Nexweşiya Penceşêrê Ya Pişikê

Pişik, ji du lebatên ku di valahiya sîngê de cih digrin pêk tê û ji van lebatana yek pişika aliyê rastê ye, ya din jî pişika aliyê çepê ye. Dema bêhndayîn û standinê, oksîjenê digre û bi riya xwînê ve li laçingan belav dike û ji laçingan jî karbondîoksîtê digre dide derve. Ev lebatana bi vî şiklî peywira xwe ya paqijkirina xwînê bi cih tînin.

Peywira xwe bi saya kîsikên hewayê ku dixwe de dihewînin bi cih tînin.

Kanser Hücresi Vücutta Nasıl Beslenir? - Op. Dr. Mustafa Şener

Nexweşiyên Penceşêrê bi navê cihê ku tê de peyda dibin tên bi navkirin.

Şaneyên pişikê car caran ji ber hin hêmanan (faktor) nayên sehêt (kontrol) kirin û dest bi pirbûnê dikin. Di encama vê pirbûyînê de di pişik û laçingên derdora pişikê de girêba (tumor,kîtle) çê dibe. Ji nexweşiya ku bi vî şiklî ve derdikeve holê re penceşêra pişikê tê gotin. Du cûreyên penceşêra pişikê hene.

1) Penceşêra pişikê ya bi şaneyên biçûk

2) Penceşêra pişikê ya der bi şaneyên biçûk

 

Celalettin Kocatürk - Akciğer Kanseri Tedavisi

Sixletiya vê Nexweşiyê

Li gor nûsafa (rapora) Rêxistina Tendurîstiyê ya Cîhanê di nav cûreyên penceşêran de penceşêra pişikê di cîhanê de, di nav mêran de yekemîn sedema mirinê di nav jinan de jî duyemîn sedema mirinê ye. Dîsa li gor nûsafê penceşêra pişikê di hemû cîhanê de her sal dibe sedema nêzî 1,3 mîlyon mirinahiyê.

Ev nexwşiya han li dû nexweşiyên dil, di rêza sedemên mirinê de duyemîn e. Penceşêra pişikê di mêran de penceşêra herî kujer e.

Sedema vê ya herî mezin jî wek kişandina cixarê û duçarmayîna dixana cixarê tê nîşandan. Bi piranî di kesên temenê wan ku bi ser 55an ketine de tê dîtin, lê dîsa jî li gor temenê destpêkirina cixareyê, sixletiya bi karanîna cixarê û rewşa duçarmayîna hin cûreyên daringên kanserolojiyê tê guhertin.

Kanserle ilgili en yaygın 11 efsane ve 11 gerçek - Gözlem Gazetesi

 

Mirov çima bi penceşêra pişikê dikeve? Hêmanên rîska wê çi ne?

Wek me li jor jî diyar kir ku sedema herî mezin a penceşêra pişikê ki- şandina cixarê ye. Cixare ji %95an ji penceşêrên pişikê berpirsyar e.

Fonksiyona xwe bi xwe paqijkirinê ya pişikê ya kesên cixarekêş xera dibe. Ji ber daringên kanserolojiyê şane rastî xesarê tên û penceşêr derdikeve holê. Asta di bin rîskê de li gor temenê destpêkirina cixarê û sixletiya kişandina cixarê digu- here. Ger mirov çi qas zêde cixarê bikişîne, ew qas zêde di bin rîskê de ye. Tenê cixarekêş nînin, kesên ku li cem cixarekêşa disekinin ku wek ‘’kêşwerên pasîf’’ tên bi nav kirin; ew jî bi duçarmayîna dixana cixarê di bin heman rîskê de ne.

Bûyina penceşêra pişikê, di kesên ku di malbata wan de nexweşiya penceşêrê pêk hatinin de li gor kesên normal hîn zêdetir e. Genên ku di encama kişandina cixarê de diguherin û dibe sedema penceşêrê, dibe ku derbasî endamên malbatê yên din bibin. Di rewşek wusa de rîsk 3 qat zêde dibe. Ger kesên ku di bin rîskek wusa de ne û cixarê jî bikişînin, wê demê rîsk hîn jî zêdetir dibe.

Dîsa rîskeke bûyina penceşêra pişikê, di kesên ku ji ber karên xwe di kargehên daringên kîmyewî (radon, nîkel, asbest, berîlyûm, arsenîk) de dixebitin û di kesên ku duçarê van daringanan dimînin de jî zêdetir e.

Dünyada nüfusa göre kanser görülme sıklığı en fazla Avrupa'da

Di penceşêra pişikê de vexuyanên çawa tên dîtin?

Di serdemên pêşî yên nexweşiyê de cûr be cûr vexuyan tên dîtin. Di serdema zûyîna penceşêra pişikê de dibe ku ew qas vexuyan neyê dîtin. Dibe ku ev vexuyanana şanîkerên penceşêra pişikê bin:

  • Kuxika demdirêj
  • Êşa sîngê
  • Derxistina belxemê ya bixwîn û zêde
  • Di pişt û milê de êşeke domdar
  • Ketina dengê
  • Di rû û stûyê de pêkhatina werimandinê

Li ber van vexuyanana dibe ku hin vedîtinên din were raçavkirin. Wek wendakirina kîlo û îştahê, di pişikê de bûyina nêmê (îltîhap), bê hal bûn, wendekirina dîtinê, êşên hestiya, xerabûyinên hormonan.

Kanser Hastaları Koronavirüs'e Karşı Hangi Önlemleri Almalı

ÊŞNASÎNA (TANI) PENÇEŞÊRA PIŞIKÊ

Li dû sehandina (tedawiya) pêşiyê hin lêhûrbûn (tetkik) tên kirin. Ji van tetkîkana hin ev in:

1) Xwestina testên xwînê; ji bo ku der heqê rewşa tendurustiya nexwêş de agahî were girtin.

2) Kişandina fîlm û tomografiya pişikê; ji bo rewşên anormal ên ku di pişikê de were xuyakirin û divê ku bijîşk bixwaze li bronşên ku di pişikê de cih digirin de binêre. Ji bo vê jî alavek bi navê bronkoskop tê bi karanîn.

3) Girtina perçeyek ji pişikê; ji bo lêkolînkirinê.

4) Lêkolînkirina belxemê; ji bo fêhmkirina hebûn û tunebûna şaneyên penceşêrê pêdiviya tetkîkekê heye.

Kanser belirtileri nelerdir?

TEDAWÎYA PENCEŞÊRA PIŞIKÊ

Di penceşêra pişikê de bi piranî sê rêbazên tîmarkirinê tên bi karanîn.

1) Rêbaza Nişdarî (cerrahî, emeliyet)

2) Rêbaza Tîrêjê (tîrêjên X-ê û elektrona, RADYOTERAPÎ)

3) Rêbaza dermanan (kemoterapî)

Ger ku penceşêr belav nebûbe, rêbaza cerrahiyê dikare were bi karanîn, lê ev rêbaza di tedawîkirina penceşêra pişikê ya bişaneyên biçûk de kêm tê bi karanîn. Bi vê rêbazê li gor hewcedariyê qismekî an jî tevahiyê pişikê tê derxistin.

Bi tedawiya Radyoterapiyê belavbûyina şaneyên penceşêrê tê asteng kirin û van şaneyên han tên tunekirin. Armanca vê rêbazê, tunekirina şaneyên penceşêrê yên ku di beden de ne. Ev tedawiya bi rêbazên tedawiyên din re dikare were bi karanîn. Di vê rêbazê de radyasyon tê bi karanîn.

Rêbaza kemoterapiyê jî di tedawiya penceşêra pişikê ya bi şaneyên biçûk de tê bi karanîn. Dermanê ku tê dayîn, di şiklê heb (tablet) an derzî de ne.

Bi karanîna van rêbazan li gor rewşa nexwêş û giraniya nexweşiyê diguhere. Dibe ku car caran ji van rêbazanan yek bi serê xwe were bi karanîn, dibe ku car caran jî ji van rêbazana du rêbaz (mînak; cerahî û radyoterapî an cerahî û kemoterapî) an jî hemû rêbaz bi hev re were bi karanîn. Bi hev re bi karanîna rêbazan li gor giraniya nexweşiyê û bijîşk dibe ku biguhere.

Akciğer kanserinde erken tanı çok önemli - Son Dakika Haberleri

MIROV WÊ ÇAWA XWE JI PENCEŞÊRA PIŞIKÊ BIPARÊZE?

Rêyek vê ya pir bibandor û hêsan heye. Ji xwe re rindiyekê bikin û dev ji cixarê berdin. Sedema penceşêrê ji %95 cixare ye. Ger ku hûn cixarê nakişînin jî xwe ji derdorên ku cixare tê kişandin dûr bigrin. Kêşên pasîf jî bi qasî kêşên aktif bi bandor dibin. Hûn dikarin bi sporê jî şansê jiyanek bi tendurustî zêde bikin û rîska penceşêrê jî kêm bikin. Dîsa ji bilî van, xwe ji alkolê dûr bixin, xwarinên kêmrûn bixwun û fêkî û sewzeyan pir bixwun.

Li xwe gelekî miqate bin. Ji bîr nekin ku bijîşkên xwe yên herî mezin em bixwe nin. Ji bo we û hemû zindiyan jiyanek azad û bi tendurîstî hêvî dikim. Bi hêviya hevdîtina di hejmara pêşiya me de, bimînin di xêr û xweşîyê de.

 

Mistefa Dewlemend – Xwendekarê Zanîngeha Acibademê

zengin-mustafa2010@hotmail.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply