Gelo em ji bo çi birçî dimên?

Rojî; di wexta fecrê de hetanî roava û nimêja mexrib, xwarin , vexwarin, li minasebeta cînsî û li galegalên nebaş xwe parastine û jê bi dur ketine.
Di Qur’ana Pîroz, sureya Beqara ayeta 183an de:” Gelî yên ku bawerî anîne! Rojî girtin çawan li ser umetên berya we hatibu ferzkirin, her wiha li ser we jî hatîye ferzkirin; da ku hun (bi rojî girtinê)xwe (ji ezabê Xweda ) biparêzin.”

Dîsa di ayeta 184an de wusa dibêje;”Li ser we hatiye ferzkirin ku hun çend rojên bi jimar rojî bigrin. Êdî kî ji we nexweş be yan jî rêwî be bila bi qasî rojên ku ( di nexweşî û rêwitiyê de xwariye) di rojên dinda rojî bigre. Ew kesên ku (ji pîritî û nexweşî yê ) nikarin rojî bigrin, diwe ji ber her rojekê vê xwarinekê/fîdyekê bidin; ku (ji ber her rojekê ve) xwarinê bide belengazekî. Êdî kî ku bi dilê xwe zêdetir bide lewra ew jêra çêtir e. Eger hun (di gel zehmetiyan jî ) rojî bigrin êdî ew ji wera çêtir e. Eger hun bizanin.”

Dîsa di ayetta 187an de dibêje;”…(bi şev) heyanî ku tayê spî ji tayên reş ( sibeh ji şevê) kişf bibe bixwin û vexwin, piştî şefaqê da rojîyê bidomînin heyanî êvarê…”

Rebê Alemê bi awakî eşkere hudud û tuxubên rojîyê beyan dike.
Rojî ne ku, di xezîneyên Rebbê Alemê de nî’met û fêkîyên Xwe kêm dibin û ji bo tasarruf ê emir dike, haşa. Rebbê Alemê ji bo paqijiya me û, alîkarya xizanan, rojî emra me kirî ye.

Xwedê jê razî be Bedîûzzeman di Mektuba 29an de dibêje;”Ew ne’metan ne milkê min in. Ez di xwarin û vexwarina wê de ne azad im; naxwe malê yekî din in, û nî’metê Wîne. Ez li benda fermana wîme.”
Dîsa dibêje;” Mirov ji alîyê debarê ve bi awayekî cuda/biferq hatine afirandin. Cenabu Haq li ber vê cudatî yê dewlemendan vedixwîne bo alikarya xizanan.

Hal bi hal dewlemend halê xizanan nizanin. Ancax bi birçîtiya rojî yê dibe ko bi rewşa dilsoj ya xizanan û birçîtiya wan bihesin. Eger rojî neba, dibe ku gellek dewlemendê nefisperest hebin ku nizanibin ka birçitî û xizanî çiqas zore û zehmete û ewana çiqas mihtacê şefqetê ne fêhm nakin. Di vî alî de rojî, şefqeta hemcînsê xwera esas a şûkra heqîqî ye. Kîjan ferda dibe bila bibe, dibe ku yek ji wî xizantir hebe. Ew kesa mikellefe ku ji wî xizanîra şefqetê bike. Û bigihêje hawara wî kesî. Ew jî bi hîkmeta birçîtîya rojî yê tête femkirin.”

Dîsa dibêje;”Qur’ana Hekîm hemîn, di meha remezanê da nazil bîye. ji bo ku xwe ji dema nazil bûna wê re amade bike û bi pêşniyaziye ke baş wê xîtaba semawî pêşniyaz bike.”

Di remezanê de; xwe ji tiştên sûflî vekişîne, û bi ruhê xwe teraqî bike ku wê xîtaba Rebbê Alemê Nura ku taritî ya însaniyetê ronî dike û ji cesedê hişkra çawa ku jiyane, bi rihê xwe mixateb be û xweş fêhm bike.

Ew Qur’ana Pîroze ku, ji her derdî re dermane. Ji bo dunya û axretê re, rêbereka bê hemtaye. Di rojiyê de ruhaniyeta însanan pêşte dere. Fabrîqa me’deyê di tehtîlê/betlanê daye, ruh jî di tereqiyê daye. Ji bo wê hîn zêdetirîn Qur’ana Pîroz tête fehmkirin. Ew çar esasê ku di her ayetêda her tim hene ( Tewhîd, Nibuwet, Haşir û Edalet) a Rebbil Alemîn xweş tête fêhmkirin.
Ji bo ku însan tevgera xwe ji gor Qur’ana Pîroz bigerîne. Ne bibe zalim û, ne jî bibe mazlûm. Bi saya rojiyê û birçîtiyê de, û bi rehberiya Qur’anê de, li sirata mûsteqîm şaş nebe û li axretê poşmam nebe.

Adem
Dema weşandinê ya di Çandnameyê de: 9.06.2016

Derbar Adem Murteza

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply