Nimêj (Xutbe)

 

إن الصلوة كانت على المؤمنين كتابا موقوتا (103) النساء

Bawermendên birûmet!

Bêguman ji îslamê re temel û esas hene û avakirin li ser wan çêdibe. Çi dema ew temel û esas xira bibin, wê ew avahî jî xira bibin. Nexwe wacib e li ser misilmanan  temel û esasê dînê xwe biparêzin.

Bêguman nimêj duyemîn ji ruknê îslamê ye. Nimêj ji dîn re weke wê stûna ku konê xwe li ser digire, çi dema ew stûn bikeve, wê ew kon jî bikeve, nimêj jî ji dîn re wisa ye. Belkî nimêj ji dîn re mîna serî ji cesedî  ye. Çi dema serî ji cesed qut bibe jiyan jî xilas dibe.

Ji nimêjê re li cem Xuda ciyek mezin heye. Ji ber ku cihê wê li cem Xuda mezin e. Wî ew di şeva Miracê de li ser pêxember ferz kir, bê wasîteya melek ew hat ferzkirin. Di pêşîn de pêncî nimêj hatin ferz kirin, her pêxember daxwaziya sivikkirinê li Xuda kir heta anî pêncan, lê di xêrê de ji wan re xêra pêncî nimêjî heye.

Misilmanên birûmet!

Ferz e li ser her misilmanî, çi mêr be çi jî jin, kirina her pênc nimêjên ferz. Di heft saliya zarokan de wê emrê wan bê kirin bi nimêjê, di deh saliya wan de ger nekin wê bên lêdan. Di wateya ayeta min xwendî de Xuda Teala wiha dibêje: Bi rastî nimêj li ser bawermendan ferzeke xwedanwext e. Nimêj ji şîarê îslamê yê eşkere ye. Di roja qiyametê de ji xweyiyê xwe re ronahî, delîl û xilasî ye. Çawa ku ba, pelê daran tîne xwarê her wiha nimêj jî gunehên mirovan efû dike û men’a wan dike ji tiştên fahîşe û ji xirabiyan. Ew mîna avê paqij e, çawa av qirêjê dibe her wiha nimêj jî gunehan efû dike. Pêxember dibêje : Ka ji min re bibêjin, ger çemekî avê di ber deriyê we de derbas bibe û hûn jî rojê pênc caran xwe tê de bişon, ma wê qirêj li ser we bimîne? Sehabiyan gotin: Na ya Resûlê Xuda namîne! Ewî got nimêj jî wisa ye.

Teqwatiya Xudayê mezin bikin gelî misilmanan! Nimêja xwe di wextê de bikin û nimêjan ji wextê wê dernexin. Hatiye riwayetkirin ji Enesê kurê Malik, razîbûna Xuda li ser be, gotiye: Çi kesê nimêja xwe di wextê de bike û destnimêja xwe qenc bigire, rabûn û rûniştinên wê, ruku’ û secdeyên wê bîne cî, nimêja wî tê qebûlkirin û jê re dibêje; Xuda te biparêze  çawa te ez parastim e, lê kesê ne di wextê de bike û rabûn û rûniştinên wê, ruku’ û secdeyên wê neyîne cî, nimêj jê re dibêje Xuda te winda bike çawa te heqê min winda kiriye. Weke cilekî  qetiyayî di mala mirov de hebe çawa mirov li hev bipêçe û biavêje, wisa milayket jî nimêja wî li nav çavê wî didin.

Cemaeta birûmet!

Ne dirust e ji kesê misilman re ku xwe ji nimêja bi cemaet bide paş; ji bilî kesên xwedî uzr pê ve. Lewre zilamek kor hat bal pêxember û got: Mala min ji mizgeftê dûr e û rêyên Medînê jî ji heywanên bizirar tejî ne û kesek min jî bîne tune ye, tu destûra min didî ku ez neyêm, pêxember gotiyê ma dengê bangê tê te, got belê, got were ji te re destûr tune ye.

Belê ey kesê ku tu nayî nimêja bi cemaet û xwe jê didî paş! Riya te ya mizgeftê nêzîk û rehet e, binêre li wan nîmetên Xuda dayî te, ji sihhet, dîtin û rizqên fireh, vêca çi uzrê te heye ku tu xwe ji nimêja bi cemaet didî paş, ma tu natirsî ku Xudayê mezin te bide ezabê û nîmetên xwe ji te bistîne û yan jî belayekê bide te. Bi kirin û gotinên xwe bibe misilmanek rast. Lewre misilmanî bi dev tenê çênabe.

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply