Çandnameyê 8 salên xwe qedandin kete 9 salîya xwe

Ku zarok biba niha ketibû 9 salîya xwe û li cem dê û bavê xwe, xwe şêrin dikir.

Ku dareke sêvê biba niha me jê sêv dixwarin.

Ku pisikek biba niha li dora me diçû dihat dibû mirmira wê….

De werin 8 sala her roj bê sekin û bi sebir hewl bidin ji bo Kurdî.

Keda sê hevala paşê bûn çar, çar hevalên dildar, hewla me meywe da.

Her roj bi zêdehî zarokên Kurdan ji vê hewzê xwarin û tehmijîn.

Şixula 8 sala ne bi pere ne ji bo xwarinê ji bo eşqa zimanê Kurdî û gelê Kurd.

Me beriya 8 salan nû dest bi weşanê kiribû ew hêviyên me mezin bûn.

Wê rojê bi nivîsekê me dest pê kiribû, îro di malpera me de zêdeyî heft hezar nivîs hatine weşandin.

Gelek nivîs cara pêşî li vir hatin weşandin.

Gelek dost û hevalên me çêbûn.

Em bi neyînî jî bi erênî jî hatin rexnekirin. Hin kesan nifir li me kirin û xizmeta me neecibandin û hin kesan jî şabaşê xwe pêşkeşî me kirin û gotin ev xizmeta we pir bi qîmet e.

Berê û niha ku em bidin ber hev em bi saya nivîskar û şopînerên xwe gihîştin sala 9an.

Niha em 8 sala li pey xwe dihêlin û em dizanin ku bi van hemû kirinên xwe di 8 salan de me hindik tişt kiribin jî di vê demê de weşana kurdî ne rehet û hêsan e. Ji ber sedemên kesadiya bazara zimanê Kurdî, aborî, bêdewletî, sîyasî, şexsî û hwd.

 

Lê li hember hemû neyîniyan em bawerin ku xizmeta herî baş ew e ku jê dest neyê berdan û hindik be jî bi dewamî bê kirin e.

Meywên me:

Çandnameya Kurdî (www.candname.com) nêzî 7 hezarî nivîs.

Çandnameya Tirkî (www.candname.com/tr “Çandname Türkçe” nêzî 600î nivîs.

e-kovara Çandnameye : Heta niha 6 hejmar derketin û amadehîya hejmara 7an dike.

Em wekî Çandnameyê bi raman û helwesta berê weşana xwe didomînin, me 8 salîya xwe qedand, ketin sala 9an em û şopînerên xwe bi hev ra wek malbat in divê em li malbata xwe, çanda xwe û Çandnameya xwe xwedî derkevin.

Bi hêviyên xweş di xêr û xweşiyê de bimînin.

Koma Çandnameyê

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply