêregê ye û derdora salên 1920, yan 30an, derbas herêma binê xetê bûye û li Kobanî û gundê Mezra Ebrûş bi cîh bûye. Diya wî, Nayla Bozanê E’brûş, Kurmanc bû û ji êla Zînikliyan bû, ku bi pirranî li gundê Mezreyê cîhwar bûn. Şahîn xwendina xwe ya destpêkê li bajarê Kobanî bi dawî haniye, û dû re çûye li bajarê Helebê xwendina xwe ya navend, li dibistanên Kewakibî û Benî Hemdan bi dawî haniye.
Fotoğraf açıklaması yok.
Piştî wergirtina “bekalorya” ya sûrî di sala 1965an de, dawiya meha 10emîn ji wê salê bi temenê 19 salî bi mebesta xwendina bilind gihîştibû Viyenna (Nemsa). Dû re, dema li Zanîngeh Mûnîxê (München) xwendekar bû, ji ber sedemên aborî biryara çûna Australya girtibû û dawiya meha 10emîn ji sal 1968 bi alîkariya hukûmeta australî gihîştibû Sydney. Wê demê bi mebesta ku li dû karkirina salekê yan du salan dîsa vegeriya Almanyayê çûbû Australya…
Di meha yekemîn ya sal 1971 de li Australya bi jina xwe Robynê re zewicî. Sala 1972an dîsa bi armanca kutakina xwendina bilind vegeriyabû Almanya, lê piştî mayîna derdora 9 mehan li Berlînê, ji ber sedemên cuda careke din biryara vegera li Australiya dabû.
Destpêka 1974an, Şahîn li xwendina bilind vegeriya, û dawiya sala 1977 li zanîngeheke Sydney (Macquarie University) xwendina xwe ya bilind bi dawî hanî (Bachelor of Arts, Diploma of Education). Destpêka sala 1978an wek mamosteyê zimanê Almanî li dibistaneke herêmeke rojavayê Sydney (Casula High Schoool) dest bi kar kir. Ew 26 salan ligel wezareta perwerdeyê (herêma NSW/Sydney) di kar de ma, wek mamoste, şêwirmend, perwerdekar û li dawîyê wek mamûr û serpereşt, ta ku dawiya sal 2004 derket xanenişînîyê, teqawîtê. Şûna ragîhandinê ye ku li Australya Şahîn bi navê fermî “Chahin Baker” dihêt nasîn.
Ji bilî karê xwe yê serek, Şahîn di xwendegehên êvaran û dawîya hefteyan de jî kar kiribû, dersên Înglizî, Almanî û E’rebî didan xwendekaran. Roleke wî ya berbiçav hebûye demekê di warê pirrçandîyê û fêrkirina zimanên komên etnîk de li herêma NSW.
Sal 1979 wî û hin Kurdên din yekemîn komeleya kurdî li Australya damezirandibûn, û ew derdora 6 salan wek serokê/sekretêrê wê komeleyê mabû.
Şahîn sala 1982an li Sydney dest bi karê ragîhandinê jî kiribû, û li Dezgeheke Radyo (2SER FM) bernameyeke heftane ya bi zimanên kurdî û inglizî pêşkêş dikir, ku nêzikî 2 salan domand. Dû re, di sala 1984an de, dest bi amadekirin û pêşkêşkirina bernameya kurdî di Radio 2EA de kir, ku dû re bû SBS RADIO. Ji wê salê ta nîvê sala 2015an, 31 salan, wek berpirs û rêvebirê bernameyê ma.
Bi sedan nivîsên Shahînê Bekirê Soreklî bi zimanên kurdî û înglîzî, herweha gotarine bi E’rebî û Almanî, di rojname, kovar û malperan de hatine weşandin.
Hinek ji berhemên Şahînê Bekirê Soreklî:
– Kurd, Cîhan, Jîyan: 252 Gotarên bi mijarên ji dîroka me ya nûjen û rûdanên li Rojhilatê Navîn û cîhanê 1990-2020 (forma PDF)
– 55 Çîrokên 38 Salan: Kurteçîrok, Weşanxaneya Ava, Hewlêr/Kobanî: 2020
– HELBESTÊN JI DIL: Helbest, Weşanxaneya Şemal, Stenbol, 2019.
– NAMEYEK JI BAVÊ MIN RE – Pexşan û kurteçîrok (128 rûpel): DO, Stenbol, 2009.
– VEGER – Roman: Çapa 3yemîn: SerSera, Berlîn, 2019; Çapa 2yemîn: Na, Izmîr, 2014. Çapa 1emîn: Yeketiya Nivîskarên Kurd, Duhok, 2006.
– WENDABÛN – Roman: Çapa 3yemîn: SerSera, Berlîn, 2019. Çapa 2yemîn: Na, Izmîr, 2014. Çapa 1emîn: Enstîtuya Kurdî ya Bonn û Verlag für Kultur und Wissenscahft, Bonn, 1987.
– ÇÎROKÊN HEJDEH SALAN – Komeke ji kurteçîrokan (296 rûpel): DOZ, Stenbol, 2005.
– PISÎK JÎ XEWNAN DIBÎNIN – Komeke ji kurteçîrokan (127 rûpel): LÎS, Diyarbekir, 2004.
– NAMÛSA ÊMO – Komeke ji çîrokan (112 rûpel): Haykurd, Stockholm,1994.
– Hinek ji çîrokan dikarin wek kurteroman bihên binavkirin, wek Namûsa Êmo, Azadbûna Mehmet Karataş û hinekên din.
– ŞEREFA WENDABÛYÎ YA KATHARINA BLUM – Romana nivîskarê almanî yê navdar Heinriç Böll (139 rûpel) – Wergerandina ji almanî bo kurdî: ŞBS – NÛDEM, Stockholm, 1997.
– JANA HEFT SALAN – Helbest (155 rûpel): Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Brûksel, 1990.
– Nivîsandina destana Dewrêşê Evdî, wekî ku Baqî Xido gotibû, edîtekirina naverokê û tomarkirina berhemê bi dengê xwe li ser DVD: SBS, Sydney, 2004.
– Dû re derxistina destanê wek pirtûk: Çapa 1em: SerSera, Berlîn, 2019. Çapa 2yem: Weşanxaneya Şemal, Stenbol, 2019.

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply