Tag Archives: Amîn Me’lofa semerqand

Nîsan, 2023

  • 27 Nîsan

    Romana Semerqand – 21 (Amîn Me’lof)

    Hevalbendên Terken Xatûnê, ketine nav bêçaretiyek xerîp. Li milekî siltanê wan miribû, li milê din reqîbê wê yê mezintirîn di destê wan de êsîr bû. Li milekî paytexta wan hatibû dorpêçkirin, li milê din, kesê dorpêç kirî di destê wan de dîlgirtî bû. Yê çi ji wî bikiran? Berpirsyariya sultanê piçûk, şûna Terkenê Cîhanê girtibû ser milê xwe. Heta wê …

Adar, 2023

  • 1 Adar

    Romana Semerqand – 20 (Amîn Me’lof)

    Dema qelebalixê berê xwe da parçeyên ji bermahiyên cesedê fedaî, pênç efser li raserî cesedê Nîzam yê hêca germ digiriyan û bi hev re sond dixwarin: “Bila giyanê te aram be efendîyê me, Yek neyarê te li pey te namîne.” Yê ji kê dest pê bikiran? Lîsteya reş de gelek kes hebûn lê fermana Nîzam eşkerebû. Wan pênç efseran pêdivî …

Sibat, 2023

  • 25 Sibat

    Romana Semerqand – 19 (Amîn Me’lof)

    Dema İmparatoriya Selçûqî, dewleta herî bihêz ya cîhanê bû, jinekî wêribû ku serweriyê bigre destê xwe. Pişt perdê de rûniştibû, ji serê Asyayê heta binê wê, artêş sewq dikirin, mîr, wezîr, qazî, walî tayîn dikirin. Nameyên ji xelîfe re bên nivîsandin didan nivîsandin û ji serekê Alamûdê re qazid dişandin. Fermandarên didîtin ku fermanan diweşîne, dema deng dikirin, ji wan …

  • 20 Sibat

    Romana Semerqand – 18 (Amîn Me’lof)

    Dema agahiya standina Alamûtê hat Isfexanê, ti qelqele dernexist. Isfexan pêtir li gijgijîna navbera Nîzam û qesrê mijûl bû. Terken Xatûn, ji ber çalakiya hemberê malbata wê anî, hêca jî li Nîzam neborî bû. Dida ser Melîkşah, da ku ji wezîrê xwe yê bihêz xelas bibe. Dema babê sultan mirî, ji wî re tayînkirina wasîyekî pêwîst bû. Ji lew re …

  • 5 Sibat

    Romana Semerqand – 17 (Amîn Me’lof)

    Alamût. Kelehek li ser zinarekî. Şeş hezar gav bilindahî. Dîmenên wê: çiyayên rût, golên hatîn jbîrkirin, keverên çîk, xarîşteyên teng, di van xarîşteyan re artêşên herî qelebalix jî, ancaq yeko yeko bikaribin biborin. Guleyên herî dijwar jî nikarin wan tehtan bisimînin. Berfa çiyayên Elbûrzê, biharê re diheliya û dar û ber li ber xwe dibirin. Ji ber wê ji robarê …

Rêbendan, 2023

  • 30 Rêbendan

    Romana Semerqand – 16 (Amîn Me’lof)

    Zelamê çavbeq, yê çavên wî weke yê kêvjalê li der ve, gera xwe domand. Bêwestan û bêrawestan, li welatên misilmanan, li Belxê, Mervê, Qaşgarê, Semerqendê gera. Li her derî we’z dan, niqaşan kirin, kes dan bawerkirin û rêxistin kirin. Li kîjan bajarîbûya, ji şiîyan, ji ecem, kurd û erebên ji desthilatiya tirkan bigazind, heta nûnerek an jî kesek rêxistinkirî li …

  • 25 Rêbendan

    Romana Semerqand – 15 (Amîn Me’lof) (Biheşta Veşartî)

    PIRTÛKA DUYEMÎN BIHEŞTA VEŞARTÎ*   Biheşt jî, dojeh jî di hundurê te  de ye.  Emer XEYAM   Heft sal bihorîn. Hem ji bo Xeyam, hem ji bo împaratorîyê heft salên bi heybet! Salên aştiyê yên dawî. Di bin banê hezêleke şaxên dara mêwê nixwumandî de sifreyek hatiye amadekirin. Li ser sifrê şeraba Şîrazê ya kewtandî ya herî bêhn xweş a …

  • 20 Rêbendan

    Romana Semerqand – 14 (Amîn Me’lof)

    Piştî wê rojê, imparatorî hemû ket nava tirs û fikaran de. Beşên îdarî de kar sekinî bû. Nûçeyên, ‘yê yekîne serî hildin’ dihatin. Behsa şerê navxweyî dihate kirin. Dihat gotin ku Nîzam, hinek taxên Isfexanê bi çek kirine. Li sûkê, esnafan malê xwe vedişartin, derîyên sûkên navdar hatibûn radan. Bi teybetî, zêrkeran, piştî nîvro dikanên xwe venedikirin. Weke kevana tîran, …

  • 15 Rêbendan

    Romana Semerqand – 13 (Amîn Me’lof)

    Mitale, hilanîn û danîn, pîvan, nirxandin, biryar dayîn… Van rojan Emer nedikarî van tiştan bike. Dema ji dîwanê derket, ket nava zikakên sûkê yên teng û fetlonek. Çiqas gava paştir bû her kolan tarîtir dibû, qelebalixê hêdîtir hareket dikir, ştexalî û çêr dengek nivztir derdiketin. Firoşkar û dikandar hesko leyîstokvanên bi maskebin, dibûn weke reqasên xewger. Emer vî mil wî …

Cotmeh, 2022

  • 21 Cotmeh

    Romana Semerqand – 2 (Amîn Me’lof)

    Di dîwana Qazî Efendî ya fireh de, ronahiya ji çirayan diçirisî, rengê rûyê Xeyam kiribû weke şimayê. Heçko dînek har be, du muhafizan herdu milên wî re girtibûn û bi vî awayî li ber dêrî sekinandibûn. Qaziyê ku li wî alê mezelê rûniştî, Xeyam ferq nekiribû. Dozek qedandibû û li dozdaran re niqaş dikirin. Şîret li yekî dikirin û yê …