Nirxandina romana ‘Kûçik û Hesarê Bavê Min’

“Kûçik û Hesarê Bavê Min”  hevok û honandina lihevhatiye. Hevoksazî û honandin ew qas lihev hatiye. Mirov wetrê, hevokekê jê derxe wê dîwarê honandinê helweşe.

Nivîskarî vegotina bi çavê yekem vegotiye. Nexş, nemuş ê ku tevna xwe de cî bi cî kiriye, heya dawiyê didomîne. Çiroka xwe wek çilkezîya jî honandiye. Dema şoreş pêk tê pêşî qala berteka heywanan dike. Hemû hesarê dertên diçin. Piştî demekî vedigerin tên. Paşê behsa mirovê di nava hêsarê dike. Ew jî dertên diçin. Piştî demekê vedigerin tên. Nivîskar bi vî avayî çawa keziyekî hilde bihûne heya jêr were. Paşê here keziyeke din hilde û bihûne û were sêrî. Hûrgilîyên xwe hertim bi zargotinê bi remzên çandî xemilandiye.

Metleba nivîskar rexneya kiryarên tevgerên azadiyê û helbet civat bi xwe ye. Çîrok ser
malbatekê ye. Desthilatarî li ser bav hatiye sembolîzekirin. Bav ango desthilat nahêle xeynî wî tu binûwer hebûna xwe ava bike. Hemû binûwer bi xesandinê têne kedîkirin û bindest diminîn. Metaforê çîrokê gelek gelek di rêzê de ne. Kîjan wêjevan radibe desthilatiyê bi bavê serdeqetê li ser seyan hwd. sembolîze dike. Helbet metleb rexneya hijmendiya pergala mêranîyê be wê ser bavê raweste.

Bi rastî desthilatarê malbatê bav e. Lê mijareke ew qas baş vegotina wusa nazenîn û mistîk nehatiye kirin.

Bav: Desthiladar e.

Se: Ên bindest û xwedî seqetin.

Hesp: Şervanin. En berxwedêr û tekoşerin.
Lê hin caran zirarê jî didin gel

Şêr; Hêze, notirvanê goristanê; amûrê desthilatar e. Ji bo wê pişkiriya wî, hatiye xelatkirin û buye notirvan.

Xesandin; Kedîkirin an jî bêhêz hiştin e.

Li vir civatek hebûna xwe ava nekiriye heye. Ber zilma desthiladar heya naha qet xweser
nebûye. Û nizane dema xweser be wê çi bike. Ew azadiya kû kesera wî dikişand (r.53) dest dikeve lê nizane bijî. Li ber wê şûnda vedigerin hesarê. Ew qas hînê bindestiyê bûne dema azadî tê kes nizane wê çi bike. Dema hesarê dertên nizanin wê ku da herin. Dibêjin “Em ê herin ku?”. Û vedigerin têne hesarê. Heta dema bav dimire desthilatî dikeve destê kur. Piştî wê, kur diçe gora bavê xwe dikole û xwîna wî dimije. Yanê axir pêdiviya wî bav (zilimkar) çêdibe. Bêhaviliyek ew qas xurt dertê holê heta dar û kevz jî ber bêhaviliyê bêbextiyê dikin. Ev trajediyek pir xurt e.

Çirok yek çiq e. Belê peyamek heye li holê, lê bê palbişte, hurbiniyê derunî (psîkoanaliz) hema bêje qet tune. Li wir kes hene, civat heye hember zilma mezin.

Keserek ji bo azadiyê heye. Axirî ji ber bêhaviliyê (bêçareserî) serî bêbextiyê didin. Yanê tenê bûyer vegotiye. Bûyer pir girîng e. Sazkirina wê û hêzên honandinê pir baş e lê bê palpişte.

Şanyar Adir

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply