Meha Remezanê û Girtina Rojîyê

Qîmeta meha Remezanê çima wûsa zêde ye?  Qur’ana pîroz di vê mehê da înzal bûye.

Xwedê ayetekî de wûha ‘emir ferman dike û dibêje:

“(Ev rojên bijimar) Meha remezanê ye, ew a ku Quran tê de hatîye şandin ku ayetên we ji mirovan re rêber in û ji bo veqetandina heq jî batilî delîlên eşkere ne. Êdî kî ku ji we ev meh bi ser da hat (ku li malê be û li ser hêza xwe be), bila di vê mehê da rojî bigre. Çi kesê (ku di van rojen de) nexweş be yan jî rêwî be (rojîya xwe jî tê de ne girtibe) bila bi qasî wan rojên ku di wan da rojî negirtîye, di rojê din de bigre. Xwedê T’ala ji bo we rehetîyê dixweze û zehmetîye naxweze. (Hûn fitrîbin qeza bikin) da hûn meha Remezanê bêkêmesî bigrin û ji ber ku hûn rastê rê kirin Xwedê T’ala mezin biderin û (barê we sivik kir) da ku hûn Xwedê T’ala bişêkirînin.” (Beqere 185)

Qur’an başî, xirabî û nerindiyê hev vediqetîne, rêya heq mirovan nîşan dide. Qur’an gotinên Xwedê ye.   Vê mehê de şeva Leyleyê qedir heye ku ev şeva serbiserî hezar mehî ye. Qedrê vê şeva mubarek jî, ji Qur’anê tê. Qurana ‘ezûmuşşan vê şevê înzal bûye. Ji bo van bûyeran jî navekî vê mehê jî meha Qur’anê ye. Vê mehê da misilman zêde zêde Qur’anê dixwînin û ser mijûl dibin. Vê mehê de mukabele têne kirinê. Hin mirov jî bi tenê Qur’anê xitim dikin. Misilman vê mehê de zêde zêde dia dikin. Jixwe vê diayê vê mehê jî alîye Xwedê ve zû qebûl dibin. Misilmanê dewlemend vê mehê de zêde zêde xêr û xêratan belav dikin. Şerpeze,perişan, xizan jî pê van xêr û xêratan îdara xwe dikin. Vê mehê de fitir ser misilmana ferz e. Ev jî dibe sedema civak alîkarîya hev bikin. Xizan, dest teng jî alîyê aborîda hinkî rehet dibin.

Mirov hinkî navberê dide şûxûlê dinê, hin wext ji xwe re vediqetîne wek mînanî hesabdarekî hesabê xwe digre, pêve kêmasîya  xwe dibîne û kêmasîya xwe jî temam dike. Xwedê însan bi tenê ji bo vê dinê ne şandîye. Bawerîya mûmin, ev dinya cîhê ezmûnê ye. Lê belê cîh û warê bê dawî axret e. Mûmin dest vê dinê jî bernade û dixebite, dest axreta xwe jî bernade, ji bo axreta xwe jî dixebite. Haja mûmin vê heye ku male dinêra jî hewce heye, axretêra jî hewce heye. Cûdahîya mûmin û kafira ew e ku, mûmîn vê dinê çi ‘emelekî bike bila bike hemû ‘emelê xwe  ji bo rezayê  Xwedê dike. Meha remezanê  jî ji bo van tiştana derfetekî pir mezin e.

Li gor salnemeya hîcrî meha Remezanê, rojî girtin ser misilmanê aqil, xama û bê asteng ferz e. Ferzîyeta rojîyê ev ayeta Xweda ye:

“(Ev rojên bijimar) Meha remezanê ye, ew a ku Quran tê de hatîye şandin ku ayetên we ji mirovan re rêber in û ji bo veqetandina heq jî batilî delîlên eşkere ne. Êdî kî ku ji we ev meh bi ser da hat (ku li malê be û li ser hêza xwe be), bila di vê mehê da rojî bigre. Çi kesê (ku di van rojen de) nexweş be yan jî rêwî be (rojîya xwe jî tê de ne girtibe) bila bi qasî wan rojên ku di wan da rojî negirtîye, di rojê din de bigre. Xwedê T’ala ji bo we rehetîyê dixweze û zehmetîye naxweze. (Hûn fitrîbin qeza bikin) da hûn meha Remezanê bêkêmesî bigrin û ji ber ku hûn rastê rê kirin Xwedê T’ala mezin biderin û (barê we sivik kir) da ku hûn Xwedê T’ala bişêkirînin.” (Beqere 185)

Delîleka ferzîyeta rojîyê jî ev hedîsên  pêxember in:

Îslam ser pênc tiştan hatîye ava kirinê: “Şehadetîya xeyrî Xwedê tu îlah tunînine û Hz.Muhammed jî hem qulê wî hem jî  qasidê Wî ye. Nimêj kirin e. Dayîna zekatê ye. Çûna Hec e.  Girtina rojîyê ye.” (Bûharî, Muslîm)

Carekî Hz. Rasulullah (‘eleyselatu wesselam)  bedewî (koçer) kî re wûha gotîye:

‘’Xwedê rojîya meha Remezanê kiriye ferz’’ (Bûharî, Muslîm)

Pênc jî rûknê Îslamê hene, yek jî ji wan ruknan Rojî ye. Wateya rojîyê li gor Şer’î ewe ku:  Şeweqê heta roj çûna ava tiştek rojîyê betal dikin meriv van tiştan neke û xwe van tiştan biparêze.

Rojî perwerde nefsa însana ne. Însan gava rojîyê bigre nefsa xwe perwerde  dike. Dikara nefsa xwe xwedî derkeve. Ne hêle nefsa wî pey şeytîn here. Nefsa xwe dike xwlamê Xwedê. Ji bo perwerda nefsê rojî tiştkî nedîtî ye. Ji bo perwerdehîya nefsê derfetekî pir mezin e. Kî bikaribe nefsa xwe perwerde bike nehêle nefsa wî xweserî xwe tişta bike, têxe bin bandora ‘emrê Xwedê ew însana ÎnşaAllah ehlê cennetê ye. Lê kî jî nefsa xwe nikaribe ew xwe têkeve bin bandora nefsa xwe, wê gavê wî merivî mala xwe xirab kirîye, haja wî jî li wî tunîne. Rojî zehmeta tî û birçîbuyînê tîne bîra meriva. Meriv jî wê gavê Xizana, destenga, perîşanan tîne bîra xwe haja meriva li wan çêdibe. Meriv wê çaxê alîkarê feqîr û fiqara dike. Peşî gotinekî me Kurda heye dibe: ‘’Zike têr çi haja zike birçî heye.’’ Ev gotinekî pir rast e. Aha rojî vê tîne bîra dewlemenda. Merivekî bo rezayê Xwedê rojîyê bigre nefsa xwe bikaribe Xwedê bexşekî mezin û bê hesab dide wî qulê xwe, lê wî qulê xwe jî razî dibe. Rojî tenê ne tî û birçî mayîn e. Di gel rojî exlaqê mirov jî  baş bike. Mirov peyvên kotî na axive, tiştên ne baş nake, hertim ‘emelê qenç bikardîne.

Selam û Dia

 

M.Emin Can
Dema weşandinê ya di Çandnameyê de: 19.04.2020

 

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply