Rêzehevpeyvînê Jina (27) – Xecê Rêdûr

“Bingeha xebatên min ji bo mafê zarokan û jinê ye dûrî her nijadek, rengek, zimanek, cinsek…”

1-Lokman Polat – Pirs : 1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Xecê Rêdûr – 1. Xecê Rêdûr ,1997 ê ji rojhilatê Kurdistanê bajarê ûrmiyeyê ,zanîngeh beşa lîsansê a rêveberiyê bi dawî kiriye û niha jî ji bo beşa lîsansa bilind beşa maf dixwazim bixwînim…
Xwendekar û nivîskar herwisa çalakvana mafê zarokan…bingeha hemû xebatên min xebatên ku dikim mafê zarokan e …
Herwisa dixwazim di şano û sînemayê de cih bigirim ji bo mafê zarokan dixwazim bibim lîstikvan û herwisa bi projeyên din dixwazim ji bo mafê zarokan damezirînim…

Teyrê Keskesorê2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Xecê Rêdûr – 2. Min nivîskarî sala 2016′ an de destpê kir û berhemekî min, min wergerandiye bi farsî bi navê “Xezala Gerdendirêj” , carcaran ji bo zarokan helbestan di kovaran de didim çapê, û yek jî min bixwe nivîsiye li weşanên ”Morî Zarok” bi navê “Teyrê Keskesorê” sala 2020 an da çapê, naveroka wê kurt û kurmancî li ser “hestên jinê ên nazik in”di pirtûka Teyrê Keskesorê de dema gula Aryayê winda dibe û çivîka Şivanxapînok wê dixapîne ku dê bibe alîkar gula xwe bi dest bixe lê wê dibe winda dike. Yanî jin ku gulhez in ew gul hestên jinê ye û ji ber wan hestên xwe ên nazik û paqij û xwezayî ew tên xapandin û winda dibin …
Ew cihê ku ez dibêjim Arya hima ji xwe re stranan dibêje û ber bi aliyê gulan ve dimeşe anku wir de dixwazim bibêjim ku gula guldexwînê gelekî ji dengê jinê hez dike bigiştî naxwazim taybetmendiya navbera wê û hezkirina bi jinê rave bikim tenê min ev bo mînak got ku ev pirtûk li jinê û hestên wê ne wekî din dixwazim xwîner bixwe pê derxe….û herwisa min helbesta wê jî bi zimanê jinê jî têde bikar anîye.
Piranî pirtûkên ku min nivisîne heya niha li ser êş û azadiya jinê bûne min sê pirtûkên din ku hê nedane çapê ew jî kêm û zêde li ser jinê û wate azadiya jinê ji bo civak û zarokan ez piranî êşa jinê di pirtûkên zarokan de diqêrim …

3 – Hinek nivîskarên kokkurd bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Yên kokkurd ku bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne?

Xecê Rêdûr – 3. Piranî kurdên me nivîskar an helbestvan bi giştî kesên dest bi qelem di dîrokê de hatiye îsbatkirin ku wan bi zimanekî din berhemên xwe afirandine û çalakî kirine û asmîle bûne , lê wek ku dibêjim zimanê ku hatiye kuştin pêwîstî tiştekî nake ew hêjayê çalkirinê ye lewma min tercîh da ji bo ku zimanê min neyê kuştin ez hebim miletê min hebe zimanê min zindî be min dest bi nivîsandinê kir û zarok ku xîmê zimanê kurdî ne wek mînak eger bixwazî xaniyekê ava bikî lê ew xanî bêxîm be û ji xîmê wê destpê nekî ê bi ser te hilweşe . li rojhilatê cihê edebîyata zarokan gelek vala bû û ji bo ku hebe min dest bi çalakiyê kir…
Herwisa dema ez zarok min gelek kes ku wateya jiyana min bûn winda kirin lewma jî nebûna wan bû sedem bibim nivîskara zarokan ku ti zarokek wekî me bi hesreta zimanê dayikê mezin nebe …

4 – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Xecê Rêdûr – 4. Min fikirek an demek ji bo kesên ku hatine asmîlekirin tuneye helbet ez dijî tu zimanekî nînim her însanek serbest e bi çi zimanê binivîse bi min ne pirsgirêk e, bes tirajedî ew e ku tu zimanê xwe, netewa xwe , êşa gelê xwe , hebûn û nasnemeya xwe ji bîr bikî û nas nekî ew e helbet bi min kesê ku kurd e lê ji bo miletekî din diafirîne pi min ew ne hunermend an rewşenbîr an nivîskarê gelê kurd e ew bixwe kurd e lê behemên wî/ê nîşan dide ku ne ê gelê xwe ye belkî bi wê hebûnê zarok û ciwanan jî bi wan berhemên xwe asmîle dike …

 

5 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Xecê Rêdûr – 5. Edebîyata nivîskî bi salan bû belkî nebûna wê nîşan dida zimanekî bi navê zimanê gelê kurd heye an tuneye yanî eger behsa zimanê kurdî hatiba kirin xelk şaş dima lê bextewerane piştî ku ciwan û gel rabûn ser xwe hêdî hêdî zimanê me hebûna me nîşan dide herçiqasî ciwan bên meydanê bixebitin û berhemên xwe bi kurdî biafirînin hebûn û nasnameya me ê rengîn be û em ê alaya zanistê bilind bikin …û cihê gelek berhemên edebî nava zimanê me de valahiya wê tê hîskirin lê hêviya me bi hebûna ciwanan pirr bilind e divê em hebin û biafirînin û bi pêşketina edebiyata nivîskî hebûna xwe nîşanî cîhanê bidin …

6 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Xecê Rêdûr – 6. Çîrok dayika edebiyatê ye û nasnameya mirovan pêk tînin, Bi min di dîrokê de ku edebiyata devkî zêde serî bûye bav û kalên me her cûre serpêhatî kirine çîrok û pêştir bûye û vegotine û di nava gelê me de maye ew veguhestine bi roman ,şano û heya astekî helbest û heya niha jî berdewamiya xwe heye …

7 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Xecê Rêdûr – 7. Bi perwerdehiya zarokan. ..

8 –Te pirtûkên zarokan nivîsiye. Rewşa edbiyata zarokan çawaye? Pirtûkên ji bo zarokan têra xwe hene yan na? Di edebiyata zarokan de kîjan hêl qels maye û kîjan hêl serketiye?

Xecê Rêdûr – 8. Edebiyata zarokan gelekî qels e di her hêlekî de ew qels e û ji bo malbatan ne girîng e û pirî caran dibînim ji wan re bêwate ye û giringiyê nadinê û her çiqas em biafirînim û bixebitin dîsan jî ji bo wan kêm e ji ber ku zarok destpêk û bingeha her tiştekî ne eger ew perwerde nebin û xebat ji wan re neyêkirin em ê çawa bikaribin hebûna xwe nîşan bidin û zindì bikin…lê carê di her hêlekî de qels e hêvîdar im îro pê ve wateya wê bêzanînin û girîngiyê bidin zarokên xwe herwisa piştgirî ji aliyê gel û malbatê û wê çaxê dikare bingeha xwe ava bike bibe zimanekî fermî û li dibistanan zarokan perwerde bikin bes ji ber wê rewşê pêwîstî piştgiriya malbatan û gel e …

9 –  Mijarên berhemên te çinin? Di nav wan mijaran de mijara evîn û evîndariyê jî hene?

Xecê Rêdûr – 9. Mijara berhemên min ku piranî ji bo zarokan in ez zêde li ser maf û edalet û perwerdeya zarokan rawestame yanî şopdarên rêya heqîqetê bin û mafê her tiştekî însan, xweza, ajal,derdora xwe …ew nas bikin û biparêzin heya mafê xwe jî bi dest bixin her wisa wek ku min got pirî caran ser azadiya jinê li civakê ye nas bikin ku eger dayikek nirx û wateya wê neyê zanînin an azad nebe wê gel çawa nirx û azadiya xwe bi dest bixe piranî wan hînî zarokan dikim ku nirx û azadî û wateya jin û dayikên me destpêka jiyan û her tiştekî ne…
Belê evîndarî bi welatê xwe ,zimanê xwe ,dayik û bavên xwe,xweza û ajal herwisa wateya jiyaneke birûmet…pêşî însan di evînê de rûrast nebe nirxa jiyanê wî/ê ê tunebe û wateyê dide jiyanê temenekî tendirust û dirêj pêşkêşî însanan dike …

10 – Tu di dema niha de çîrok,  helbest û romana kurdî di çi astê de dibînî, roman, çîrok û helbesta nûjen a kurdî di çi warî de ye?

Xecê Rêdûr – 10 – Ji vê rewşa Kurdistana sînordarkirî
têde û berbendî û qedexetiya ser zimanê kurdî paşve mana çandî û hunerî tiştekî asayî ye .lê di wan şert û mercên heyî de gelê kurd pêveçûnên berçav li warê roman,çîrok, helbest û hunerê de hebûye. nivîskaran gelek roman û çîrokên binirx afirandine û diafirînin. ne xasma li welatên Ewropa ku serbestiya nivîsînê zêde ye,em dibînim berhemên hêja ji layê nivîskarên dîyar û pir xebat hatine çap danê û dikevine ber destê xwînberan. Lê mirxabin ji ber nebûna xwandingên kurdî û xwandina fermiye zimanê kurdî li cî û navçeyên bin desthela hikûmeranan li Rojhilat, Rojava û bakûrê Kurdistanê ,xwînerên kitêban li kêmanîyê dene.

Roman,çîrok û helbestên nûjen ,li rêbaza xwe da hêdî hêdî cîyê xwe li nav edebiyata kurdî de vedike û guhertin cî anîne û hogirên gelek dest xwe va anîne. lê hê cîgeha xwe ya tam peyda nekiriye.
ji bo xuliqandina berhêm binirx bikar birina tiknîk û formên zanistiye rojê pêwîste. motale û şarezayî liwarê çand û hunerê yek ji pêdawîstiyane .

11 – Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî? Gelo di nav eniya edebiyata kurdî de valahiya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn? Tu çi difikirî?

Xecê Rêdûr – 11- Mixabin ta( heya) niha rexne û rexnegirî weku pêwîst bi wateya xwe li ser deq û nivîsarên kurdî yên edebî cî nehatiye. piranî rexnegiran bera pênivîsa xwe daye ser îrad girtinê û glî û gazinan,û ser başiyên berhemê nefukurîne. li halekêda li rexneya wêjeyî da gereke xalên baş û nebaş
ji hev bêne xuyakirin û hilsenkandin divê zanistî û be xerez be rexne bi wateya hilsenkandinê,bilî kivş kirina babetên baş û nebaş e berhema edebî ,danasîna mebest û armanca danerê berhemê jî berxweve digre. wêca tê dîtin li hilsenkandin û li mihekê dana karên edebî ,rexnegir tekez ser eyb û îradên wê disekine. bi nêrêna min rexneya edebîya kurdî dibe berfirehtir ji a heyî rîya xwe bi şêweyek zanistî ji alîyê rexnegirên
Pispor û lêzan bidomîne daku bibe egera derketina berhemên baş û binirx .

12 – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina  kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

Xecê Rêdûr – 12: Bi sedan kitêb û pirtûkên wêjeya kudî li hundirê Kurdistanê û li welatên dereke hatine çapkirin û
car bo carê berhemên edebî tên weşandin,bona nirxandin û
hilsenkandina wan berheman hewceyî bi hebûna kovarên taybet û terxankirî bi rexneyê û nirxandnê heye .her wesa pêdivî ye li torên civakî û mesmedyayan da bihayê bidine hilsenkandin û nirxandina kitêbên wêjeyî.

13 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandore kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî? Û herweha Tu ji berhemên (roman, çîrok, helbest û şano) kîjan nivîskarên cîhanê hez dikî?

Xecê Rêdûr – 13. Zêde bandora edebiyata derve li ser min e û pirî caran pirtûka ku dixwînim wek xususî/taybet bi kesî re parve nakim ku ji kîjan nivîskarî hez dikim an bandora kîjanî heye… bes bigiştî ez nivîsên wan nêzî rastiya xwe dibînim û tenê ew dikarin min qane bikin û bi bandor bin herwisa bandora roman û edebîyata Rosî pirr ser min heye ez zef ji romanên wan hez dikim…

14 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Xecê Rêdûr – 14. Mihemed Uzun.

15 – Te qet pirtûkên min xwendiye?

Xecê Rêdûr – 15. Belê pirtûka te min xwendiye û wek nivîskar û mamosteyekî kurd bi hebûna cenabê te şanaz im ”Çîrokên Rengîn” pirtûkekî tijî ji çîrokên bi wate ne ku her êş û tirajedî û baweriyên civakê ên şaş aniye ziman û meriv pê re jiyanê dike …yanî pêşniyara min ew e divê ev pirtûk li her malekî de hebe ku bi saya wê pirtûkê ew baweriyên şaş ji holê rabin…
Pirtûkekî pirr jêhatî dema xwîner wê dixwîne tu yê qey bêjî hevalek e bi te re rûniştiye ku derd û kulên xwe ji bo te tîne ziman û mirov gelekî nêzî xwe dibîne herwiha hîs dike …mînakên te pirr bin mamoste

16 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Xecê Rêdûr – 16. Niha xebatên min ji bo zarokan projeyên wek şano ,sînema ,derhênerî,berhemên tvyê ji bo perwerdehiya zarokan lîstikvanî herwisa projeyên mafî ji bo mafê zarokan û jinê ,çapa pirtûkên nû ji bo zarokan ,

17 – Gotina te ya dawî…

Xecê Rêdûr – 17. Bi hêviya serkevtinê ji bo gelê me bi hêviya ku hemû ciwan û jinên me ji bo serxwebûna zimanê me bên meydanê bixebitin bi hêviya ku malbatên me girîngiyê bidin perwerdehiya zarokên xwe û sipasî ji bo we jî ez bi vê hevpeyvînê gelekî kêfxweş bûm ku hêvîdar im ev hevpeyvîn kevn bibe û hemû daxwaz û xeyalên min ji bo mafê jin û zarokan bêne cîh .
Serkevtin

 

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply