LHCb leptonan bi rêz dike

Di vê nediyariyên gerdûnê de her zanabûnek me bi gaveke din nêzikî rastiya gerdûnê dike. CERN jî detektorên li wir ji bo me amûrên herî pêşketî û hesas in ji bo fêhmkirina ji fîzîka pirtikên atomî.

Beşa fîzîka pirtikên atomî belkî jî beşa herî taybet a fîzîkê ye. Li gorî dîroka fîzîkê him beşeke nû ye him jî ya herî grîng e. Ji ber ku ji bo siberoja warê fîzîkê û ji bo fêhmkirina ji vê cîhanê wekî hêviyek e. Heta demekê fîzîkvanan wisa dizanibû atom madeya herî biçûk e. Lê belê piştî demekê atom hat parçekirin û dîtîn madeya herî biçûk ne atom e. Atom di nava xwe de madeyên biçûktir dihewîne, wekî pirtikan.

Ev pirtikên atomî cur bi cur in û xwedî taybetmendiyên cuda ne. Ji wan cureyên pirtikan yek jî lepton in. Lepton taybetmendiyên kimyeya atoman bi me nîşan didin. Du cure lepton hene yek bibar e yek jî bêbar yanê notr e. Leptonên bibar (wekî elektron jî tên binavkirin) bandor li pirtikên din dikin, bi van re dibin yek û atoman jî pozîtronan derdixînin holê. Lepton di nava xwe de jî dibin çend parçe. Nifşa yekê wekî leptonên elektronîk bi nav dikin; elektron û notrînoyên elektronan, nifşa duduyan leptonên mûonîk, mûon û notrînoyên mûonan û nifşa sisêyan jî leptonên taûonîk yanê taû û notrînoyên taûyan. Ev pirtik li hevdu bandor dikin û vedugehin pirtikeke din. Di nava van ya herî zêde de di gerdûnê de hene elektron in. Mûon û taû bi tîrêjên kozmîk û amûrên hevxistinê ya pirtikan çêdibin.

Laboratûara herî mezin a ji bo xebata li ser pirtikên atomî CERN saziyeke li Swîsrê ye û ji sala 1954an ve li ser beşa fîzîka pirtikên atomê kar dike. Gelek welat endamên vê saziyê ne. Ji her derê cîhanê fîzîkvan tevlî xebatên wan dibin. Her wiha CERN xwedî çend ezmûn/ceribandinan in. Ji wan yek ezmûna LHCb ye. Li ser ravekirina nesîmetrîkbûna made û dijmadeyan a gerdûnê dixebitin. Ev ceribana wan a li ser pirtikan bi taybetî li ser tehma giran (li ser bedewî û balkişandinê) , fîzîka kromodînamîka quantumî û elektrolawaz  yanê li ser beşeka gelekî berfireh a fîzîkê dixebitin. Ew tîpa “b”ê jî di dawiya navê LHCbê de ye ji peyva “beauty” ê ya îngîlîsiyê tê.

Balkêşiya pirtikan ev e, her 12 pirtik û lepton ji xeynî girseyên xwe bi her tiştê xwe wekhev in û ji nifşa herî sivik çend parçeyan dihewînin û bi sê nifşan xwe diguherînin an jî nû dikin. Li gorî xebatên berê wê lezeta bi giştî ya leptonan nifşeke din a lepton tê de ne nedidît. Lê belê li gorî xebatên dawî ya LHCbê yên li Amerîka û Japonan wisa nînbûye. Belkî ji bo Modela Standard bûbe hêviyek. Belkî ev meselya lezet û bedewiyê di LHCê de yanê di ezmûneke din de xwe bi me nîşan bide.

Meraqa atomê her dem bi me re hebû. Me dixwest bizanin atom tiştekî çawa ye û tê de çi hene. Axir me dît tê de çi hene. Pirtikên ji hev cudatir hene. Fîzîkvan ji van pirtikên biçûk re dibêjin “pirtikên atomî” an jî “pirtikên bingehîn”. Bêguman ji bo ravekirina van tiştên heyî yên di nava atomê de modelek li me pêwîst bû. Ew jî Modela Standard e. Modela Standard ji sê beşan pêk tê. Ev sê beş; made, dijmade û hevbandorî ne. Made her tiştê xwedî girse, spîn(aliyên madeyan) û rengan e. Di gerdûnê de ji her tiştê van taybetmendiyan dihewînin re dibêjin “made”. Dijmade jî madeyên xwedî barekî elektrîkî yê berovajî ya elektronîne. Hemî taybetmendiyên dijmadeyan bi taybetmendiyên madeyan re wekhev in. Bi tenê barê wan ê elektrîkî cuda ye. Modela Standard jî made, dijmade û hevbandoriyên wan ji me re rave dike. elektrîkî yê berovajî ne.

Li gorî xebata dawî ya LHCbê jî dibînin agahiyên dawî yên detektora LHCbê bi Modela Standard re li hev dikin. Bi bikaranîna agahiyên LHCê yên Run 1 û Run 2 encamên xirabbûnên hevdemî û kêmpeyda yên B-mezonan bi texmînên vê modelê re li hev dikin û li dewsa encamên teoriyeke 50 salan bi cîh digirin.

Di vê nediyariyên gerdûnê de her zanabûnek me bi gaveke din nêzikî rastiya gerdûnê dike. CERN jî, detektorên li wir jî ji bo me amûrên herî pêşketî û hesas in ji bo fêhmkirina ji fîzîka pirtikên atomî.

Ayşenûr Ozel- Gazete Duvar

Derbar ziman

Check Also

Gelo Jibîrkirin Kîcax Dest Pê Dike ?

Heta niha zanyar di wê baweriyê de bûn ku bi giştî ji temenê 55 saliyê …

Leave a Reply