Pirek Di Navbera Do û Îro De: Lawje

Hevpeyvîn: MELA MIHYEDÎN

Lawje ji sê camêrên dildar, jêhatî û qeşeng hatiye meydanê. Her sê heval ji berê de hev dinasin bi hev re xebatên xweş kirin û hîn jî dikin. Alî, Alî Îmran û Serhad li gund, bajar û metropolan yek bi yek digerin û stranên kevin û qedîm berhev dikin. Lawje tûrikê li milê xwe bi çîrok, helbest, heyranok û stranan tije kiriye û bi amurên modern ewan xebatan ji nû vejandiye. Stranên qedîm bi rîtmên modern digihîne guhdarvanên ciwan. Lawje di navbera do û îro pireke qewîn e. Me xwest em wan û xebatên wan ji nêz ve nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe ji cenabê wan kir û wan jî bersiv dan pirsên me.

Hûn ji me re dikarin hebekî qala çîroka damezrandi-na Lawjeyê bikin? Armanca Lawjeyê çi ye?

Alî: Ji 1998an heta 2000î me hevdu nasî û di van salan de me kom damezrand. Serê pêşî min û Serhad me hev nasî. He-valekî din jî hebû, ji ber zewacê ji komê veqetiya û piştre Alî Îmran tevlî me bû. Me karê muzîka Colemêrgê ji xwe re kir armanc. Bulent Çetîn û Serdar Ozdînç gelekî alîkarî dane me. Me ji xwe re rêyek diyar kir li ser muzîka herêmî ya Colemêrgê û ya Kurdistanî. Me xwest em vê muzîkê bidin nasîn.

 

Alî Îmran: Me xwest em za-nibin ka di nava muzîka kurdî de rewşa muzîka Colemêrgê çawa ye. Her netew bi muzîka xwe tê nasîn û rengê muzîka wan ji yên din cudatir e. Me xwest em fêr bibin ka di nava muzîka cîhanê de em çawa tên nasîn. Li ser van mijaran me pir nîqaş kirin, ev pirs ji komê re bû bingeh û li ser vê bingehê me Lawje ava kir.

Hevaltiya bîst û pênc salan

Evîna muzîkê kengî di dilê we de şax veda û ev çend sal in hûn karê muzîkê dikin?

Serhad: Kelkela muzîkê wexta em biçûk bûn di dilê me de hebû û niha jî heye. Ez diçûm qursa sazê. Alî (ji ber zilma Seddam malbata wî hat Colemêrgê) jî stran digotin û dengê wî pir xweş bû. Me wisa hev nas kir. Ez û Alî Îmran jî em diçûn eynî mektebê. Ji 95an heta niha têkiliya me bi hev re heye û eşqa muzîkê di dilê me de tim heye.

Alî: Di nava malbata min de hunermend û stranbêj gelek in. Eşqa muzîkê hem di nava malbata min de, hem di nava malabata Serhad û Alî Îmran de ji berê de hebû; ev yek têsîrek mezin li jiyana me kir. Li başûr mamosteyê min yê muzîkê Hesen Şerîf bû û ew hevalê birayê min bû. Me li gel hev konser jî dane.

 

Muzîk ji bo we çi îfade dike?

Alî Îmran: Bi Lawjeyê min muzîkê nas kir. Muzîk vegu-hestina çandekê ye. Bi muzîkê em xwe, zimanê xwe û çanda xwe didin nasîn û ev ji bo min serfiraziyek mezin e.

Alî: Muzîk bo min qêriyek e. Muzîk ger di jiyana me de nebît em ê bi xwe nebîtin. Muzîk mileta aş diket, muzîk milleta serfiraz diket. Muzîk û huner milet dide nasîn. Dema ez qêriyekê dikim di wê qêriyê de êş û janên berê, kêf û xweşiyên berê hene. Ne em bêyî wan dibin û ne jî ew bêyî me dibin.

Dema hûn war bi war li pey lawjeyan digerin û hûn wan qeyd dikin qet leqayî zehmeti-yan tên? Hûn dikarin serpêha-tiyek xwe ji me re bêjin?

