Romana Nara ya Mehmet Dîcle û Li Ser Nirxandinek

Serpêhatî û Çîrok

Gorî hin nivîskaran, serpêhatî û çîrok tiştên ji hev cuda ne: Çîrok beşeke folklorê ye, kes nizane kê çi wext ev li hev aniye û li ber lêv û diranan daniye. Herkes li cem xwe tiştekî dixe ser van çîrokan, çîrok di rêya bajar û şaristanan de rûyê xwe diguherîne, kiras û navekî nû li xwe dike . Bûyerên nû li çîrok zêde dibin, navên nû dibin lehengên çîrokê. Lê serpêhatî, ne wisa ye , herkes dizane kê, çi, çi wext nivîsiye ev û li tu deran qet tiştek lê zêde nabe. Jixwe ev e mesele, çi bi serê kê hatiye, ev di jiyana mirov de yek caran dibe çîrok û çîrvanok yek caran jî bi tayê nivîse dibe serpêhatî. Ku nivîskar Mehmet Dîcle be, meriv ji dil dibêje, ev ne çîrok in, ne jî serpêhatî, a li vir e, ev dilpêhatî ne.

Birîn û Bîranîn

Wekî ku çawa aqil diçe sewda dimîne, nivîskar jî diçe nivîs dimîne. Nivîskar aqil e, nivîs sewda ye ku ji her tiştê xwe ji jiyanê hildigre û mirinê jî qet nizane. Mehmet Dîcle hawara dîcleyê bihistiye, dilê xwe yê nivîskî ji bo biranîna Mehmed Uzun xwîn kiriye û bi heşt dilpêhatiyên bi navê Leylan, Nara, Havîna Evînê, Çivîkên Şîn û Serkîsof, Agirê Zuleyxayê, Kuça Filan, Şekirê Eydê, Beysûs, pirtûkêkê, birînekê, bîranînekê, berî bimre sewdayekê li dû xwe hiştiye. Dîcle, bi hevokên ku qet nahêlin meriv pirtûkê ji dest xwe berde çemekî di dilê meriv de diherikîne û meriv tî dihêlîne. Tîbûnekê ku encax bi pirtûkeke nû bişikê.

Ev destana nûdem ewqas evîneke mezin di dilê meriv de dikute ku meriv dixwaze destên nivîskar û zimanê wî jê ke û Narayê ji xwe re birevîne. Ku nebe jin jî ji meriv re, bila bibe xwîşk, bibe dê, bibe qîz lê bila nebe jina

 

Leylan û Nara û Dengbêjî

Hêlîna tenahiya dilê helbestvanan heye. Dîcle di çîroka yekem de ji tenahiya dilê xwe rêketiye, xemên xwe dane ber serê xwe û bi zimanekî ku digirî û hêviyê jî tim bi xwe re digerîne nivisiye tenêtiya pîrekê. Pelên bêwext zer bûne weşandine li hewşa Pîrê, mala wê şibandiye hêlina kundê kor. Rojên berê anîne ber çavên wê û bi xwe jî tim di ber re gotiye ‘’dewran e’’. Wekî ku çê zanibe, dinya bi dor e, geh li jêr e, geh li jor e. Dîcle hevok li dor mirinê gerandine, xwestiye ku Xwedê emanetê xwe ji pîrê bistîne û tênêtiya pîrê bikuje. Xuya ye di vê çîrokê de deh dilên ku ji tenêtiyê hez nakin gotine, ‘’nenivîse’’, dilekî gotiye ‘’binivîse’’. Dîcle nivîsiye!

Tenêtî li hêlekê , cemaat û civat jî heye di nav çîrokan de. Ê em dizanin, dengbêj têne guhdar kirin, lê ku meriv bide pey Mehmet Dîcle meriv wê bibîne, dengbêj têne xwendin jî. Di çîroka duyem de, nivîskar ji bo bîranîna şahê dengbêjan Şakiro kilamekê distrê: Nara. Qîza bavê fileh ku navê xwe daye pirtûkê û li ser berga pirtûkê sekiniye, bedeweke kihêl, xwedî çaqên dirêj û zirav, çil û çar keziyên ku li ser namilya wê bûne çît, bi nava qendîl ,qorikpehn, memikpiçûk û stûdirej e. Çelengiya wê ji dengbêj Arif û qesasê serê çardeh mêr û sê zabitan, mehkûmê sê eşîr û çar dewletan Kejoyê mala Kolos û nivîskar Mehmet Dîcle û xwendevanên Narayê re kul û keder û meraq e. Ev destana nûdem ewqas evîneke mezin di dilê meriv de dikute ku meriv dixwaze destên nivîskar û zimanê wî jê ke û Narayê ji xwe re birevîne. Ku nebe jin jî ji meriv re, bila bibe xwîşk, bibe dê, bibe qîz lê bila nebe jina tu kesî.

Havîn û Evîn û Şîn

Evîn tim bi biharê re kulîlkên xwe vedike û xwîna dilan dikelîne.

Xwîna ku germ dibe, bi havînê re li ser nivînên li ser baniyan, xwe bi stêrikên dûr re xweş dike. Stêrk tim ne li dûr in, yek caran tîlikên ku dilerizin wekî pênc zarokên ku şev daristaneke tarî re dimeşin, ji zik dadikevin stêrkekê. Laş ditevize, bajar û dinê hildiweşin, tîlikên keçekê ji nav şeqên wê derdikevin: xwîn! Xwîna ku bi germa havînê, bi tevna evînê keliyayi! Di çîroka Havîna Evînê de, ji Îzmîrê ber bi Mêrdinê rêyekê dûr û dirêj radixe ber çavan nivîskar û dide zanîn ku, evîn ne sala dinase ne jî kala.

Bi çîroka seyêmin re rê neqedandiye Dîcle, xwe li çîroka çaremîn sipartiye. Ji demeke biyanî û ji bêrîkirinen sar û direj, ber bi maleke din ve rêketiye. Şifêr daye ber rê, dengê Şivan daye ber şifêr û ramûsanên keçkên êzdiyan di xweşbûna sehere sibê de ji xwe re veşartiye. Saeteke Serkîsof sekinandiye bi şînekê, bi dengê selayekê, bi girîna jinekê.

Kurt û Kurmancî

Mehmet Dîcle heşt çîrok nivîsandine, bi çar çîrokên pêşin meriv dikuje têra xwe, kesên bawer nakin nivîs jî mirinik e divê li dû şopa çar çîrokên din kevin, Nara!

*Xwendekarê Zanîngeha Stenbol – Omer Faruk Baran

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 4an (2011)

 

Derbar Çand Name

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply