Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana postên medyaya civakî, pêşkêşî, poster, vîdyo, logo û hê gelek tiştên din, bi zêdekirina kurdîya kurmancî li zimanê xwe yê sepanê dest bi xizmetên bi kurdî kir.

Bername bi nêzîkî sed zimanan xizmetê pêşkêş dike û êdî hûn dikarin bi rehetî dîzaynên xwe bi kurdîya kurmancî amade bikin.

Gelek bikarhênerên kurd ên ku sêwiranên xwe li ser Canva amade dikin, kêfxweş in ku Canva kurdî li zimanê sepanê zêde kiriye û xizmetê pêşkêş dike. Bikarhêneran kêfxweşiya xwe anîn ziman û xwestin sepanên dîzaynê yên din jî bi Kurdî xizmetê bidin, wek Canva.

Çawa Zimanê Serlêdanê Kurmancî Kurdî bikin

Ji rûpela malê, biçin mîhengên Hesabê.

Li ser tabloya Hesabê We, bişkoka (menuya daketî) ya di binê Ziman de bikirtînin.

Di nav zimanan de Kurdî bibînin û Kurdî hilbijêrin.

Çandname

Etîket: bernameya canvayê, canva, Polylang KMR, sepan, sepana canva, sepanên kurdî, zanist

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Strana Meyrikê û çîroka wê

Bandora hişê çêkirî li ser perwerdehî û mamosteyan

Xalên Pedagojîk ên Girîng

Google çi ye?

Hemû eşq şîrin dest pê dikin

ziman

Edîtorê malperê – 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyeke binivîse