Nirxandinek li ser pirtûka Şerefxan Cizîrî

Edebiyata kurdî li ser koka du stunên bingehîn şax daye û geş bûye. Yek jê edebiyata klasîk a kurdî ye ku ji Baba Tahirê Hemedanî, Hecî Qadirê Koyî, Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û hwd berhemên wan ên nivîskî û stuna din jî edebiyata devkî, folklorîk ku çîrokbêj û dengbêjên kurd bi devkî gotine û dibêjin e pêk hatiye.

Pirtûka lêkolînvanê hêja birêz Şerefxan Cizîrî ya bi sernavê ”Edebiyata Devkî û Şer” di vê hêlê de lêkolîneke hêjayê xwendinê ye û divê mirov wê bixwîne. Pirtûk di nav weşanên ”Lîs”ê de li Amedê hatiye weşandin û 328 rûpel e.

Min cara pêşîn navê Şerefxan Cizîrî, nivîs û gotarên wî di kovara ”Rizgariya Kurdistanê” de dîtibû, xwendibû. Ev kovar demeke li Swêdê/Stockholmê derketibû. Li Swêdê digel vê kovara hêja gelek kovarên din yên hêja jî derketin. Xwezî lêkolînvanekî kurd yan jî xwendevanekî zanîngehê li ser kovarên ku di navbera salên 1970 yî û 2000î de li Swêdê hatine weşandinê ku piraniya wan kovarên xwerû bi kurdî bû û hinek jê jî bi kurdî û tirkî bû, lêkolîn bikira û weke pirtûk amade bikira û biweşandana. (Hemû kovarên ku li Swêdê derketine/hatine weşandin di kitêbxaneya kurdî ya li Stockholmê hene.)

Pirtûka lêkolînî a Şerefxan Cizîrî ”Edebiyata devkî û Şer” derbarê vê mijarê de lêkolîneke berfereh e. Naveroka wê gelek xurt e. Li ser 30 mijarên curbecur nirxandinên hêja hatine rave kirin. Mijarên ku di pirtûkê de ne hemû jî balkêş in, bala mirov dikşînin û mirov dixwaze bixwîne, derbarê wan mijaran de bi berferehî tiştan fêr bibe.

Nivîskarê pirtûka ”Edebiyata Devkî Û Şer” Şerefxan Cizîrî di pêşgotina pirtûkê de bal dikşîne ser dewlemendiya edebiyata devkî û di hemû waran de; ji bo naskirina civata kurd, jiyana kurdewarî, têgehên qencî û xirabî, fen û fût, deq û dolab, sextekarî, duristî, mêrxasî, tirsonekî û hwd, hemû jî di nav edebiyata devkî de têne zimên.

Di edebiyata devkî de mijara herî girîng û balkêş mijara şer e. Lewre jî nivîskar Ş. Cizîrî bi giranî û berferehî li ser vê mijarê hûr û kûr dibe, dinirxîne, şîrove dike û pêşkêşê xwendevanên kurd dike.  Ş. Cizîrî dibêje : ”Nasnameya kurdan a etnîkî û netewî, ruhê xwe ji berhemên edebiyata devkî digirt…”

Di pirtûkê de derbarê şer û di edebiyata devkî de rastiya şeran bi berferehî tê qal kirin. Mirov/xwendevan/xwîner ji pirtûkê fêr dibe ku kevneşopiya bingeha edebiyata klasîk jî li ser koka edebiyata devkî şax daye û bi formata nivîskî hatiye afirandin. Îlyada û Odeysseia, şerê Troyayê, çîrokên Skandînavyayê pêşî bi devkî hatine gotin û paşê bi nivîskî hatine nivîsîn. Destana Memê Alan, evîna Mem û Zînê jî pêşî di nav xelkê de bi devkî hatiye qalkirin, paşê westayê edebiyata kurdî Ahmedê Xanî bi formeke giranbiha û herweha bi formateke nû destanê nivîsiye. Ev destana nemir ku Ahmedê Xanî nivîsiye bûye xezîneya herî giranbiha a neteweya kurd û bûye yek ji berhemên bingehîn a neteweya kurd û wêjeya klasîk a kurdan.

Nivîskarê lêkolîner Şerefxan Cizîrî di pirtûka xwe de, di berhemên edebiyata devkî de çend kategoriyên şer hene, qal dike. Di edebiyata devkî a kurdî de, di çîrok û kilamên dengbêjan de bi giranî behsa lehengî û mêraniya mêrxasan tê kirin. Nivîskar dibêje : ”..berhemên edebiyata devkî  van lehengan îdealîze dikin…edebiyata devkî di avakirina nirxên îdeolojîk de, di sosyalîzasyona mirovan de, van lehengan û serpêhatiyên wan bi zimanekî edebî vediguhêze nava amurên neteweyîbûnê..” Binêr rûpel : 27.

Di pirtûkê de bi sernavê ”Kurdên Misilman û Kurdên Êzîdî” beşeke heye. Di vê beşê de têkilî û nakokiyên di nav wan de, dijminahî, hevûdu biçûkdîtin, pevçûn, kuştin, dijminahiya ku di nav wan de, neheqiya kurdên misilman li kurdên êzîdî û hwd, tê qal kirin. Şerefxan Cizîrî dibêje : ”Heman netew, heman milet, heman gel ji ber olên cuda hev du biçûk didîtin û hev du wekî dijmin îlan dikirin…dewletên serdest bi hişmendî ev dijmintî gur dikirin û dixwestin ku ocaxê kurdan ji dinyayê vemirînin.,,,di dîroka kurdên êzîdî de, qirkirin wekî fenomeneke civatî, wekî bûyereke eşkere ji kevnareve heye. ”Binêr rûpel : 44.

Di edebiyata devkî a kurdî de derbarê van kurdên resen, esîl û xwedî esalet, mêrxas û leheng de gelek çîrok û kilamên mêrxasiyê û destana netewî a kurdên êzîdî, destana Dewrêşê Evdî heye û hêj jî di nav gel de tê qal kirin. Di derbarê vê destana netewî de pirtûkên lêkolînî û romanên kurdî jî hatine nivîsîn û weşandin.

Di vê pirtûka lêkolînî a Şerefxan Cizîrî de jî diyar dibe ku xezîneya edebiyata kurdî, edebiyata devkî ye û edebiyata nivîskî jî li ser bingeha vê edebiyata devkî a gelêrî û folklorîk hatiye afirandin. Di pirtûkê de destana Çeleng Evdal heye. Ev destan, çîroka wê bi devkî hatiye gotin û paşê bi nivîskî hatiye nivîsîn. Wek tê zanîn destana Memê Alan jî, hem jî çend varyantên wê pêşî bi devkî di nav gel de hatiye gotin, paşê mamosteyê edebiyata kurdî, nemir Ahmedê Xanî bi formatek din û bi formek cuda, bi naverokek hinek guhertî Mem û Zîn ê afirandiye. Mem û Zîn berhemeke pîroz a edebiyata kurdî ye.

Di pirtûka Ş. Cizîrî de adet û toreyên eşîrtî û feodalî, cûdabûna olî, meseleya namûsê û jinan, li ser jinan mêrkuştin, bi hev du re şer kirin, bi hevûdu re şerê du eşîrên kurd li ser jinek û hwd, gelek tiştên toreyî, civakî tê rave kirin. Û herweha bi berferehî şerê di navbera du eşîrên kurd de tê analîz kirin.

Derheqê keleha Heranê de agahdariyên berfereh hene. Çîroka Evdirahmanê Zorbaşî û gelek tiştên din di pirtûkê de têne qal kirin. Bi sernavê ”Erotîzmê” beşek heye ku gelek bala min kişand. Bi qasê ku ez zanim edebiyata devkî a kurdî di hêla erotîzmê de gelek xurt e. Di berhema nemir Ahmedê Xanî ”Mem û Zîn”ê de jî nexşên gelek xweşik û gotinên payebilind û herweha sahneyên erotîk hene. Gotin û sahneyên erotîk berhemên edebî rengîn dike, naveroka wê xurtir û balkêştir dike.

Li gor dîtina min hêla herî qels a edebiyata kurdî a modern/nûjen ango ya nivîskî de tunebûn û kêmbûna erotîzmê ye, Ev hêl qels e. Ji hêla erotîzmê ve di romanên Bavê Nazê de erotîzm heye û him jî erotîzmeke serketiye. Lêbelê ew jî ango Bavê Nazê temenî/umrî wî ji 70yî bihuriye, êdî xirifiye û dibêje romana kurdî tune. Digel ku wî bi xwe çar, pênç romanên kurdî nivîsiye. Di hêla erotîzmê de yên ku naveroka romanên wan bi nexşên erotîk hatine xemlandin û sahneyên erotîzmê dagirtîne romanên Helîm Yusiv û Bavê Nazê ne.

Şerefxan Cizîrî di pirtûka xwe de mijara erotîzmê di edebiyatê de pir baş aniye zimên. Ez ê hevokek dirêj ji pirtûkê bigrim vir. Ş. Cizîrî dibêje : ”…di hemû berhemên edebî de ku li ser mijara şer tên ristin, erotîzm dibe beşek ji bêjeyê. An veşartî an eşkere mijara erotîzm her gav di nava herka berhema edebî de tê hunandin. Leheng an bi darê zorê an jî bi rêya evîneke dildarî bi pirsgirêka erotîzmê re pergî hev du dibe……babetên hunerî de veşartî an jî eşkere motîfên erotîkî tên hûnandin…nivîskar û hunermendên ku di xebata xwe de biserketî, erotîzmê dikin beşek ji jiyana mirovan û xeyalên ku di bin hişmendiya mirovan de hene didin der. Erotîzm, bi metodên estetîkî, metodên sosyal û wekî beşek ji jiyaneke xwezayî tê hûnandin..” Binêr rûpel : 138.

Di pirtûka Ş. Cizîrî de, di ravekirina çîroka Evdilrehman û Feyrûze de qalkirina evîneke xurt a bedenî û erotîkî heye. Evdilrehman Feyrûz Xatûne dibîne û dilê wî dikeve wê. Dilketina Evdilrehman, ne platonîk e, ne tesewûfî ye, ew rasterasta bedenî ye. Dilê Evdilrehman dikeve bedewbûna laşê Feyrûz Xatûnê. Ew keçek spehî, bedew û gelek rind e.

Di edebiyata devkî a kurdî de sembola erotîzmê memik in. Di kilam û stranên kurdî de, di çîrok û xebroşkan de gotinên erotîk memik in. Di strana li ser Evdilrehman û Feyrûzê de dibêje ; ”Bazde ser textê xatûnê, taximan û sixtikan. Sîh û sê bişkokan ji ber we vebike û cotên memikan temaşe bike. Navê wî Evdilrehmanê Zorbaşî ye, şiklî gurê cewrî ye, wekî şêrê li serçiya. Devê xwe xistibû neqeba her du cotê memikên spî ye.”  Ş. Cizîrî dibêje ”Di pirtûka Rohat Alakom de jî di edebiyata devkî de rol, sembol bedewbûna jinan û erotîzma memikan piralî pêşkêşî xwendevanan kiriye.” Rûpel ? 142.

Ç. Cizîrî behsa egîd, mêrxas û lehengên kurdan jî dike. Herweke mêrxasiya Dewrêşê Evdî, Hemê Gozê û hwd. Di edebiyata kurdî a devkî de gelek egîd, mêrxas û lehengên kurd hene ku dengbêj li ser mêrxasiya wan kilam û stran dibêjin. Yên tirkan tiştên weha tunin, leheng û mêrxasên wan tunin. Yek Koroglu heye ew jî dibêjin ku netirk e, kurd e. Digel ku edebiyata kurdî a devkî ji hêla ravekirina egîd, mêrxas û lehengên kurdan ve xurte jî, çi heyf ku edebiyata kurdî a nivîskî ya modern/nûjen di vê hêlê de qels e. Binêrin hêj romana mêrxasê mêran Emê Gozê, Hesen Keyayê Celkî, Yadîn Paşa, Têlî Xanima leheng, Şêx Evdilrehîm, Emerê Faro, Hemê Markî , Seyidxanê Mala Seydo, Îhsan Nurî Paşa, Smaîl Axayê Şiqakî, Şêx Mahmûdê Berzencî, Mela Mistefa Barzanî û hwd, gelek mêrxas û lehengên kurd yên din nehatiye nivîsîn.

Di pirtûkê de beşeke bi sernavê ”Taybetmendiyên leheng”an heye. Di edebiyatê de leheng û karekterê lehengan, taybetmendiyên wan girîng in. Ev beş ji bo nivîskaran beşeke hêjayê xwendinê ye û divê nivîskarên kurd vê beşê bixwînin. Helbet ne tenê ev beş, tevahiya pirtûkê hêjayê xwendinê ye û divê were xwendin. Naveroka pirtûkê gelek xurt e. Min beha hinek beşên pirtûkê kir, di tevahiya pirtûkê de gelek xalên girîng hene ku min behs nekiriye. Di pirtûkê de destan û çîrokên berxwedana mîrê kurdan, Xanê Çengzêrîn li hember Şahê eceman, çîroka Kero û Kulik, Segvanê Xurikî, Epopa/epîka Nuho, destan û çîroka Derwêşê Evdî, şerên Xerziyan, Mêrxasiya Muso û hwd, tê qalkirin.

Weke gotina dawî, kin û kurt ez vê bibêjim; pirtûka Şerefxan Cizîrî ”Edebiyata Devkî Û Şer” lêkolînek û berhevkirinek hêja ye. Tê de mijarên girîng û motîfên balkêş hene. Di hêla çand, edebiyat, ziman û sosyolojiya civakî de, di warê mêrxasên kurdan, adet, tore û tradîsyonên di nav kurdan de çavkaniyeke giranbiha ye. Ev pirtûk ji bo mîrasa/mîrateya edebiyata devkî xezîneyeke ku divê kurd wê bixwînin.

Di edebiyata kurdî de; ”Ku mirov li pirsgirêkên psîkolojiyê bigere, di vir de hene, ku li evîndarîya otantîk bigere, di vir de heye, ku mirov li evîna platonîk û trajedîk bigere, di vir de heye, ku mirov li evîna bedenî bigere, di vir de heye, ku mirov li şer bigere di vir de heye, û hwd.

Hemû mirovên kurd dikarin beşeke ji xwe di vê edebiyatê de bibînin. Ev edebiyat bêndereke zimanî û kulturî ye. Me bi me dide naskirin, mirovan bi mirovan dide naskirin, kurdan û gelê cîran bi hev du dide naskirin. Di encamê de mirovên kurd, hunermendên kurd ev berhem ji me re afirandine, wan bûyerên kulturî, civatî, dîrokî bi zimanê dayika xwe pêşkêşî mirovan kirine. Hostetîya xwe nîşanî me dane.”

Belê wisan e. Weke ku Ş. Cizîrî jî dibêje ye. Heger ”edebiyat û rastiyên civakî li hev du bibanin,…edebiyat û civak ji hev du sûdê werbigrin û edebiyat bibe alîkar ji bo mirovan û mirovatîyê..” Rûpel : 326.

Wek xwendevanekî pirtûkên kurdî û berhemên edebiyata kurdî ji Şerefxan Cizîrî re spas dikim ku; wî bi kurdî pirtûkek weha hêja a lêkolînî nivîsî û pêşkêşê xwendevanên kurd kir. Belê, xwendevanên kurd ên ezîz, min pirtûk xwend, divê hûn jî bixwînin.

Lokman Polat 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply