Rojîname – 16

Ayeta Rojê

خُلِقَ الْاِنْسَانُ مِنْ عَجَلٍۜ سَاُر۪يكُمْ اٰيَات۪ي فَلَا تَسْتَعْجِلُونِ

“Însan (bi tebîetê xwe) lezgînî hatiye afirandin, ez ê ayetên xwe nîşanî we bidim
vêca lez li (ezab) nekin.”

(Enbîya, 37)

Hedîsa Rojê

“ Xwedê ji evdê xwe yê ku xwarinê bixwe û paşê jê re hemd bike, avê vexwe û paşê jê re hemd bike razî dibe.”

(Bûxarî, Edeb, 10/374)

Duaya Rojê

Ey xwediyê roja hesab, Xwedayê min, Rebbê alemê, mirov û cin tenê ji bo îbadetê afirandine û ji xezeba zêdetir rehma xwe heye, emrê xwe yê yekem jî ”bixwîne” ye.

Gotina Rojê

Î’lem eyyuhel ezîz!

Meydana aqil û fikrê însan, wusa fireh e ku dorpêçkirina wê, ne mumkun e û ewqas teng e ku derzî tê de bicîh nabe. Belê, carna di nava zerreyê de digere, di nav dilopê de sobanî dike, di nuqtekî de hepis dibe. Carna jî, alemê wek zebeşekî dide destê xwe û kaînatê bi mêvanî tîne û di oda aqilê xwe de dike mêvan. Carna jî, ewqas ji heddê xwe dertê û derdikeve diyarê bilind ku dixwaze Wacîbul Wucûd bibîne. Carna jî piçûk dibe, dibe weke zerreyê. Carna jî qasî asîman mezin dibe. Carna jî dikeve hundirê dilopekî. Carna jî fitret û xilqetê digre nav xwe.

(Bedîûzzeman Seîdê Nursî)

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply