Nasîna M.Elî Kut û Du Pirtûkên Nû

Hin nivîskar hene ne tenê bi berhemên xwe derdorê ronî dikin, herweha bi germahiya hevokên xwe cemedê jî dihilînin. Yek ji wan M.Elî Kut e ku bi dirêjayiya salan di serma Stockholmê de ji mere dinivîse; serma Skandivyayê germ dike…

Min ew di despêka salên 1990î de nas kir. Hîngê ez ji bo civînekê ҫûbûm Stockholmê. Ez mêvanê rahmetiyê Uzun bûm. Piştî civînê em ҫûn lokaleke Stockholmê. Ҫend heval wê êvarê li hev kom bûbûn, niha tenê Hesenê metê û Eşref Okumuş tên bîra min.

Zilamekî bi temen ji me ciwantir jî li wir bê deng li nik min rûniştî bû. Piştî ku ҫend caran rahmetiyê Mehmed Uzun bala min kişand ser wî, ez li xwe zîvirîm, min careke din xwe pê da naskirin. Wî jî bi kurtî got navê min M.Elî ye, ez pedegog/sosyalbedgog im. Piştî ҫend peyvan diyar bû ku hayê wî ji klasîkên dunyayê baş heye. Piştî civat belav bû, M.Elî Kut wê êvarê em birin mala xwe ku ji mezelekê û gelek pirtûkan pêk dihat. Ji wê rojê pê ve hevaltiya min û M.Elî Kut dest pê kir. Her riya min bi Stockholmê dikeve, ez wî dil geşî dibînim, ji sohbeta bi wî re sûdê werdigrim. Her ku berhemek û nivîseke wî derdikeve, ez bi dilxweşî dixwînim.

Berî bi ҫendakî civîneke Jan Dost li Stockholmê hebû. M.Elî Kut bi dilekî mezin nefsbiҫûkiyek kir û du pirtûkên xwe yên dawî ji min re bi seyda Jan re şandin: Destana Medea û ya Gilgamêş (sha magba imuru- Yê Ku Kûrahî Dît).

Pirtûk doh gihîştin min. Ez ê wan bi dilgeşî bixwinim. Min îro rûpelên wan pelandin, kurdiyeke zelal derket pêşber min. Herdu pirtûk jî ji swêdî hatine wergerandin, li gel ku zimanê wan î resen Yewnanî ye jî. M.Elî Kut karê xwe yê li ser van pirtûka ne mîna wergerê, lê mina şiroveyê destnîşan kiriye. Her weha keda hevalê xwe Remzî Kerîm jî derxistiye pêş ku herdu pirtûk jî redekte kirine.

Spas erebevan, M.Elî, spas Remzî Kerîm, spas Jan Dost.

Husên Duen, 17.10.2021

Derbar Çand Name

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply