Ji Dara Zanistê Şaxek: Dîroka Hunerê-3

Nicos Hadjinicolaou yek ji dîroknasê dîroka hunerê ye ku li ser rêbazên dahûrîna dîroka hunerê xebitiye.

Di pirtûka xwe yê bi navê “Dîroka Hunerê û Têkoşîna Çînî” de qala cihêbûna çînan dike û dîroka hunerê jî wek encamek “têkoşînên çînî û îdeolojîk” dibîne. Nicos Hadjinicolaou pêşî astengên rêbazî yên li ber dîroka hunerê rêz dike:

Astenga yekemîn: Wek dîroka hunermendan dîroka hunerê; ango ji bo ku berhema hunermendek bê şîrovekirin, jiyana hunermênd girîng tê dîtin.

Astenga duyemîn: Wek perçeyek ji dîroka şarezayê dîroka hunerê (Burckhardt, Warburg, Panofsky…)

Astenga sêyemîn: Wek dîroka berheman dîroka hunerê (Wölfflin, Riegl, Sedlmayr…)

Astenga çaremîn: Marksîzma tundî.

Nicos Hadjinicolaou di cihê têgeha “şêwaz”ê de têgeha “îdeolojiya dîtbarî” pêşniyar dike. Îdeolojiya berhemek hunerî, îdeolojiyek dîtbarî ye. Çimkî gelek caran îdeolojiya hunermend û îdeolojiya berhemê ji hev cuda ne û hev nagirin. Em dikarin vêya ji sedsala 17an bi mînakek nîşan bidin. Di gravura bi navê “Les Petites Miseres” de serhildana gundiyan a li hemberê desthilatdariya navendî tê nîşandan, lê hunermend di berhema “Les Grandes Meiseres”ê de pesnê desthilatdariya navendî dide û mezin dike. Hunermendek heman mijarê di demên cuda de bi kar tîne û ev jî îdeolojiya berhemê diguherîne. Ango wek encam em dikarin bibêjin ku şêwaza hunermendek tune ye, tenê ji bo îdeolojiyên dîtbarî nîşan bide di demên cuda de zimanê herî baş diafirîne.

Nicos Hadjinicolaou du têgehên nû jî ji bo şîrovekirina berhemek hunerî bi kar tîne.

 

Îdeolojiya Erênî Ya Dîtbarî

Hemû îdeolojiyên kolektîf erênî ne. Wek mînak, Masaccio di tabloya xwe yê bi navê “Pereyê Vêrgiyê” de mijarek olî hilbijartiye û mijar di hundirê xwe de îdeolojiya xristiyaniyê dihewîne. Ji ber vê sedemê jî îdeolojiya vê berhemê erênî ye. Rubens jî di berhema xwe yê bi navê “Silenusê Sermest” de pesnê têkiliya mirov û xwezayê dike, ji ber vê sedemê jî îdeolojiya berhemê erênî ye.

 

Îdeolojiya Neyînî Ya Dîtbarî

Rast e, hemû îdeolojiyên kolektîf erênî ne, lê hin berhem jî ji ber hin sedeman neyînî ne. Ev jî xwe di bikaranîna mijarê de nîşan dide. Wek mînak, îdeolojiya tabloya Rubens ya bi navê “Revandina Ganymedes”ê erênî ye, lê Rembrandt di tabloya xwe yê bi navê “Revandina Ganymedes”ê de mijarê bi awayek din bi kar aniye. Mijarek mîtolojîk e û di vir de Ganymedes ji hêla Zeûs ve tê revandin û ji tirsa Ganymedes bi xwe de mîz dike, ev jî îdeolojiya berhemê neyînî dike. Di vir de ya herî girîng ew e ku mijar çawa hatiye bikaranîn. Ew jî îdeolojiya berhemê kifşe dike.

 

:: Nûhat Deştî 

:: Kovara Pêngavê – Hejmara 6an – 2011

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply