Pirtûka “Kurdiya Pratîk” Bi Çapa Duyem Derket!

Pêvajoya pêkhatina ziman û ramanê pêvajoyek pirr dirêje, ev pêvajo danheviyek mezin di xwe de dihewîne. Zanyar, pêvajoya ziman dighînin heta du milyon salên borî, bi tecrubeya her nifşî, ev yek dewr bûye, zêde bûye û bi vî awayî, hêdî hêdî bingeha ziman hatiye afirandin, guncaw bûye kemiliye û bûye amûra tekane ya ku mirov ji hevûdû fam bikin, têkiliyan bi hev re çêkin, berheman bi hev re parve bikin, hevûdû bêhtir binasin û nêzî hev bibin, ev jî dibe wesîleya têkiliyê di navbera mirovan, civak û neteweyên cûda de.

Dema em li rewşa zimanê kurdî dinêrin, di warê lêkolîn û pêşxistina ziman de, mixabin, ji bilî xebata Mîr Celadet Elî Bedirxan, di hola zimanê kurdî de, ji ber hin şert û mercên tarîxî  civakî û polîtik de, tu xebatên mezin û şênber derneketine holê.

Li bakurê welêt, piştî salên 2000 î  di bin banê TZP’ê di sala 2006 an de saziya ‘’Kurdî  Der’’ hat damezirandin, pê re, gellek  kar û xebatên şênber û berbiçav di qada ziman û wêjeya kurdî de hatin meşandin, gellek pirtûkên rêzmanî û hînker  hatin çapkirin, li gellek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê şaxên Kurdî Der ê  hatin vekirin.

Ji ber ku dibistanên fermî yên bi zimanê kurdî tune ne, zimanê kurdî, tenê bi riya qursan perwerdehî tê dayîn û tê fêrkirin. Lewma jî hewcedariya pirtûkên bi vî rengî derketin holê, ji ber wê jî, min pêwîstiya pirtûkek bi vî awayî dît û bîroka amadekirina vê pirtûkê bi min re çêbû.

Min pirtûka xwe ya ceribandinê ya ewil bi navê ( Kurdiya Piratik) di 2015an de çap kir. Ev pirtûka min ya duyemin ( Kurdiya Pratik-2 ) ya di destê we de, ji bo kesên bixwazin, ku xwe bi xwe, bê alîkariyekê ji derve bigrin, bikaribin bi hêsanî xwe hînî zimanê kurdî bikin, hatiye amadekirin.

Di vê navberê de, dixwazim hinek agahî, di derbarê zimanê kurdî de ji bo xwendevanên hêja pêşkêş bikim.

Zimanê kurdî ji koma herî mezin a zimanan, anku ji koma Hindo-Ewrûpî ye, ji malbata zimanê Îraniye, di nav vê malbatê de jî  zimanê bakurê rojavayê Îranê ye. Zimanê Medî ku pirtûka Zerdeşt Avesta pê hatiye nivîsandin, anku zimanê parthî (pehlewî), ku mirov dikare wekî kalikê zimanê kurdî bihesibîn e.

Zimanê kurdî xwediye hinek zaravayane, zaravayên sereke yên zimanê kurdî ev in:   kurmanciya jorîn (kurmancî), kurmanciya jêrîn(soranî), goranî  (hewremanî), kurmanckî (dimilî-zazaki) û lorî.

Di vê pirtûkê de, min mijarên rêzimanî û diyalogê pirtir û bi awayekî kurt û zelal bi cih kiriye,  gellek mijarên cûda cûda ku xwendevan ji bo bi pêşxistina hîndekariya xwe sûdê werbigrin  hene, û di dawiya pirtûkê de ferhengokek heye.

Di vê pirtûka xwe de ji bilî hevokên tirkî û kurdî, min bilêvkirina hevokên kurdî bi tîpên tirkî nivîsandiye, da ku xwendevan bi hêsanîtir bikaribe hevokan kurdî bixwîne û bilêv bike.

Ez hêvîdarim ku ev pirtûk di fêrbûna kurdî de alîkariya we bike.

Ramazan Kaygısız           

————–

Kurdiya Pratîk- Pratik Türkçe

Yazar: Ramazan Kaygısız

Yayınevi:NA Yayınları

Dil-Eğitim

Sayfa:2022

Karton kapaklı

Ebat:13,5 x19,5

Fiyat:80 tl

2 .Baskı

Baskı Tarihi:2022

Dili: İki Dilli Türkçe – Kürtçe

ISBN: 978-625-7085-66-3

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply