Revîn, ji rehên xwe yê kevneşopiyê: Unorthodox

Unorthodox, rêzefilmeke kurt yê platforma dijîtal a Netflixê ye, ku di 16ê Adara sala 2020an de hatiye weşandin.

Ev rêzefilma hanê ji aliyê nivîskar Deborah Feldmanê ve di sala 2012ê de, bi navê Unorthodox: The Scandalous Rejection of My Hasidic Roots (Ne Orthodox: Redkirina Skandala ya Rehên min ên Hasidic) wek pirtûkeke bîranînan hatiye nivîsîn.

Çêkerî û senoryonivîsîna rêzefilmê ji aliyê Anna Wingerê û Alexa Karolinksyê ve hatiye çêkirin û derhêneriyê jî Maria Schraderê dike. Herwiha rola sereke ya rêzefilma Unorthodoxê, ji aliyê aktrîstê Cihû Shira Haasê ve hatiye leyîstin.

Hêjayê gotinê ye ku di vê rêzefilmê de, him paşiya kamerayê him jî pêşiya kamerayê bi rêjeya jinan û bi taybetî jî rêjeya jinên Cihû gelekî zêde û berbiçav e.

Çîroka redkirina rehên xwe yê kevneşopî

Unorthodox, ji çar beşan pêktê û her beş nêzî 50 deqîqeyan e. Karekterê sereke yê rêzefilmê bi navê Esti ye. Esti, jineke Cihû ye, hêj di 18 saliya xwe de bi mêrekî terîqeta Satmarê re tê zewicandin. Ev zewac ji bînî ve jiyana karektera me ya Estiê serobino dike. Çinkû endamên terîqeta Satmarê Cihûyên herî ortadoks in û qaîde û nîzamên wan jî gelekî hişk in. Di rêzefilmê de, ji ber sedemên di nav civatê de rol û statuya jinê an jî qedr û qiymeta ku didin jinê ev terîqeta hanê bi zimanekî hunerî hatiye rexnekirin.

Esti, piştî zewaca xwe salekî şûn de êdî qet nikare di nav terîqeta Satmarê de bijî, çinkû ew xwe aîdê  wir hîs nake, biryara xwe dide ku ji New Yorkê herê ber bi Berlinê ve û ji bo temenê xwe yê mayî dest bi jiyaneke nû bike.

Wek piranî rêzefilmên serdema postmodernîzmê Unorthodoxê jî rêzefilmeke wek flashbackî hatiye amadekirin. Beşa yekemîn bigire heta beşa dawiya rêzefilmê serpêhatiyên Estiyê, wek du beşan (jiyana zewacê a New Yorkê û jiyana xwenasînê a Berlinê) hatiye nîşandan.

Cihû û rituelên wan ên rojane

Ez di vir de dixwazim pariyekî behsa ritulên Cihûyan bikim, ku di rêzefilmê de, ji hêla derhêner ve bi zanebûnî hatine pêş ekranên me. Herwiha di vir de armanceke min ê din jî ev e ku di navbera rituelên Cihû û Kurdan hemahengiyeke bînim ber çavan.

Di rêzefilma Unorthodoxê de rituelên jiyana rojane a Cihûyan di her beşên rêzefilmê de tên pêşiya me, bo mînak ev ritulên hanê yekser ji cil û bergên wan tê xuya, meriv matmayî dimîne, çawa dibe ku di vê serdema postmondernîzm de, li navenda sîsetema kapîtalîst a New Yorkê jî vê terîqeta Cihûyan adet û kevneşopiya xwe parastine.

Mînakeke me ya din jî ew e ku mirovên Cihûyên di vê rêzefilmê de dileyîstin wextê ku diketin maleke an jî odeyeke, wan destê xwe dibir ser bi situna rastê ya diwarek û wê destê xwe maç dikirin. Bi rastî ev tişt ji min re gelek ecêb hatibû. Mînakeke din jî ew bû ku danê sibehan, dema diayên xwe yê rojane de cil û bergên nû li xwe dikirin û di odeyê xwe yê razanê de li ser piya bi hereketî diayan dikirin bû.

Herwiha dixwazim hemahengiyeka rituelî ku di navbera Kurd û Cihûyan de, bi saya vê rêzefilmê ku min tespît kiribû, li vir amaje pê bikim.

Wextê ku di civata me de xwestinek ji bo zewacê çêdibe(piranî malbatên şafî de), malbata  xwezgîniyên ku tên mala keçikê ji bo hevdu naskirinê, di wê roja xwezgîniyê de, kur û keçikê dixine nav odeyeke de da ku hevdu nas bikin û herwiha ji bo vê pêvojaya hevdu nasikirinê jî wexteke kurt tê danîn ji hêla jinên malbata keçikê ve.  Min dizanibû ku ev rituela hanê tekane li cem me Kurda heye, lê bi saya rêzefilma Unorthodoxê min dît ku ev rituel li cem Cihûyan jî hêj tê parastin û berdewam kirin.

Meriv dikare mînakan zêde bike, lê ez dixwazim ku hûn bi xwe vê rêzefilmê temaşe bikin û derheqê rituel û kevneşopiyên Cihûyan ji xwe re ders û tecrubeyan werbigrin.

Mijarên ku rêzefilma Unorthodoxê li serî sekiniye

Di dawiya vê nivîsê de ez dikarim bibêjim ku rêzefilma Unorthodoxê gelek caran balê kişandiye mijarên ku têkîliya wan bi dîroka Cihûyan re hene. Bo nimunê wextê di Şerê Cihanê yê 2yemîn de, komkujiya ku Naziyên Elmanan bi Cihûyên Evrupayê kirine bi hişmendî ji hêla derhêner ve çendîn car hatiye pêşberî temaşevanan. Herwiha em dikarin van mijarên ku bi hişmendî hatine pêşberî temaşevanan bibin heta serdema Hz. Mûsa û bûyerên ku wê wextê li ser Cihûyan qewimîne jî.

Derbar Qesîm Etmanekî

Di zanîngeha Stenbolê de, beşa rojnamegeriyê dixwîne. Herwiha berhevkirina çîrokên gelêrî re mijûl dibe. Têkilî: qesimetmaneki@gmail.com

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply