Nirxandina 3 Gav û 3darek (1)

MIJAR: nırxandına 3 gav û 3darek

Şeva dawî di jIyana Şêx Seîdê Kal de

JAN DOST

AMADEKAR: ARAM RODER

Kurtasî

Di vê xebatê de li ser romana 3 gav û 3darek / Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê Kal de şîrove, rexne û tehlîl hatiye kirin. Dema 2007 an heta roja îro çi li ser vê pirtûkê hatiye nivîsîn hatiye berhevkirin û nirxandin. Pirtûkên dîrokî çiqas wek çavkanî nehatibe nîşandan jî lê ji bo romanê dîsa hatiye veçirandin. Wek pirtûka Ahmet Karaman, Tahsîn Sever, Kovara Bîr, hwd. nivîs û gotarên ku li ser Şêx Seîd hatiye nivîsîn yek bi yek hatiye analîzkirin û sûd ji wan hatiye wergirtin.

Destpêk

            ”3 gav û 3darek / Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê Kal de” tofana bîrdoziyê ku her tim li ser kurdan de wek pêlên berê derbas dibe. Berxwedana neteweyek nîşan dide. Neheqî û ked dibin rêheval. Şer û evîn dikeve nav xeyalên bêgav. Gavên ne jimartî dibe para xeyalên sêwî. Tizbî şûna şûran digire li ser quban. Gwîz dibin hêvî di nav xeyalên sermest de. Nexweşiya civakê di bircên Amedê de li ber sêdarê dikeve govendê.

            Banga di mizgeftan de dibe şîn li ser Amedê diqîje di şevên tarî de.

 3 gav û 3darek

Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê Kal de

Armanca Vê Xebatê

            Çima 3 gav û 3darek? Çima Emîrul Mucahidîn Muhammed Seîd Elneqşebendî? Çima nebe? Di dîroka Kurdistanê de gelek kesên wek Emîrul Mucahidîn Muhammed Seîd Elneqşebendî, Xanoyê Lepzêrîn, Qazî Muhammed, Simkoyê Şikak…hwd. di nav çand û têkoşîna gel de bûne wek lehengên destanan. Ji ber vê yekê Şêx Seîd jî di nav wan kesan de tê dîtin. Wan kesan ji bo neteweyek azad bêguman têkoşînekî bêhempa dane. Ma ev ne bes e ku bibe mijara nirxandinê jî. Nivîskar Jan Dost bi hunerek evîndar wek di romanên din de di vê romanê de jî pisporiya xwe teqez kiriye.

            Di serî de jî min gotibû çima 3 gav û 3darek? Ez hez dikim ev romana ku lehengên xwe ji dîroka çanda neteweyek bindest û penaber digire ku niha li ser wê neteweyê kirinên qirêj ku tê kirin hildim dest bila ev gotina(dîrok xwe dubare dike) ku herkes dizane dîsa bi gotinên min werin ber guhên we. Min xwest ku dîrokeke bindest, dîrokeke sêwî bi awayê romanê de hatiye nivisîn ji bo we binirxînim û hestên xwe yên sêwî bi xwendina we ji sêwîtiyê xelas bikim.

Li Ser Çapkirina 3 gav û 3darek

            Romana dîrokî ya Jan Dost bi navê 3 gav 3darek di sala 2007 an li Stenbolê di weşanxaneya Avestayê de 214 rûpel hatiye çapkirin. Çapa duyem di sala 2012 an de dîsa di weşanxaneya Avestayê li Stenbolê 204 rûpel hatiye çapkirin. Dema ku min vê nivîsê amade dikir çapa sêyem jî dîsa 216 rûpel di weşanxaneya Avestayê li Stenbolê hate çapkirin. Çapa yekem bi wêneya Şêx Seîd û hevalên wî li girtîgeha Amedê de ku hewşa girtîgehê de  ne wêneya wî hatiye kişandin û li ser pirtûkê hatiye nîşandan. Di çapa duyem de jî wêneyek ku neçarîya gelekî dide berçav hatiye nîşandan. Ew wêne çi qasî neçariyê nîşan dide jî lê saweke mezin dixe dilê mirovan. Çapa sêyem de jî qapaxa pirtûkê bi wêneyek nemir ku rûniştî derketiye pêşberî xwîneran. Heta niha li ser vê pirtûkê wergerek tenê gihiştiye li ber destan. Ev werger Soranî ye. Qelemrewanê hêja kek Wirya Ghafuri di  weşanên Endêshe de gihandiye ber destê we xwîneran.

Berhemên Nivîskar

Nivîskarê hêja heta niha bi navê Mijabad (weşanxaneya Avesta û Belkî), Mîrname(weşanxaneya Avesta), Martînê Bextewar(weşanxaneya Avesta) û 3 gav û 3darek / Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê Kal de (weşanxaneya Avesta) Roman nivisiye. Xeynî wan berhema Adat û Rusûmatnameê Ekradiye(ya Mela Mehmûdê Bayezidî) di weşanxaneya Nubihar de derxistiye. Mem û Zîn di weşanxaneya Avestayê de bi nîvîseke fesîh derxistiye. Ev pirtûk li Sûriyeyê, Lubnanê û Duhokê gelek caran hatiye çapkirin. Ferhenga Kurdistanî(ya Elî Ekber Kurdistanî) di weşanxaneya Nubihar de wergerandiye. Perik (ya Selîm Berekat) di weşanxaneya Ayrinti de ji Erebî wergerandiye. Ehmedê Xanî Mem û Zîn di weşanxaneya Avestayê de bi Kurdiya îro şîrove kiriye. Bi navê Dîwana Jan helbestên xwe di weşanxaneya Avesta(2012/Stenbol) û Semakurd(2010/Sûriye) derxistiye. Kela Dimdimê manzumkî di weşanxaneya Avestayê de derxistiye. Xeynî van pirtûkan gelek gotar û nivîsên nivîskar hene. Muhsin Kızılkaya pirtûka Mîrname di weşanxaneya Îthakî de bi navê Mir’e Mektup wergerandiye.

Lehengê Sereke Kî ye?

            Emîrul Mucahidîn Muhammed Seîd Elneqşebendî kî ye? Şêx Seîdê Paloyî ye, Şêx Seîdê Pîranî ye, Şêx Seîdê Kal e, Şêx Muhammed Seîdê Neqşebendî ye. Şêx Seîd di sala 1865 an jî 1866 an li navçeya Paloyê girêdayî Xarpêt/Elezîzê hatiye dinê. 29 ê Pûşperê sala 1925 an li Amedê(60 salî) hatiye darvekirin. Şêxê Neqşebendiya ne û li nav Kurdên Zaza jiyaye. Navê bavê wî Şêx Mehmûd Fevzî û navê dayika wî Gulê ye. Li Paloyê, Xarpêtê, Melazgirê, Mûşê û Amedê perwerdeya medreseyê dîtiye û piştî mirina bavê xwe dibe Şêxê Terîqeta Neqşebendiya. Bavê wî li Paloyê koç dike û bi malbata xwe re diçe Xinisê. Di komkujiya Ermenan de piştgiriyê dide gelê Ermenan. Di Şerê Cihanê Yekemîn de ji ber Ûrisan têne Pîranê cih dibin û piştî şer mala xwe bar dike tê Qolhisara Xinisê. Pênc keç û pênc lawikên wî tên dinê. Zavê Xalid Begê Cîbran e. Hevlingê Serdar Kasım e(Binbaşı Kasım Ataç). Hevsera wî Fatma Xanim, Xwişka Xalit Beg e.

Nirxandina Gişti

Di pirtûkê de deh beş hene. Roman bi van beşan hatiye dabeşkirin: Pêşgav, Gava yekem, Gava duyem, Gava sêyem, Guldanka Sewrê, Kevirê Lozanê, Gav ku namînin ji bo avêtinê, Siya dil ya kesk, ?, Gava çarem

 Roman bi zaravayê kurmancî bi awayekê zelal û fesîh hatiye nivîsandin. Bi vegotineke herikbar mirovan dixe nav rêzên romanê. Carinan mirov xwe di nav wan kesên di romanê de dibîne û tu dibê qey serbaz ketine bin milê te, te ber bi sêdarê ve dibin. Carinan mirov veciniqe carinan jî dikeve nav pêlên evînê. Peyv li pişt peyva ketiye rêzê wek tizbiya di destan de. Wek heyber û metaforên: şijika di şimikê de, sêdarên spîndarê, saeta serkîsof, şehê ji dara gûzê, qub, tîbûn, şaşika spî, şivqelûn, titûn, werîs, şimik, gûz, kilê subhanê, desmala perê, gustîlka zîv, kevir, cîzme…  di nav rûpelan de bi awayek pisporî wek giyanewaran hatiye rêzkirin. Hemû peyv nas in, biyanî tenê negihiştina armancê ye ku xemsarî û şewatê dike dilê mirovan. Bayê spindarê mirov dixe nav rûpelên romanê û mirov tê de dihêle wek Elîfê. Hêsirên çava di nav xwe de dixeniqîne tîbûna azadiyê di nav xwe de dike pêlekan. Gav yek, gav du, gav tên avêtin. Gav hez dike ku têkçûnê ji bîr bike di nav xeyalan derbixe di nav perê dîrokê de bihêle. Gav gavan zêde dike û nivîskar di sê gavan de naqedîne ku hêviyan di xwîneran de mezin bike. Destê sibê ji girtîgeha Derê Serayê mehkûm dikin û digrin dibin ber deriyê mizgefta Mezin bi dar ve bikin. Gav xwe davêjine zarokatiyê. Bi mêrxasî xwe davêjine hembêza xortaniyê xwe tab nagirin davêjine nav têkoşînê. Xeyal û rastî di nav xeyalan de dikevine pêşbaziyê. Kîjan xeyal fantastîke kîjan rastî ye mirov pê dernaxe û dikeve nav pêlê xeyalan û mirov dibe lehengên di nav de. Nivîskar jî dikeve nav xeyal û fantastîka romanê carinan bîr dike ku ew roman dinivîse xwe berdide nav perên romanê bi helbestên xwe. Derfeta ku pirsa ji Xwedayê xwe bike her tim paşta davêje û dawiyê de xwe nagire ev hevok ”Xwedayê min, te çima…” (rûpel 202) di gewriya bi weris hatiye şidandin de dimîne. Tîbûn û av  wek motîfek hatiye bikaranîn. Tîbûn, tîbûna ramanî ye tîbûna azadîyê ye. Dîsa gûz/gwîz havêtina ser quban jî mirov dixe nav ramanên sêwî. Nivîskar di romanan gihandiye hev. Hamêsta keça Entranîk ku lehenga romana Mijabadê ye di nav 3 gav û 3darek de jî tê xûyan. Ev jî ceribandineke serkeftiye. Di romanê de dawiya dewletekê wek gayê pîr û avakirina dewleteke nû wek guran tîne ber çavan. Peymanên Sewr û Lozan wek Epîk û Lîrîk dihûne. Nakokiyên di nav alaya Hamidiye dirijîne nav perê romanê. Îroniya mîr, axa û begên kurdan wek xembarî hildide dest.

Nîvîsa yekemîn (1)

AMADEKAR: ARAM RODER

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply