Ayhan Geverî: Yanî Di Dil De Di Qelbê De “Evîn” Yek e. “Leyla” Yek e. Lewra ‘Işq Bixwe Yek e…

Kekê Ayhan hûn dikarin ji me re bi kurtahî, xwe bidin nasîn?

Di sala 1980ê de li Gevera Culemêrgê hatime dinyayê. Di sala 1998ê de min Zanîngeha Stenbol beşa ziman û edebiyata Tirkî qezenç kir. Piştî xilasbûna zanîngehê min çend salan mamostetî kir. Di sala 2006ê de li Zanîngeha Wanê di eynî beşê de min dest bi xwendina lîsansa bilind kir û niha jî li Zanîngeha Bîlkentê dewama perwerdeya doktorayê dikim…

 

P­irs -2) We jî li zanîngeha Stenbolê, di beşa wêjeya Tirkî de xwendiye. Hem zanîngeha Stenbolê, hem beşa wêjeyê, hem jî eleqedarbûn bi zimanê Kurdî hestek çawa ye?

Di nava beşên Tirkolojiyê de Tirkolojiya Zanîngeha Stenbolê ji berê de wekî ekolekê dewam kiriye. Heta dema me jî piçekê wisa bû.

Yanî ew ekolbûn ne tenê maneyek erênî, gelek caran bûye ekolek xirab. Mîsalen ev ekola her dem klasîk e û klasîk maye.. 50 sal berê Mehmed Kaplan çi gotibû mamosteyên me jî ew tekrar dikirin. Tanpinar zîrwe bû û gotinên wî wisa dewam kirin. Lê piştî ku di unîversîteyên din de beşên çêtir avabûn mamosteyên baş ji beşa Tirkolojiyê çûn. Ne tenê ji beşê, ji zanîngehê gelek mamosteyên baş derketin çûne zanîngehên din. Lê dîsa jî ji aliyê îmkanan ve hê jî ji gelek zanîngehan çêtir e Zanîngeha Stenbolê…

Di nava temamê beşan de beşa bo Kurdî nêzîktir beşa Tirkolojiyê ye. Lewra rasterast li ser metnan disekine û ziman û wêjeyê tehlîl dike.

Her xwendevanê Kurd ku gava şiirek klasîk ji edebiyata Tirkî dixwîne dibîne ku peyvên Kurdî tê de hene, gava bi zimanê Osmanî metnan dixwîne pêdihese ku kelîmeyên kurdî dibiriqin. Vêca gelek kesên wekî min bi xêra xwendina edebiyata Tirkî meyla edebiyata Kurdî kirine. Lewra her Kurdê ku di vê beşê de hinek di bin bandora edebiyatek “tirkçî” de dimîne û hin gefan dixwe, ji ber wê, bi reaksiyonekê berê xwe dide “xwe” û edebiyata xwe.

Wextê ez xwendevan bûm, min di Nûbiharê de dest bi nivîs û tercumeyan kiribû, min ew dît ku di pêşdeçûna edebiyata Tirkî de edebiyata Kurdî bo min bû bask û per. Lewra piştî min Melayê Cizîrî xwend, Dîwana wî xitim kir, êdî şiira klasîk a tirkî ber min sehl û hêsantir bû, ez bi rehetî ji wan dersan derbas dibûm. Her wisa di warê ziman de jî Kurdên li ser zimanê xwe dixebitîn, mesele rehettir hel dikirin.

Edebiyat ne tenê karê zimanekê ye, edebiyat û ziman ji ber wê, du tiştên cuda ne. Di beşek edebiyatê de perwerdedîtin ji her aliyan ve ji bo fêmkirina edebiyateke din îmkanek baş e…

 

P­irs -­3) Kekê Ayhan bi rastî em me- raq dikin, gelo rewşa zimanê Kurdî û hestên Kurdî û Kurdistanî, dema xwendekariya we de li zanîngeha Stenbolê çawa bûn?

Zanîngeha Stenbolê di nava zanîngehên din de cihek xwe yê taybet heye, hem zanîngeheke mezin û kevn e hem jî di dema me de zanîngeheke serbixwe bû, yanê xwendevan gelek aktîf û li ser piya bûn. Belê rewşa zanîngehê û bi tevahî rewşa xwendekarên zanîngehan yên pêşîya me çêtir bûn.

Xwendekarên beriya me çêtir dixwendin û çêtir tehlîl dikirin. Lê rewşa me jî ji ya xwendevanên îro gelek çêtir bû. Jixwe gava me dest bi zanîngehê kir dîsa ew edetê xwendin, lêkolîn û gengeşiyên fikrî/ilmî baş bû. Lê piştî 28ê Sibata 1997ê sîstema OSSyê guherî û “destên kûr” li unîversiteyan hakimbûn. Êdî bi termînolojiya me ya wê rojê ne “gencên çepgir” û “rastgir” diketine zanîngehê, êdî wext wextê “sev­ genc”ê bû. Yanî gencên li pey keyf û şahîyê.. kurên li pey kiçikan, kiçikên li pey keyfê û notên bilind.. ya rastî belkî jî ya rasttirîn ew helwest bû.. Belkî jî xwendekar divê bibin “not­ parêz”… lê ew meseleyek din e..

Di dema xwendevaniya me de eleqeya zimanê kurdî hebû lê mixabin bi şiklek siyasî û helwestek îdeolojîk bû ew.. yanî eger şertên îdeolojîk neban ji bilî çend hevalan kesê dê behsa zimanê xwe nekiriba… Cara yekem îmzeavêtina ji bo dersa Kurdî ya “sêçmeli” li Fakulteya Edebiyatê destpê kir, paşî li temamê Tirkiyê belavbû… Lê mixabin wek şexsî, xwendevanên Kurd zêde eleqedarê Kurdî nedibûn.. Ew hal îro jî wisa ye.. Jixwe di wan deman de kek Kawa Nemir jî di hevpeyvineke xwe de ya di kovara Jiyana Rewşen de ­ku ez xelet nebim ew bi piştigirya NÇM(MKM)ê derdiket û çend hevalên me yên fakulteyê jî di karê derxistina wê kovarê de dixebitîn­ behsa wan nakokiyan dikir. Lê dîsa jî tiştên baş çêdibûn.. Gelek hevalên ku îro bi kurdî kitêban derdixin tercumeyan dikin, di wê demê de xwe gihandin. Wek min navê wî anî Kawa Nemir ku hem berhemên wî hem jî tercumeyên wî îro gelek muhîm in. Dîsa kek Murad Celalî nivîsên xwe yên di Nûbiharê de û bi berhemên xwe yên li ser mijarên Îslamî di Kurdî de bênumûne ne. Dîsa çîroknivîsê serkeftî Mehmet Dicle, ku bi navê Nara di demek nêzîk de pirtûkeke wî derket, hevalên dewra me ne ku îro nivîskarên baş in. Belkî çend hevalên din jî yên wisa hebin min navên wan ji bîr kiriye…

Belkî gelek xwendevan meselê bînine ser qedexe û zextên li ser zimanê Kurdî û bibêjin ka çima tu wan jî nabînî… Rast e lê di dema me de her kê xwestiba dikarî bi rehetî xwe fêrî zimanê xwe bike… Vêca min jî wekî wan hevalên navborî di rewşek wisa de Kurdiya xwe pêş de dibir û me Kurdî dinivisî… Bilxesse xwendevanên li Stenbolê dikarin bi rehetî xwe bigihînine Kurdî û dokumanên Kurdî… û ji ber wê divê xwendevanên niha ji me çêtir bin…

 

P­irs -4) Kekê, qasê ku em dizanin çend xebat û berhemên te di warê zimanê Kurdî de hene û weşiyane, dikarî behsa wan û yên nû hazir dikî bikî ji bo xwendevanên me…?

Belê, cara pêşî wergera min Dewleta Dilan di sala 2005ê de derket û paşî jî di sala 2006ê de

Leyl-name… Du sal paşî jî Antolojiya Çîrokên Nûbiharê derket.

Niha jî li ber xilasbûnê çend xebat hene ku ji wan yek Yûsuf û Zuleyxaya Selîmî ye ya din jî Jiyan û Berhemên Evdirrehîm Rehmî Zapsu ye. Ligel wan nivîs û meqaleyên di kovaran de diweşîn jî dewam dikin…

 

Pirs – 5) Em bêne ser kitaba te Leyl-nameyê, min bixwe jî Leyl-name xwend û ez di bin roniya tavehîvê de jinûve evîndar û hestxweşbûm. Qasê ku min ji xwendevanên Leyl-nameyê jî pirsîn, di eynî fikrê de bûn. Gelo ev ji zimanê we yê helbestiyê ye an sedemên wê, yên din jî hene?

Rastî bersiva vê pirsî xwendevan çêtir dizane, lewra yên ligel metnê Leyl-nameyê têkiliyê de ne her dîsa xwendevan bixwe ne. Nivîskar dinivise û paşî jî xwe ji meydanê vedikêşîne. Hetta wekî ku Roland Barthes jî dibêje nivîskar êdî “dimire”. Lewra wekî Hilmi Yavuz di nivîsek xwe de gotî “li gor Barthes di metneke edebî de yê dibêjit/diaxivît ziman bixwe ye, ne nivîskar e. Vêca di çarçoveya vê teoriya Barthes ya Stukturalîst de “berhem” û “metn” ji hev cuda dibin. Berhem ya nivîskar e û metin/text jî ya xwendevanan e.” Vêca eger ji wê gotinê bême ser berhem û metnê Leyl-nameyê dikarim bibêjim ez xwe wekî nivîskarê wê metnê nabînim. Lewra ez bixwe jî gelek caran wê wekî xwendevanekê dixwînim, jinûve ew hestên te gotî di kûrahiya dilê xwe de dihesim.

Nivîskar dinivise û paşî jî xwe ji meydanê vedikêşîne. Hetta wekî ku Roland Barthes jî dibêje nivîskar êdî “dimire”.

Nizanim belkî jî Roland Barthes rast dibêje, yê di metnê (Leyl-nameyê) de deng vedide “ziman” e.

Ew yek berbiçav e ku di Leyl­ nameyê de ziman, wekî vebêjê metnê (yanî yê ku di metnê de diaxive) di metnê de aktîf e. Ziman bixwe mijarek e ku gava em metnê dixwînin em dibînin gelek kelîme ligel maneyên xwe yên cuda cuda ha- tine bikaranîn, yan jî di nava kelîme û perçeyên ziman de leyîzek heye. Hem nivîsandin û îmlaye de hem jî di mane û nav­sentaksê de kelîme hetta herf/deng dipeyivin… Belkî taybetiya herî mezin ya Leyl-nameyê ji metnên din cudatir dike ew e…

Aliyek din jî belkî ew be ku di Leyl-nameyê de ‘întertextuality’ heye, nizanim em wê gotina întertextualityê çawa tercume bikin, yanî tekstêntêkilhev. Yanî di Leyl- nameyê de ji Hafizê Şîrazî bigire heta Rabîndranath Tagore, ji Melayê Cizîrî heta Buda, ji Elî Şerîetî heta Nedîm, ji Dostoyevskî heta Helen Pichard, ji Melayê Bateyî heta Qur’anê gelek metn û xwedan­metn hene. Belkî sedema herî mezin e ew, ku zimanê Leyl-nameyê wisa lîrîk û bicoş e. Lê jixwe ‘textên’ din hemûyan daniye cihekê, bi serê xwe tesîra Dîwana Mela û Goftiguhayê Tenhayîyên Elî Şerîetî têra hestxweşiyê heye.

Her wisa ­ne wekî nivîskar lê wekî xwendevanekî Leyl-nameyê­ dikarim bibêjim zimanek taybet di wê kitabê de heye ku ew jî ji hestên kûr zaye, û ji ber wê jî xwendevan jê hez diket…

 

Pirs – 6) Di Leyl-nameyê de zêdetir tişta ku bala min kişand, sen’eta tekrîrê (alîterasyon) bû. Bi rastî herikbariyek newaze dide zimên. Karanîna vê sen’etê bawer im bala mirov dikşîne ser ciwankariya ziman a kûr û dûr û hûr…

Belê gelek kes vê dibêjin, heta wextê ku teze derketî kek Silêman li Nûbiharê gava behsa Leyl-nameyê kiriba mînakek xweş heye ew ji mişteriyên Leyl-nameyê re dixwend: “Li alî Melê me, melalî li me, dîsa me bi lalî û bi dengê bîlalî di şeva bêhîlalî bi gotinên ji kelîmeyan xalî, ber bi esmanan ve dikir perwazî…” Belê ew zimanê kitabê hinekê nêzîkê şiirê diket û aheng û melodiyekê didete metnê. Nizanim belkî dîsa tesîra Melayê Cizîrî bo xwe bikime behane û hecet.. lê ne bi zanayî ew sentaks û rêzkirin çêbûye. Ji îlhamên leylîn e…

 

Pirs – 7) Di Leyl-nameyê de çarzimanî balkêşiyek din e. Erebî, Farisî, Tirkî, Kurdî bi harmoniyek ve berhemê geş û hestan coş kirine. Lê ez tiştek meraq dikim, gelo ser vê meselê qet rexne hatin kirin û çawa?

Wekî min berî niha jî gotî di Leyl-nameyê de ‘intertextuality’ heye, gelek metnên aşkera û veşartî hene. Her çend wekî Dîwana Mela û kitaba Şerîetî berhemên aşkera hene, di binê wan rêzikan de gelek berhemên veşartî û yên navên wan negotî jî hene. Ew jî wekî te gotî bi çar zimanan in lê Erebiya min baş nîne û di kitabê de jî tenê ayetên Qur’anê hene ku ew jî nabîte delîla zanabûna zimanê Erebî. Lê dîsa jî ew her çar ziman di nava metnê de hene.

Ne tenê li ser vê meselê, li ser çi aliyên Leyl-nameyê rexneyên baş û xirab çênebûne. Leyl-name birastî jî wekî navê xwe reş e, tarî ye. Lê ez ji wê neaciz im hetta dikarim bibêjim ji bo Leyl-nameyê bêdengî çêtirîn rê û qeder e…

 

Pirs – 8) Di destpêk û sêwirandina nav nameyên Leylîn de rihek Ustad Elî Şerîetî tête hesîn. Ew ji ber nêrîna Ustad a ku li ser eşqê ye an jî mîna eşqa Ustad a ku li hember Hz. Elî ye?

Belkî hûn jî pê dizanin Leyl-name berê ne wekî kitabekê di hişê min de bû. Yanî min ji bo Leyl-nameyê negotibû ku ez rûnêm kitabekê binivîsim. Cara pêşî min beşa Leyl- nameyê ya ewil nivîsî. Lê ne ji bo weşandinê, hema di şevên Stenbolê de ligel tenêtiya xwe min Yalnizlik Sözleri dixwend û min ew metn ji bo xwe nivîsî. Qet ez nefikirim ku dê bibe kitabek. Lê paşî di wextên cuda cuda de ligel îlhamên têkelêk min beşek din jî nivîsî û min ew di Nûbiharê de weşandin. Piştî beşa sêyê jî min nivîsî û ew jî di Nûbiharê de weşiya, êdî qirar hat dayîn ku beşek din jî bête nivîsîn û ew bibite kitêb… Lê di beşa ewil de tesîra herî mezin ya Şerîetî bû, hetta min ew nivîs îthafê Şerîetî kiribû… Vêca ne tenê eşqa Îmam Elî hema bi temamî ruhê Elî Şerîetî di vê metnê de heye, ji evîna Elîyan bigire heta estetîka Şerîeta û serbilindiya Ebûzerî her tiştê Şerîetî ez di vê kitabê de pêçame…

 

Pirs – 9) Leyl-name ji ber ku tama eşqa heqîqî bide, bawer im di bîr û bedrên kûr de “Leylayek” hewandiye. Ango ji bo kemilandina evîna îlahî bi evînek mecazî rê ve çûye. Mîna ku hûn dizanin Melayê Cizîrî jî dibêje: “ Têgihiştina ‘Ew’ê de divê ‘Ez’ û ‘Tu’ hebin.”

Ya rastî pirsek zor û kûr e. Lê Melayê Cizîrî çawa dibêjît ku:

Dil yek e dê ‘işq yek bit ‘aşiqan yek yarî bes

Quble dê yek bit quluban dilberek dildarî bes

Yanî di dil de di qelbê de “evîn” yek e. “Leyla” yek e. Lewra ‘işq bixwe yek e…

 

Pirs – 10) Çend helbestvanên qedirbilind ên Kurd bi sêwirandin û metaforên xwe di hişê xwendavanên xwe de cih girtine û em dikarin bibêjin bûne ekol. Mînak wek ekola “JAN”ê. Lêbelê em jî fikirîn, di nav van nameyên Leylîn de dibe ku ekolek “ŞEV”ê derkeve. Gelo hûn çi difikirin an hêvî dikin?

Belê, ekolbûn îdiayek mezin e û her wisa li ser çapkirina Leyl-nameyê tenê ew e 5 sal derbasbû. Eger bibe ekol jî 5 sal wexteke kurt e. Lê dîsa jî belkî ne di çarçoveya ekolekê de lê di çarçoveya tesîrjêvergirtinê de ez dibînim piştî ku Leyl-name hatiye çapkirin û geheştiye xwendevanan metofor û îmaja “şevê­leylê” di şiir û pexşanan de zêdebûye. Hinek xortên ku di vê dawiyê de şiir û nivîsên lîrîk dinivîsin Leyl-nameyê bo xwe wekî mînakekê dibînin.

Birastî ne wekî nivîskarekî lê wekî xwendevanekî ew yek min keyfxweş dike. Lê dîsa jî wekî min gotî îddiaya ekolbûnê îddiayek mezin e û tesbîta wê jî ne karê min e. Belkî di pêşerojê de dîroknasên edebiyata Kurdî li ser wê tesbîtan bikin…

Nivîs: Ji Kovara Pêngavê hejmara 3yan hatiye standin (2011-2012)

Hevpeyvîn: Kenanê Nado

Derbar Çand Name

Check Also

Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply