Gelo hûn dizanin ku ji bo xewek tendurist çi bikin? Prof. Dr. Ahmet Aydin diyar kir ku bedenek saxlem di xeweke bi tendurist de derbas dibe û ji bo vê jî divê hûn çi bikin. 1-Divê hûn zivistanê dirêjtir razin. Lê divê ev herî zêde 9, herî kêm 5 saet be... 2-Divê êvarê piştî saet 21:00an li televîzyonê temaşe nekin û kompîturê venekin 3-Divê hûn mîqdara ronahiya mala xwe piştî tarîbûnê kêm bikin. 4-Odeya ku hûn tê de radizê divê bi tevahî tarî be. Melatonîn di vê rewşê de pir baş tê derxistin. 5-Divê hûn tiştekî nêzî dema razanê nexwin. Divê hûn şîva xwe herî kêm 2 saetan berî razanê bixwin. 6-Germahiya odeya weya razanê divê ne zêde be û ne jî ji 21 pileyî derbas bibe. 7-Divê hûn piştî nîvro vexwarinên kafeînkirî yên wekî çay an qehwe venexwin. 8-Divê hûn alkol û şekir ji jiyana xwe derxînin. 9-Divê hûn bi goreyan ranezên. 10-Divê hûn bi ronahiya mûmê pirtûkek aram bixwînin. (Heke piştî hemû tiştên ku we kirine dîsa jî tengasiya we heye ku hûn bikevine xew ê.) 11-Divê hûn berî razanê serşokê bikin. 12-Divê hûn serê sibê xwe bi xwe şiyar bibin, dev ji adetên hişyarbûna bi alarmê berdin. 13-Di nav nivînan de divê hûn TVyê temaşe nekin. 14-Divê hûn berî razanê vexwarinên avîn venexwin. 15-Dema razana we divê her tim wek hev be. 16-Divê hûn her roj herî kêm 30 hûrdeman werzîşê bikin. 17-Pêdivî ye ku hûn dermanên ku dikarin xewa we xera bikin heya ku gengaz be bikar neynin. Çavkanî: hthayat.haberturk.com