Alî: Gelek tişt hene, ez ê hin mînakan bidim. Em çûn gundê Garê yê Şemzînanê. Jinikek hebû, navê wê Tawîs bû, emrê wê nêzîkî sed salî bû. Ebeya gund bû û gelek zarok bi destên wê hatibûn dinyayê. Jinikek zana bû. Wê jinikê ji gotinên strana heta çîrokbêjiyê di nava gund de belav kiribû. Dema em çûn Tawîs xanim nexweş bû û di nava nivînên xwe de bû. Me behsa muzîkê û strana kir, wê jî serê xwe hêdîka rakir û got “Ka hûn çi dibêjin?”. Meraq kir û hest kir rabe li gel me strana bêje, hest kir rabe bo me behsa kevneşopiyên berê bike. Lê ji ber nexweşiyê qeweta wê nemabû.

Em çûn mala jinikek dî. Beriya em biçin wê derê me telefon kir. Me got “Ka çi lazim e? Dapîra te ji çi hez dike”. Hevalê me Umut ji me re got “Ji loqûman pir hez dike”. Me bi xwe re loqûm birin û pir pir keyfa jinikê hate. Ji me re gelek stran got û me stranên wê qeyd kirin. Wexta em diçûn qeydkirina stranan tenê ne stran, me çîrokên wan jî qeyd dikir. Carna tenê derdê xwe û çîroka xwe ji me re digotin. Carekê ez çûm ba kalekî, çar-pênc saeta tenê derdê xwe ji min re got. Me guhdariya derd û kulên wan kesan dikir

 

Dema we biryar da hûn ê albu-ma Selîqe derxin malbat û der-dorê çi bertek nîşanî we dan? Di derxistina albumê de ji we re bûn alîkar?

Serhad: Divê em heqê wan nexwin, gelek alîkariya me kirin. Dudilî bûn û digotin “Tiştên siyasî nebêjin”. Me jî got “Stranên em berhev dikin û dibêjin stranên siyasî nîn in.”

Piştre hêdî hêdî dilê wan rehet bû û alîkariya me kirin

Alî: Malbat di hemû gavan de li def me bûn û alîkarî dane me. Dema me ji hin peyvan fam nedikir û xelet dikir me ew ji malbatê pirs dikir. Malbatê ji bo me stran sererast dikirin. Wan jî dixwest em karekî baştir bikin. Tenê ne malbat, gelê Colemêrgê û Hekariyan û tevlî dengbêjên xwe gelekî alîkariya me kirin. Em spasiyên xwe ji hemûyan re dişînin û mala wan hezar carî ava be.

Carekê di konsereka we ya Amedê de, we behsa mesele-ya navê albumê kiribû. Gelo we çima navê albumê Selîqe danî?

Alî Îmran: Selîqe, behsa gotina strana ye. Li Colemêrgê dibêjin selîqeya vê stranê wiha ye, selîqeya şeşbendî wiha ye, selîqeya heyranokê wiha ye. Selîqe şikla gotina stranê ye. Selîqe terz û şîrovekirina dengbêj e. Selîqe forma muzîkê bixwe ye. Mîsal heyranokê nerm dibêjin, şeşbendiyê ber-hewa dibêjin, payîzokê bi dilsojî dibêjin û stranên govendê geş dibêjin. Her selîqeya stranbêj û dengbêjan ji yên din cudatir e.

 

Alî: Di serî de navê koma me Selîqe bû, piştre me navê wê

Lawje danî. Me navê berhema xwe ya pêşî Selîqe danî.

 

Hûn ê di pêşerojê de xebatên xwe wekî pirtûk an jî belgefîlmek derxînin?

Serhad: Me neyt e em di pê-şerojê de ji stranên berhevkirî pirtûkekê derxin. Em dixwazin di pirtûkê de behsa jiyana wan dengbêjan bikin. Em dixwazin yek bi yek stranan tevlî no-tayên wan binivîsin û li gel wan ferhengoka wan derxînin.

Alî: Di destên me de stran ge-lek in û me gelek stran berhev kirin. Em dixwazin hemû arşîva xwe, wekî deng, wekî vîdeo, wekî deşîfrasyona gotinên peyvan, wekî pirtûk, belkî wekî antolojiyekê çap bikin. Ev karek zehf zehmet e û ji bo vî karî wext û ked lazim e. Em dixwa-zin ev stran belav bibin û mirov jê feyde bibînin.

 

Di ser albuma Selîqeyê re pir dem derbas bûye. Ez bawer im di destên we de pir lawje jî hene. Çavên me li rê ne, gelo albumek nû di rê de heye?

Alî: Sala borî me dest bi xebatên albuma nû kir. Me gelek stran jî aranje kir. Lê ji ber hin kar û barên şexsî temam nebû. Lê piştî albuma Selîqeyê me gelek stranên sîngle derxist. Heger meriv wan berhev bike berhe-mek ji wan derdikeve. Heger vîrûsa koronayê destûr bide em û xebatên xwe yên nû bidomînin û albumên nû derxînin. Ji bo xebatên nû haziriyên me hene.

 

Muzîka we muzîka pir enstru-manî ye û keyfek mezin dide guhdarvanan. Stranên we ji stranên anonîm pêk tên. Van stranên anonîm, bi pir-enstru-manî hûn ji nû ve jîn dikin. Ev xebatek pîroz e ji bo çanda me. Ev fikir ji ku derê derket? We çawa biryar da?

Alî: Di muzîka kurdî de, bo bakur dibêjim, kêm enstru-man hatine bikaranîn. Muzîka Colemêrgê ji rîtm û deng pêk tê. Di govend û dawetan de wexta stranan dibêjin bi dest, pî û laşên xwe rîtmê didin stranê. Stranên wan çiqasî bêenstruman bin jî dengê xwe wek enstrumanekê bikartînin. Me xwest em di Selîqeyê de pir amûr pêk bînin û bingehek wan stranan çêbikin da ku muzîk û stran bibin dostên hev. Me xwest di Lawjeyê de hem amûrên rojhilatî û hem jî yên rojavayî hebin lê dengê Lawje bila xam bimîne û stran wek xwe bimînin. Lewma amurên me ji stranên me re xizmeta dengî kirin.

Serhad: Di stranên me kom kirin de tenê deng û rîtm hebû. Nifşê nû jî dema guhê didin stranên kevin jê hez nakin. Me xwest em bibin pirek di navbe-ra do û îro de. Lewma me ens-truman li muzîka qedîm zêde kir da ku nifşên nû bi rehetî û bi kêfxweşî guh bidin van stranên gelêrî. Pir-enstrumanî ji bo me xizmeta dengî dike.

 

Bi Kurdmax Musicê re we xe-batek kir. Di wê xebatê de bi awayê zindî û akûstîkî we stranên xwe anîn ziman. Wekî heyranekî keyfa min pir ji van stranên zindî re hat. Gelo di pêşerojê de îhtîmal heye em li stranên we yên akûstîkî guhdarî bikin?

Alî Îmran: Xebata Kurdmaxê bê hazirî û spontane çêbû lê enerjiyek baş derket holê. Ji bo platformekê me nêzî 40 deqîqe konserek zîndî da. Li ser plat-formên dijîtal hûn dikarin xwe bighînin vê konserê. Xebatên akustîkî li xweşa me diçe û em keyfê jê digrin.

‘Em dixwazin stranên kevin nû bikin’

 

Meriv dibîne gelek hunermen-dên me ji helbestan stranan çê dikin, gelo têkiliyek çawa di navbera helbest û muzîkê de heye? Navbera we û helbestê çawa ye? Hûn dixwazin ji hel-bestan stranan çê bikin?

Alî: Dema em stranên xwe çê dikin em întroyên wan çêdikin. Ev întro hemû dibin besteyek nû. Wextê di navbera stranê de em hinek melodiyan dibêjin ew besteya Lawjeyê ye. Em ji helbestan dûr nîn in. Ji bilî Lawjeyê, li gel hin şanogeran, di gelek xebatan de min cih gir, wekî: Mem û Zîn, Hamlet û Toscayê. Ew stranên min di wan xebatan de gotî hemû hel-best bûn. Me ji bo wan şano-yan melodî çêkirin. Heger em wext bibînin û em xwe bidinê em ê gelek melodiyên xweş ji helbestên Cegerxwîn, Melayê Cizîrî û ji yên Melayê Bateyî derxînin. Lê bêtir em dixwazin stranên kevin nû bikin û bigihînin jenerasyona nû.

 

Hûn ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikin?

Alî Îmran: Pisporên muzîka herêmî diçin xweşa min. Li rojhilat Kamkars û Rastak, Li bakur Lawje diçin xweşa min(dikene). Kesên xizmeta muzîka herêmî dikin û didin nasîn keyfa min ji hemûyan re tê. Keyfa min ji muzîka Mîkaîl Aslan û Metîn Kemal Kahra-man re jî tê. Di nava huner-mendên jin de muzîka Rewşan Çelîker û Rûşen Alkar bala min dikşîne. Di muzîka cîhanê de Dhafer Youssef guhdarî dikim. Lîste pir dirêj e.

 

Serhad: Ji kerema xwe li playlîsta AmîdArtê guhdarî bikin. Me lîsteyek amade kiribû. Hûn dikarin li ser Spotify guhdarî bikin. Ji aliyê gotin û peyvan ve ji Nîzamettîn Arîç hez dikim. Ji hunermendên başûr ji Rahîm Alhaj hez dikim. Wekî din guhê xwe didim muzîkên Îbrahîm Maalouf, Rojda, Hanî, Mehmet Akbaş, Kayhan Kalhor… Her demsalekê guhê didim hunermendek kurd.

 

Alî: Ez gelekî ji Mihemed Arif Cizîrî hez dikim. Guhê xwe didim Eyaz, Erdewan, Texsîn Taha, Hesen Zîrek, Hesen Cizîrî. Vê demê herî bêhtir guhdariya muzîkên Afrîkayê û yên Hindê dikim. Stîla wan gelek cuda ye û muzîkên wan li xweşa min diçe. Ji muzîkên yewnanî ên enstrumantal pir hez dikim, derfetên min çêbûn min ew naskirin û li gel wan min sohbet kir. Li bakur di nava jinan de dengê herî baş ê Rojdayê ye û lê guhdarî dikim. Wekî din Rûşen Alkar, Sakîne Teyna û Mehmet Akbaş den-gên bêhempa ne. Delîl Dîlaner ji bo Serhedê kesekî rêber e, xwenas e û muzîka wî serkeftî ye. Li başûr Hesen Şerîf heye. Belkî gelek nav me negotibin lê hemû jî xizmeta Kurdî dikin û em guhê xwe didin hemûyan.

 

Hûn dixwazin bi kîjan huner-mandan re bixebitin?

Alî: Em ji hemû hunermendên Kurdan hez dikin û tu ferqê nakin navbera wan. Derfet bikeve destên me em dixwazin bi hemûyan re xebatan bikin. Xurtbûn û pêkvebûna huner-mendan hêzeke zêde dide gelê kurd. Şivan Perwer, Nîzametîn Arîç… Kî be ji bo me ferq nake. Bi Sakîna Teyna re xebatek me heye û di demek nêz de wê derkeve.

Alî Îmran: Lawje ji bo projeyên hevkar herdem amade ye. Kur-dayetî, kurdbûn, zimanê kurdî û muzîka kurdî… Bes bila navend ev bin, em ji bo hemû huner-mendan amade ne. Em dikarin bi hemûyan re bixebitin.

Serhad: Hevalên me çi bêjin fikra min jî li ser ya wan e.(dikene)

 

Muzîk hem ji siyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bibandortir e û van hemû disîplînan jî di hundirê xwe de dihewîne. Hûn li ser vê yekê çi difikirin?

Alî Îmran: Dewletên rojavayî bi Ronesans û bi Reformê pêş ketin lê em kurd bi saya muzîkê pêş ketin. Muzîk ji me re Reform û Ronesans e. Muzîk bandorek mezin li civa-ka me kiriye. Bi saya muzîkê wêjeya me, siyaseta me xurt dibe. Dema hevpeyvînek wê-jeyî çêdibe li pey wê konserek teqez heye, dema mîtîngek çêdibe li pey wê teqez kon-serek çêdibe. Kurd gava diçin nava xwezayê di hundirê wê de konserek mînîmalîst li dar dixin. Motîvasyona kurdan li ser muzîkê ye, muzîk ji bo me bêhnvedan e. Çanda devkî weke robarekî ye; her dem diherike û wê biherike jî.

Alî: Muzîk, gel kom dike. Ti qewet, ti hêza siyasî nikare vê hêzê pêk bîne. Bi saya muzîkek baş meriv dikare xwe bigihîne her kesî û meriv dikare şa-şiyên mirovan bi muzîkek baş biguherîne. Bi muzîk û çandek xurt em dikarin bala cîhanê bînin ser xwe û em dikarin bi çanda xwe, xwe rizgar bikin. Ev çend sal in karê siyasetê meseleya me çareser nekiriye. Bila bihêlin êdî huner û huner-mend vî karî bikin. Heger bi vî şeklî em nêzî vî karî bibin em û bikaribin xwe bigihînin dilê gelek mirovan.

 

Muzîka kurdî dikare zikê xe-batkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendek kurd dikare bi muzîka xwe jiyana xwe bi rehetî bidomîne? Ji bo muzîka kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Serhad: Muzîk tenê zikê xebat-karan têr nake. Meriv nikare tenê bi muzîkjeniyê debara xwe bike. Ne tenê em, gelek hunermend di vê rewşê de ne. Min endezyariya nexşeyê xwend û niha vî karî dikim û muzîkjeniya xwe jî didomînim. Ji bo me kurdan û huner-mendên me jiyan hebekî din zehmettir e.

Alî Îmran: Ez rêber mamos-te me. Bi muzîkê min kariba debara xwe bikira min ma-mostetî nedikir. Sazî, komele û dewletên ereb, faris û ermenan piştgiriyê didin muzîka huner-mendên xwe û reklama wan dikin. Di konserên wan, gelek insan kom dibin. Muzîka kurdî, bêtir ya bakur, bazara wê nîn e. Heger yek bêje “Ez ê tenê xebatên muzîka kurdî bikim û stranan ji pêşerojê re bihêlim” ji sedî sed wê birsî bimîne. Derfetên nû çêdibin bi saya medyaya dijîtal. Divê hêzên aborî û saziyên me alîkariyê bidin hunermendan, tenê ne ji bo muzîkê ji bo wêjeyê jî divê derfet bête dayîn.

Alî: Sîstemek di nava me kur-dên bakur de nîn e. Di sînema, wêne, wêje û di muzîkê de her çiqasî tu pispor bî jî her dem tu muhtacê kesan dibî, ji ber ku kesek alîkarî û sponsoriya te nake. Gelek caran ji ber van sedeman hêviyên meriv dişikin û meriv naxwaze bixebite.

Ez bi eşq û evîndarî vî karî dikim û tenê dixwazim vî karî bikim. Lê dîsa jî ew nayê wê wateyê ku pêdiviya min nîn e an jî ku jiyan bidome min bi aboriyê pêdivî nîn e. Divê kurd têbigihin ku kesên bi hunera kurdî ve eleqedar in rewşa wan a aborî nebaş e. Her yek ji wan ji dil vî karî dikin û divê gel alîkariya wan bike. Divê sîstemek bo hunermendan bê avakirin. Kesên ji bo hunera kurdî dixebitin ji bo wan fonek bê veqetandin. Divê piştgirî û alîkarî bidin wan da ku fikr û hizrên wan ne pere û aborî be, tenê afirînerî be. Mixabin ev sîstem di nava me de rûnenişt. Em her sê kes pereyê berîkên xwe didin hev û diçin stranan kom dikin. Ji ber bêîmkaniyê gelek stranên me nîvî mane.

Em bixwe serbilind in, em karê xwe didomînin û pêdivi-ya me bi tu kesî nîn e. Gelek hunermendên me pêdiviya wan bi piştgirî û alîkariyê heye.

Divê hinek alîkariyê bidin wan hunermendan da huner bi pêş bikeve, da ziman bi pêş bikeve, da hêviyên wan neçilmisin.

 

Ji bo pêşerojê xebatên we çi ne?

Alî: Heger korona destûr bide konserên me yên onlîne wê çêbibin. Stranên me yên nû wê derkevin. Em amadekariya berhema xwe dikin, ew ê demek nêz de derkeve.

 

Çavkanî:

Kovara Dilopê – Sal: 3 • Hejmar: 16 • Îlon-Cotmeh (Eylül-Ekim) 2020

Derbar Çand Name

Check Also

Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply