‘Mîrê Çiyayan’ Koçero

Di jiyana kurdan de mehkûmî û firarî cihekî pir girîng digre. Heta salên 1970yî yan kesên ku ji ber hêzên dewletê bibûn firar, qaçax an mehkûm, bi lehengiyên xwe dibûn efsane. Lê yek ji wan hebû ku nav û dengê wî li dinê belav bûye û bûye mijara kilam, roman, helbest û fîlman, ew jî KOÇERO ye. Bi rastî navê wî Mehmet Îhsan KÎLÎT e, Koçero bernavka/leqeba wî ye. Lê di nava gel de herkes wî Koçero dizan e, ew ji xwe weke Mîrê Çiyayan dide naskirin.

Mehmet Îhsan, li Amedê gundê Hêlinê (Ev gund bi Farqinê ve girêdayî ye.) rencber bû. Dema ku bû 18e salî, ji bo zewacê hemû heywanên xwe firot. Piştî demekê Xelîl Axa ew bi tenê nehişt, Mehmet Îhsan û bi taybetî hevjîna wê Salîha eciz dikir. Piştî çend rojan, di nav sûka Farqînê de termê Xelîl Axa dîtin. Piştî vê bûyerê Mehmet Îhsan malbata xwe ji sînor derbasî Sûrî dike. Dû re Mehmet Îhsan bi tifînga xwe derdikeve çiyayên asê û azad. Û piştî wê rojê Mehmet Îhsan, nasnameya xwe li pişt datîne û bi navê ‘Koçero’ bikar tîne.

Ev lehengê Kurd, pişta xwe dide çiyayên Xerzan û Botan. Ev çiya, çiyayên asê û azad bûn. Koçero bi salan di wê heremê de bi serdestî dijîya. Koçero zilam kuşt, keçik revand û şelandin pêkanîbû. Ew kesên ku maldar bûn, ji wan distend dida ev kesên ku bêkes an jî feqîr bûn. Berdewamî li hember zordestîyê bû û berdewamî li alîyê bindestiyan û feqîran bû.

Bi rastî, nifşa nû bi piranî Koçero nas nake. Piraniya kesên ku di wê serdemê de jiyane, dizanin ku wî çawa li hemberî axa û şêxên ku parêzvanên pergala feodal bûn, çawa alîkariya feqîr û bêmalan kir. Ji 1951ê an heta 1964an navê wî pir pêşve çûbû. Wê demê gel vî lehengî xistîbû cîhê destana netewe ya Îngîlîztanê Robin HOOD.

Koçero, ji aliyê stranên dengbêjên navdar Tayibê Siarta, Salihê Beynatî û Mahmut Kizil  de hatiye gotin û bi awayî bûye nemir. Çîroka Koçero pir dirêj e û ev çîrok, çîroka êşa gelê kurd e. Xwezî ku zimanê pira Malabadê an jî çiyayên Xerzan (Çiyayên Bêkendê) û Botan hebûya ji were behsa Koçero bikira.  Lê dîsa jî  ji bo Koçero ez çend tiştê din bibêjim.

-Koçero û hevalên xwe saet 03.30î de erîşê kempa petrola Tirkiye yê (Kempa Dodan, li bajarê Sêrtê ye) dike û di wê erîşê de dibêjin bi şaşitî, di paşve ji aliyê hevalê xwe Ali Sevim ve tê kuştin.

  • Koçero, bi piranî bi kincên leşkera digeriya û dema ku hate kuştin jî kincên leşkera li ser wî bû.
  • Ji bo Koçero were girtin, Tirkiye û Sûrîyê bi hevre peymanekê çêdikin û leşkerê Sûrîyê jî lê digerin.
  • Heyfa destbirayê xwe li çiyayê Bêkendê distîne.
  • Dewleta Tirkiyê ji bo Koçero were kuştin, ji balafirgeha Amedê balafirên şer radikir û di navbera Betlîs û Wanê dihat bombekirin. Lê dîsa jî ew difîlitî. (29.09.1962)

Ew, ”Mîrê Çiyayan” bû.

Cîhan Yildirim

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply