Pirsgirêkên Têgîhên Kurmancî-4

Wekî li jêr jî xuya dike, di binavkirina têgihên rêzimanî da tevlihevî heye. Divê zimanzanên me ji vê ra çareyek bibînin. Ez komxebetaka berfireh pêşniyar dikim. Dikarin vî karî li ser medyaya civakî jî bikin. Ji kerema xwe van têgihên ku bi çend navan dihên zanîn, yekê ji wan ji bo me pêşniyar bikin. Ji bo em kurd ji hev fam bikin, ev mijareka gelek girîng e.

kelijîn: kaynaştırma
kevanbend: kaşlı ayraç
kevanek: ayraç
kêşayî: çekimli
kîtandin: heceleme
kîte/birk/kort: hece, seslem
kîtekirin: heceleme, seslemleme
komek: tümce, cümle
komenav: grup isim
kontekst: bağlam (bir sözcüğün yazının bütünü içinde kazandığı anlam)
kurtkirin: kısaltma
lebatî: etken
lehçe: diyalekt
leksem: sözlükbirim
lêker/kar: eylem, fiil
lêkera biwêjî: deyim fiil
lêkera bûn: ek fiil
lêkera gerguhêz: geçişli fiil
lêkera lebatî: etken fiil
lekera negerguhêz: geçişsiz fiil
lêkera tebatî, lêkera kartêbû: edilgen fiil
lêkerên hokerî: zarf fiil.
lêkerên ku di şeklê hokerande tên bikaranîn: bağ fiil
lêkerên xwerû (resen, sade)/karên basît: basit fiiller
lêkerên xweyînî: dönüşlü filler
lêkerî/lêkernav: fiilimsi, eylemsi
lîteratûr: 1.literatür 2.edebiyat, yazın
mahreç: sesin çıkış yeri
malik: 1.beyit 2.ikilik
mê: dişil
mêjer (yekjimarî û pirjimarîya peyvê) : dilbilgisel miktar/adet, tekillik, çoğulluk
mêjera navdêran: isimlerin miktarı, tekilliği, çoğulluğu
mêjû: tarih
morfem: biçimbirim
nasyar: belgili, belirli, belirtili, bilinen, tanımlı
navber: ara(lık)
navdêr û nêtar: hem eril hem dişil isim
navdêr: ad, isim
navdêra cureyî/hevenav: cins isim, tür adı
navdêra lêkerî: adeylem
navdêra taybetî/serenav: özel ad, özel isim
naverok: içerik
navgir: iç ek, ara ek
navîn: orta
nebinavkirî/nenasî/nebîna/nediyarkirî: belirtisiz
nedengdêr/konsonant: ünsüz harf, sessiz harf
negerguhêz: geçişsiz
nekêşayî: çekimsiz
nenasyar: belgisiz, belirsiz, belirtisiz, bilinmeyen, tanımlanmayan
nexşe: harita
neyînî: olumsuz, negatif
nêr: eril
nêtar: nötr (hem eril hem dişil)
nimînende: temsilci, mümesil
nîşana îzafeyê/veqetandek/zêder: tamlama eki, takı, tanım edatı, harfi tarif
nîşandek: işaret
nîşandekên xalbendîyê: noktalama işaretleri
nîşe: açıklama
olan: yankı
onomatepîk: yansımalı
onomatope: yansıma

 

Hemîd Hewrewî

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply