Janjanjana Mijabad

Mijabad, romana Jan Dost a yekem , cara yekem 2004an li Diyarbekirê çap bûye. Nivîskar, ji bo pirtûk ‘’janjanjana’’ya xwe temam bike pirtûk îthafa Janayê kiriye. Jan, Jan, Jana. Roman a mija Mehabadê ye, li ber çar çirayan bi du çavên hêsirtije tê xwendin. Kesên dixwazin romanê bi dest bixin û bixwînin, divê berê deynên birînên dilên xwe bidin, têr bigirîn û paşê guh bidin şikestinên Badîn.

Tiving û Qur’anek

Badîn di odeyeke rût de ji dayi- ka xwe ya Ermenî dibe, bi tenê du tişt bi ser serê wî ve daleqandî ne; tivingek û Qur’anek. Tiving îşaretê tirsê ye, guman e, li ku tirs hebe li wir tiving heye. Qur’an jî jixwe îman e. Lê pêşiyan gotiye îman û guman li cem hev nabin. Jan Dost jî di Mijabadê de li dû gotina pêşiyan çûye, ev li cem hev nehîştine. Bi ev tivinga daleqandî îmana Badîn kuştiye. Herçiqas pîrika wî oldar be û tim û tim bangî Şêx Behadîn û hemû welî nebiyên Neqşîbandiyan dike jî Badîn tenê oldarê êşên xwe ye.. Rojiyê qet nagre, lê li ser sifreyên rojiya remazanê ji hevalên rojîgirtîne bêhtir birçî dibe û dema ku xelkên Mehabadê nimêja terawîhan dikin ew û kalikê xwe li Kûçey Cûlekan li bal xanim û sultanên fahîşe wodkayê vedixwin.

 

Dîk-Keleşêr

Dîk bi gotineke din keleşêr jî bi awayeke “xweş’’ hatiye bikaranîn. Pîrika Badîn dibê: ‘’Di bin erşa Xwedê de keleşêrek heye, dibêjine Dengaîl, ku ew baskên xwe li erdê dixe û bang dike, keleşêrên erdê hemû bang dikin.’’ Gelo Jan Dost wê heta dawiya emrê xwe hêviya vê pergalê be? Di vir de, Dengaîl serekên kurdan temsîl dike, hemû keleşêrên erdê jî gelê kurd. Di serî de serekên kurdan dengbilind in, li ku bin dengê wan tê bihîstin. Ku Dengaîlê kurda dibin pênç­ şeşek û herkes di cihê xwe de li dor xwe mirîşkên xwe kom dike û bang dike, pergal belawela dibe, kurd nema dengê hev dibîhîsin. Berê dengê serekê kurdan dikeve, paşê serek bixwe. Di rojnivîskên Badîn de şev nîvê şevê qîreqîra dîkan ji Meydana Çarçirayê tê. Ev qîreqîra qêrîn e jixwe, qêrina qirikên zûwa. Mehabadî wê bikevin xeweke xweş û giran û di xewnên xwe de wê dîkên serjêkirî bibînin.

 

Qutiya Tûtinê

Nav qutiya tûtinê ye lê na! Jan Dost tevî tûtinê her tişt xistiye nava qutiyê, di romanê de. Qutî bûye qutiya tesadûf û keder û meraq û derd û kula tev. Di şerê li hember sar û serma û seqemê de, li Sariqamişê, qaşo di cîhada gêwir de bavê diya Badîn, Entranîkê Ermenî û bavê Badîn, Ûnisê Amêdî dibin heval.

Entranîk berî firar bike bikeve nav refên Rûsan, qutiyeke zîvîn diyariya Ûnisê Amêdî dike. Ku cîhada derew a Osmaniyan fêhm dike, Ûnisê Amedî jî firar dike, ew û Remo direvin diçin Diyarbekirê, mala Remo. Weke her malekê Diyarbekirê, mala bavê Remo jî çend keçikên ermeniyan hewandine. Yek ji wan keçan Hamêst, keça Entranîk e. Ûnis wê bi qelafetekî girs, rûyekî sorik, çena tûjik, çavên mêşini dişibîne bavê wî.

Jan Dost jî werîsek li stûyê xwe gerandiye û kurdên stûyên wan li ber qêrîn û mirinê nivîsandiye, zora mirinê biriye. Xuya ye di romanê de bi hêsrên xwe kesên daleqandî hêjmartine berê, hêsir têrê nekirine, bi hûrikên baranê ew hêjmartine, ew jî nebûye, rabûye xwe bi du peyvan ji vê êşê xelas kiriye: Barana Werîsa…

Ûnisê Amêdî bi wê re dizewice û vedigere Amêdiyê. Di şeveke reş de Ûnisê Amêdî ji diya xwe û Hamêstê xatir dixwaze û diçe serhildana Şêx Mehmûd. Ûnis di serhildana têkçûyî de tê kuştin û qutiya tûtinê di nav xwînê de dimîne. Piştî çend salan Badîn li cihê vê bûyerê, li Darbendî Baziyanê wê qutiya zîvîn dibîne.

Zanîngeh - Bilgi Evi - - Romanivîsê kurd Jan Dost ji aliyê Enistîtûya Çanda Kurdî ya Viyênayê ve bi Xelata Şerefname ya Ziman û Çanda Kurdî, hate xelat kirin. Li Vîyênna paytexta

Ev ne bes e, li Mehabadê li dikana fotografkêşekî kal, Badîn qutiya tûtinê derdixe ku cixarekê bipêçe kal li qutiyê xwedî derdikeve. Bapîr newiyê xwe dibîne! Fotografkêş Entranîk e! Jiyan ji tesadûfan pêk nehatiye divê roman jî ji tesadûfan pêk neyê! Ew qas bûyer, dîrok çawa dikevin qutiyeke biçûk nayê fêhmkirin. Bêhna tûtinê tund e û rasterast e, lê ewqas tesadûf bêhna wê rastiyê kuştine û bêhna meriv teng dike. Piştî ew qas tesadûf, qutî wenda dibe. Li malê li her derê digere lê nabîne Badîn, ji kalikê xwe dipirse; dielime ku evîna fahîşe ev diziye jê, dilerize, ev keder û meraq e.. Li daweta evîneke herifî dibîne qutiyê, dawiya dawî, xwîn dikeve nav qutiyê li Badîn vedigere, ev jî derd û kul e, Badîn di birînekê de, bi qutiya bi xwîn, rastî bavê xwe tê.

Barana Werîsa

Li asîmanê çar welatan her reng werîs daleqandîne, zirav, qalind, stûr, kin, dirêj, zer, spî, ji kêndirê, ji naylonê, ji pêmbo, ji hiryê… Ev werîs dibin ligam û hefsar, ker û dermale pê tên girêdan, pê dewl û satilan av ji bîran tê derxistin, piştiyên qirş û êzingan û barê qantiran pê tên girêdan yanê ji bo berdewamkirina jiyanê. Lê li welatê mirinê werîs jiyanê nadomînin, disekinînin, diqedînin. Jan Dost jî werîsek li stûyê xwe gerandiye û kurdên stûyên wan li ber qêrîn û mirinê nivîsandiye, zora mirinê biriye. Xuya ye di romanê de bi hêsrên xwe kesên daleqandî hêjmartine berê, hêsir têrê nekirine, bi hûrikên baranê ew hêjmartine, ew jî nebûye, rabûye xwe bi du peyvan ji vê êşê xelas kiriye: Barana Werîsa… Ku meriv di xewnê xwe de pir ditirse lêvên meriv diteqin. Ev birînên lêvan ên li ber çava, xewnê dike formeke realîst, tesîra tirsa xewnê li ser meriv dimîne. Badîn di xewnê xwe de barana werîsa dibîne, ku sibê ji xew şiyar dibe, destê xwe dide ser stûyê xwe, şopa werîsekî ziravik diêşe.

Gelo divê her kurd vê xewnê bibîne?

Mey û Meyxur

Xuya ye ku Jan Dost mey daniye ber xwe, dest bi nivîsandinê kiriye, di nav re vexwariye, salox kiriye, gotiye ‘’binoşe û bijane’’ û hevok xistine tûrikê romana xwe. Ew qas vexwariye ku tu dibêji qey ji rûpelên romanê mey dirije, meriv di destên xwe de şilbûnekê hîs dike. Gelo mimkûn e ku meriv ew qas jan li pey hev binîvise û venexwe? Xwedê rehma xwe li hestiyê wî kesî bike ku mey afirandiye. Nexwe wê kê, wê çi bikuşta, bişuşta hêsirên dilê Jan?

Qey ne nalîna rezên tirî ye mey, ev nalîna hêzêke dide dilê meyxur. Ji nalîna rezên tiriyan razên dilan rêz dibin li dû hev, eşkere. Meyxur her ku vedixwe deriyê dilê xwe vedike û dilê xwe vedide. Hevokên fedok ên ku di quncikên teng û tarî de tên veşartin azad dibin, ji bindestiya tirsa mêji xelas dibin!

Keça Meta Badîn

Civaka kurdan civakeke girtî ye, ji ber vê yekê kurd ku ji malzaroka diya xwe derdikevin jî ji malên xwe dûr nakevin. Newêrin kesên nû re rabin rûnin, qîma xwe tenê bi yên dorê xwe re dikin. Yanî ji zaroktiyê heta xortaniyê dotmam tenê pismam dibîne, pismam jî tenê dotmam.

Mijabad - Jan Dost | kitapyurdu.comÇavên teres çibikin, wextekê şûnve bêhna evînê tê ji van dîtînan. Pismam li ser dotmaman stranan dibêjin, dotmam jî gotinên pêşiyan li bin guhên pismaman dixin piştî ramûsanan li kaniyan: Şûr şam, xençer mam, jin dotmam!

Jan Dost civaka xwe rind dinase, nexwestiye dotmam û pismamê klîşe bikarbîne, lê dûr neçûye û bangî Badîn kiriye “keça meta te kete stûyê te!’’. Rojekê keça metê destê xwe direjî stuyê Badîn dike û hêdî hêdi laşê wî kişf dike, tevizîneke xweş di bedena Badîn de digere, Badîn li wir dinêre, êdî fêhm dike ku ev nêr, Badîn ku pîrikê xwe re dilê xwe yî zewacê eşkere dibêje pîrik yekser destê xwe dide ser devê xwe û kêrekî dide ser dilê nêr. Bayê dîn û keça meta wî sal û nîvekê bi hev re şîr ji yek pêsirê mêtine. Bi vî şiklî Jan Dost, Badîn ji keça meta wî dûr dixe û wî dike generalê evîneke sêwî.. Di rojnivîskên xwe de çend caran behsa keça meta xwe dike Badîn, lê navê wê qet nayê gotin, ev tenê bi ‘’keça meta min’’ tê nasîn wekî ku çawa “dotmam’’ bes be û nav ne hewce be..

 

Jale

Belavkera Jînê, hevala hevalekî Badîn. Bayê dîn ku cara yekem wê dibîne, lal dibe, ji hiş diçe, hema li wir dilê wî dîl dikeve. Mey xwe li şeveke wan diqelibîne û tev radizên. Dilê Jaleyê li dor bejna Badîn gavên evîndar diavêjin demekê. Bi çav, lêv, dev û diran û memikên Jale, Badîn roj bi roj keça meta xwe dadiwerivîne binê bîra bîranînan. Badînê şair ji Jale re helbestan dixwîne piştî cotkirina zeviyên Jale. Pir kêfa Jale bi van helbestan tê, ji bo Jale ev, ji lorîkên dayikan jî xweştir in. Li dû çend şevên bi şehwet ên bi west, ên ku careke din venedigeriyan nediketin dest, ev evîn jî ber bi têkçûnê diçe. Têkiliya îngilizan û Jale derdikeve, Jale înkar dike, lê Badîn deng nake, ev ji wê hez dike, ji derewên wê jî hez dike. Rojekê Jale bombeyê di dilê Badîn de diteqîne û bi mebesta fêrbûna îngilizî diçe Bexdayê, du­ sê nameyên bê evîn dişîne, paşê ew jî qut dibin. Jale dibe Elsa, fahîşeyeke li mala Sultanê, paşê jî bi şofêrê Mc Kêy re direve Londonê, di Oxford û kerxaneyên Londonê re derdikeve. Jale jî sembolek e di romanê de, roman a dema heftê heştê sal berê ye, lê tiştek neguheriye. Di dinê de çi qas miletên bindest hene dixwazin bişibin serdestên xwe, bi taybetî jin.

Wê demê îngîliz li welêt serdest in û Jale dixwaze helbestên îngîlizî ji ber bike, muzikê ingilizî guhdar bike, xwendina xwe bi ingîlizî bike. Îro jî li welêt keçikên kurd dixwazin bişibin serdestên xwe, bi sedan keçên kurd, bi xwendin, xemilandin û bi xewn û xeyalên jiyaneke serdest û filan û bêvan dikevin rêyên xerab.

Suriyeli Kürt şair Jan Dost Anadolu Ajansı'na PYD'den yakındı - "Kendine Demokrat" Olmayan Haberler

Mujde

Mizgîna evîneke nû ye Mujde, komara dilekî wêran e. Evîn têk diçin lê dîn e Badîn, têr nabe. Herçiqas Mujdeyê hez dike jî hîn Jale ji bîr nekiriye Badîn. Ma birîn xençerê ji bîr dike? Piştî kizirîneke heft salan wî kevirê giran li ser dilê xwe radike û evîndarê ku êdî şerm nake, nizane şerm çî ye, razên xwe ji Mujdeyê re dibêje. Bi Mujdeyê re jî şevên xweş dibuhirin, hev didin ber gezan. Di vê evînê de jî çûyîn, evîn û bayê dîn tev dikuje. Badîn li hêviya nameyan dimîne berî mîxê dawî di darbesta hêviyên xwe de bikute, di şevên hîvçardeh de hêviyên xwe hêdî hêdî ji dilê xwe dişo. Mujde bi hevalekê Badîn re, Kerimê Şikakî re dizewice. Ar, agir bi dilê bayekî din re dibe heval, komar dibe komir.. Komarek dibe komir.

Italo Calvino dibêje, “arzû yan jî tirsên mirov mîna xewnan bajaran jî ava dikin’’. Jan Dost, Amêdiye, Silêmaniye û Mehabad li ser arzûyên Badîn ji nû ve ava kirine, ev bi erotîzmê û bayên hênik şên kirine, bi tirsê û bi têkçûnê hilweşandine.

Ba û Jar û Bajar

Sê bajar jî li dû her evîna bi birîn û xençer li Badîn dibin jar, her têkçûneke evînê dibe destpêka çûyîneke nû. Keça metê ji Amêdiyê diçe Bamerniyê, Badîn ji Amêdiyê berê xwe dide Silêmaniyê. Jale ji Silêmaniyê diçe Bexdayê, Badîn ji Silêmaniyê diçe Mehabadê. Mujde ji Mehabadê diçe Şinoyê, Badîn berê xwe dide Mirinê…

Kurt û Kurmancî

Jan Dost ji bo xewên xweş ên xwendevanan biherimîne Mijabad nivîsandiye, xewên xwe neherimînin!

 

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 3yem

Nivîskar: Omer Faruk Baran

Derbar Çand Name

Check Also

Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min …

Leave a Reply