Analîza Berhemên Edebî -5-

Wek min di rêzên jorîn de anî zimên, Edebiyat bi rexnegiriyê pêş dikeve, dewlemend dibe. Rexnegiriya edebî ji bo nivîskarên berhemên edebî rênîşandane, balkêşiye, xwe ji şaşî û çewtiyan xilaskirine. Rexneyên çêker ji bo nivîskaran alîkariya herî giranbiha ye.

Di nav edebiyata kurdî de şaxa rexnegiriyê qels maye. Berhemên edebî nehatine rexnekirin, analîza pirtûkên kurdî nehatine kirin. Hinek nirxandinên ku hatine kirin biyekalî hatine şîrovekirin. Berhem ya bi tevahî baş yan jî xirab hatiye nîşandan. Aliyên berhemê yên serketî û aliyên wê yên qels bi şêweyeke îlmî, zanîstî nehatiye analîzkirin. Êdî wexta wê hatiye. Divê rexnegirên edebiyata kurdî analîza berhemên edebî bikin, wan li bêjingê xin û yên serketî û yên qels hilçinin.

Ev sî salin ku komek nivîskarên kurd – ku ez jî di nav de – baş yan nebaş, serketî yan qels, bi şêweyên cure xwerû bi kurdî berhem diafirînin, pirtûkên kurdî yên nû dinivîsin û diweşînin. Bi zimanekî qedexekirî, ji bo pêşveçûna çand, edebiyat û zimanê kurdî kar û xebatên ku di van sî salan de hatin kirin, hêjayê pesnê ne, bi nirx in.

Lêbelê, êdî ew merhale derbas bû û divê berhemên edebî yên bi kurdî li gor pîvanên edebî yên navnetewî bêne analîzkirin û bi zanîstî bêne nirxandin. Di dema çûyîn de gelek pirtûkên ku weke helbest, şano, çîrok û roman hatin binavkirin di esasê xwe de li gor pîvanên edebî yên gelemperî ne helbest, ne şano, neçîrok û neroman in.

Di nav pirtûkên kurdî yên ku di van sî salan de hatine nivîsîn û weşandin de hinekên serketî û gelek yên qels hene. Di navkirina berheman de jî tevlihevî heye. Hinek berhemên ku neromanin wek roman hatine binavkirin. Ev şaşî û tevlihevî hêj jî didome. Weşanxaneyên kurdan yên Stenbolê gelek pirtûkên kurdî diweşînin û li ser berga wan pirtûkan dinivîsin helbest, şano, çîrok û roman. Lê gelo ew pirtûk bi rastî jî weha ne?

Heger rexnegirên edebî yên kurd berhemên kurdî analîz bikirana, berheman li gorê pîvanên edebî binirxandana û destnîşan bikirana ku kîjan pirtûk romane yan neromane, kîjan çîroke – novele, kîjan ceribandine, dê zelalî çêbibana û ji bo nirxandina berhemên edebiyata kurdî pêngaveke zanîstî pêk bihatana.

Di nav nivîskar û rewşenbîrên kurd de hinek hene ku dest bavêjin mijara rexnegiriya edebî û herweha pirtûkên kurdî analîz bikin hene. Ew kar û xebata analîza berhemên kurdî pêk bînin dê ji bo pêşketina edebiyata kurdî xizmeteke hêja û payebilind bikin.

Heger mirov bixwaze dikare di hêla rexnegiriya edebî û analîza berhemên kurdî de qelsiyê ji holê rake. Navên ku min wek mînak li jorê rêz kir, heger kar û xebateke di vê hêlê de pêk bînin dê rexnegiriya edebiyata kurdî pêk bê.

Nivîs qediya (5)

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply