Rêzehevpeyvînê Jina (28) – Încî Egîd

1 – Lokman Polat – Pirs : 1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Bersiv: Încî Egîd kê ye?

Încî Egîd kê ye ? Încî Egîd kurd e Kurdistani ye û bi hesret û kesera jiyaneke nav kurdewarîyê de wekhev azad û hevaltî dostiya insanên wek xwe difikirin re rêhevaltî tim dixwaze. Ji zarûtiyê bigre hetta çil salî ya xwe, bi hesreta Amedê bum, ji ber ku bajarê kurda ê herî mezin û peytaxte him jî ku xebatên li ser çand huner û wêje a kurd lê pir tên kirin. Încî EGÎD ji çi hez dike? ji dema bo nivîsê vediqetîne li peyvên winda digere û kom dike hevokên bi wate û hevokên li hevhatî çêdike ew încî egîd dikeve nav bextewarîyeke kur, Vejîneke nû ji bo wê dest pê dike!!! Navê Amedê ez daima dil germ û kelecanî dikirim min ku ji hunerê hez dikir lê ji hunerê dûr bûm. Belê televizyon zû ket jiyana min lê em ji hevre biyanî bûn bi rêya televizyon ê me çand û hunera tirk û bi filmên qovboy çand û wêjeya Emerikayê nas kir. Hestên netewî bin șert û mercên dijwar de xwe ji demên hêsan zêdetir li min girtin ez difikirîm ma em xwedîyê vê axê nî nin? Çanda  me li welatê me li me qedexeye lê muzîka emerîkî û îtalyan û elmanan û hewd heyanî êvarê tinge ting bu ser TRT’ yê. Me jî di ciwantiyê de xêncî karê malê û xizmeta mêvana tiștek nekiri bû. Lê guhdarî dikir! Axa wî buhûşt be bavêminê rehmetî ji ciwan tî ya xwe de heyanî kalbûna xwe  ber bi êvaran radyo ya Erîvanê vedikir di bîra min de hîna dengê bilûra Egîdê Cimo dengbêjîyên Fatma Îsa belga Qado dengê Meryem Xan û hewd wek îro zindî û qeyd kiri ye.

Qeset ên Eyşa Şan sewt û awaza wê daîm ji ser mala me bilind dibû ez tim şaş û heyran û mat mayî ya şoreşa Eyşeşan im. Min pirtûk dixwendin tirkî, kurdî çi dest min bi keta lê kekê min Henîfî xwendekarê lîsê bû ew dildarê wêje ê bû lê wêje a bi zimanê dayîkê, weşanên qedexe bûn lê ewî didît û dianî dixwend çawa ji destê xwe datanî ez wek pişîka cîgerê raçev bike min raçev dikir bi roj ez vala nedimam ji kâr û barê malê… Min ew weşan nava cîyê xwe de bi şev dixwend tişta ku pê ve girêdayî bêjim ez pir xemgînim ku min pir nivîsî û lê min xwezî ew berhemên ku min bi sebir nivîsîn wenda nekira. Min bawer ne dikir ku ezê ji Melezgir derkevim herim bajarên mezin û şert û mercên weşandina berheman bi dest bixim, xemgînim ku min bi tirkî nivîsî heta ku 1992an de rojname a Azadi ya Welat li Stenbol dest bi weşanê kir baskê minî şikestî cebirî hêvîyek ji min re çê bû. Bi wan hevala re ketime nav têkiliyê û bûm nûçevan min wek sê sala nûçevanî ya Azadi ya Welat kir wê navberê de gellek lêkolîn û nûçe û  helbestê min hatin weşandin. Dosyayeke helbestên min, li bal wan hevalan di serdegirtinekî de winda bû.

Ez hîna heme û dinivîsim. Du pirtûkê min ê helbestan ji weşanê JûJ yê derketin di gelek pirtûkên helbestan de helbestê min he ne.

Pirtûka bi nav ê “ŞİNGAL”  “ROBOZİK” a bi navê HELEBÇE û Antolojîya helbeskarên nûjen a OCCO MAHABAD …û di sîte ke ku bi zamanê dayîkê weşanê dike de jî gelek caran dinivîsim.

ŞEVÊ – 2014

TU – 2019

de hatine weşandinê.

2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Bersiv 2:  Min nod dudo yan de rojnaneya azadîya welat li Stenbole dest bi weşan ê kir ez bi wan hevalên berpirsyar re ketme têkilîyê û bûme nûçevan a rojnameyê dest bi nivîsa kurdî zaravay Kurmancî bi helbest û nûce dest pê kir…

3 – Hinek nivîskarên kokkurd bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Yên kokkurd ku bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne

Bersiv 3: Wekî hûn jî dizanin berhemekî dinivisî ne ji bo îro tenê ji bo pêşeroj ê mîrate dihêlî. Ne îro ne jî sed sale din  naxazim xêncî zimanê dayîkê bibîr bêm. Asîmîlasyona li ser gelê xwedîyê vî ezmanê sîrîn difikirim pênûsa  xwe pajda hildikşînim.

4 – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Bersiv 4:  Bi rastî ji bo wan xemgîn dibim ji ber ku gellek ji van nivîskaran zimanê xwey zikmakî baş  nizanin ev rewşeke dramatîk, îcar hineka jî culet nekirin bi zimanê xwe binvîsin ev jî dramatîk e

5 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Bersiv 5: Di van sed salê vê axiryê de her çiqas tersandin çêbûbe jî mînak wek qedexe, ũ wek asîmîlasyon û a herî giring bê dewletî.

Bê dewletî

Qedexe

Asîmîlasyon

Dîsa jî bi culetek mezin

Bi zanyarî gavên tên avêtin hene, bi min îro wêjeya  kurd  li asta herî jor e. Navên pir girîng hene lê ez naha nikarim hemiyan bijmêrim.

6 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Bersiv: 6

Li gor min Helbest a yekemîne .

Romana di rêza duyemîn de, derheq şanoyê de fikreke min tune mixabin!.

7 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Bersiv 7:  Ji bo serkeftinê yan jî em bêjin pêşve çûnê xebatên komî giringin û jixwe komên xwendinê komê ku li ser Helbest û hetta lêkolîn û werger ava bûne û bi awayekî aktîf û dilgerm dixebitin

Min jî di nav koma helbest ê de cih girt, hêvîyeke baş dide meriv. Rêxistin her dem ji tenêtîyê çêtire.

8 –Li gorê te helbest û roman çiye? Tu dikarî hinek helbest û  romanên kurdî bidî ber helbest û romana cîhanê? Îro tu helbest romana kurdî di çi astê de dibînî, roman, çîrok û helbesta nûjen a kurdî di çi warî de ye?

Bersiv 8: Li gor min helbest hest û zanyarî ye.

Roman, cîhana ku em têde dijîn tevî qencî xerabîya xwe hemûşke.

Îja em werin helbest û romana cîhanê ez bawerim  fars vî warî de serkeftine  ûris xwedî roman nûsên bi nav û deng in,  ingilisa şixwe bi mîrata weliyam şehaksper hêjî di alî helbest ê de serkeftine.

Em kurd jî hindik nînin nebîyê Mestûre Kurdistan î her çiqas berhem ê wê hezar mixabin nemabin jî  gîha li ser koka xwe şîn dibe. Baba Tahir , Cizîrî, Xanî , Feqî yê Teyran û hewd.

9 – Mijarên berhemên te çinin? Di nav wan mijaran de mijara evîn û evîndariyê jî hene?

Bersiv 9:

Piranî welat, Hesreta welat, Xweşikîya welat, çiya ,zozan, û çemên welat!…

Seba şexsekî tenê kêm…

Li ser robozik

Li ser helebçe

Li ser şingal

Jin û bindestîyê!…

10 – Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Bersiv 10: Rexnegirîyeke bi zanebûn  hebe teqez baştire ji tunebûnê bêjî çima?, ji bo berhem ên baş , hema em vê yekê jî bîr nekin di çanda me kurda de çanda rexne ê lawaze, xwedî yê berhem ê ranegrejî  belkî civak ji bo tiştên wisa ne amadeye weke reş kirin bixwîne.

11 – Gelo di nav eniya edebiyata kurdî de valahiya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn? Tu çi difikirî?

Bersiv 11:

Li gor fikra min belê pêwiste. Ji ber ku rexnegirî jî cûreyek parçeyê vê karî ye.

12 – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina  kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

Bersiv 12:  Belê rast e,  lê di vî alî de bar dikeve ser milê we jî, wa gellek kovar  ên me hene bi temamî nebe jî di her hejmarê de çend rûpelan ji bo analîza û nixandinê pirtûkekî veqetînin wê başbe ev kêmasîyê jî piçûkbe

13 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandore kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî? Û herweha Tu ji berhemên (roman, çîrok, helbest û şano) kîjan nivîskarên cîhanê hez dikî?

Bersiv 13: Con Sitînbeck û Gorkî jî 🙂

Bandora wan li ser min çê bû. Nêzîkî xwe dîtin na. Nivîskarîya Yilmaz Guney jî teesîreke mezin li ser min çêkirîye hûn jî zanin bi eslê xwe kurde hema berhem bi tirkî, a giring livir eve ku min bi kîjan hest û ramanê daye destê xwe û xwendîye !…

Gellek romanê romannûsên girtî jî min xwendiye û destê min de hene ku bixwînim!…

14 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Bersiv 14: Nivîskarkî ku xwe dişibînimê na tune, ji ber ku xwe di wê astê de hîn nabînim mixabin, hêvîdarim roj were bighêjim wê astêjî.

15 – Te qet pirtûkên min xwendiye?

Bersiv 15: Mixabin biborin bila ev jî kêmasîya min be 🙂

16 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Bersiv 16:

Niha Roman heye hema qedya ye ji ber rewşeke taybet nikarim li ser bisekim tenê maye ku herim weşanxanê û wext veqetînim ku em binirxînin û hewd …

Weke pirtûkek helbest an derxînim helbest ê min hene.Yanî hêvî dikim ku demek nêzde  du berheman bidim ber weşanê.

Çîrokeke min li komeleya wêjekarên kurd bi tevê çend berhemê hevalên jin  li ber weşanê ye

17 – Gotina te ya dawî…

Bersiv 17: Spas xweş ji bo hatina we. Xebat û lebatê we de serkeftin

Lokman Polat – Spasxweş û spas ji bo bersîvên te.

 

Hevpeyvîn Lokman Polat kir

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply