Merwan Berekat “Edebiyeta kurdî ya nivîskî her diçe baştir dibe”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Merwan Berekat ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Merwan Berekat: Li roja bîstê meha Cotmehê salal 1964an, bi sanciya dayîka min a dawî re bav û dêpîra min dengê giriyê min ê hatina min li vê jiyanê bihîstin. Li gundê Soxanekê, navçeya Şêrewa, çiyayê Lêlûn/ Efrînê ez ji dayîk bûm.     

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ya pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Merwan Berekat: Li sala 1981an, abêya/alfabeya nemir Osaman Sebrî min peyda kir, Bi wê abêyê min bi xwe, xwe fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî kir. Li sala 1983an, min Rêzimana Kurdî/Kurmancî ya nemir Celaded Bedirxan peyda kir û baş xwe fêrî rêzimên kir. Li sala 1987an, min kurteçîrok û helbestên azad nivîsandin. Li sala 1989an, yekem helbesta min “Ez Kurd im“di kovara Xunavê de hate weşandin. Piştre di kovara Pirs û Biharê de hatin weşandin. Li salên nodiyan, ez yek ji endamên desteya sernivîser a kovara Xunav û Biharê bûm. Piştî ku herdu kovara hatin rawestandin, ji sala 2005 ta 2018an, min di desteya kovara Pirs de kar dikir. Herweha ji sala 2013an ta 2018an, di desteya sernivîser a rojnameya Newroz de kar dikir. Li sala 2006an, min û çend rewşenbîrên kurdîperwer, me Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê damezirand. Ji destpêka damezirandina û ta niha ez endamê komîta rêvebir a saziyê me. Herweha waneyên rêzimên didim. Ji bo fêrkirina xwendin û nivîsandina Kurdî asta yekem, min pirtûk amade kirin û ta niha ew ji metroyalên SFPZK ye.  

Li sala 1985an, min li dibistanên seretayî yên dewleta Sûriyê karê fêrkirinê dikir. Ji ber ku nivîsên min ên bi Kurdî di kovar û rojnameyan de dihatin weşandin. Herweha min xort û keç di mala xwe de fêrî xwedin û nivîsandina Kurdî dikirin, li sala 1994an, ewlekarên dewletê ez îşkece kirim û ji karê mamostetiyê dûr xistim. Ji hîngê ve, karê min tenê xwendin û nivîsandin e. Ji bo pêdiviyên jiyana rojane ya xwe û malbatê, ez hinagan/mêşên hinguv xwedî dikim. 

Ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê çapxane û weşanxane tune bûn, berhemên min dereng hatin weşandin. Berhema min a yekem helbest “Pêlek Ji Deryaya Vînê“, li sala 2003an, hatiye weşandin. Piştre derfetên çapê çê bûn û gelek berhemên min ronahiya çap û weşanê dîtin. 

 

Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Merwan Berekat: Nasnameya berhemê ziman e. Ji lewra jî, berhema bi kurdî ya pirtûkxaneya kurdî ye. Ne pirsgirêk e ku nivîskar bi çend zimanan binivîse, lê pirgirêka mezin ew e, dema ku nivîskar bi bêhtirî zimanekî binivîse û zimanê xwe yê dayîk sêwî bihêle. Kurdên ku bi kurdî nanivîsin, tucarî nav lê wan nabe nivîskarên Kurd. Çima? Ji ber ku berhemên wan nakevin xizmeta pirtûkxaneya kurdî. Çendî naveroka berhemên wan li ser Kurdan be jî. Nav li wan nabe nivîskarên Kurd. Lê heger ji bilî berhemên wan ên erebî, tirkî, farisî û bi zimanên din, yên kurdî jî hebin, ew tiştekî din e. Ango em dikarin nav lê bikin nivîskarên Kurd. 

Nivîskarên ku bi zimanê erebî, farisî, tirkî û… hwd din dinivîsin û dibêjin ku Kurdî têra derbirînên hest û ramanên me nake, ji lewra em pê nanivîsin, bêguman behaneyine erzan in. Pirsgirêk ne di zimanê Kurdî de ye, lêbelê di mejiyê wan de ye. Wekî ku mirovek ji xwe re bibêje dayîka min ne baş û ne jî xwişik e, nizane min hemêz bike, ji lewra min pişta xwe daye wê û yeke biyan ji xwe re dîtiye! Bi berpirsrî ez dibêjim ku zimanê Kurdî ji yê tirkî, erebî û farisî dewlemendtir e. Hin ji wan nivîskaran dibêjin, ji ber ku li dibistanê kurdî nexwendine, lewra zor e ku bi Kurdî binivîsin! Ew jî behaneyeke bê nirx e. Gelo Mileyê Cizîrî, Ehmedê xanî, Feqeyê Teyran, Cîgerxwîn, Osman Sebirî, Mûsa Enter û bi sedan ên ku baştirîn berhem bi Kurdî nivîsandine, li dibistanên kurdî xwendibûn?

Kurdên ku berhemên wan bi zimanên tirkî, farisî û erebî û yek berhem bi kurdî nenivîsandine, weha nav li wan debe “nivskarê Tirk ku bi eslê xwe Kurd e“. Herweha yên bi zimanên din jî ku berhemdar in, ji wan wisa tête gotin. Divî em xwe nexapînin.    

Lokman Polat – Pirs : 4 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Merwan Berekat: Bêguman edebiyata kurdî ya devkî ji ya gelek miletên cihanê dewlementir e. Sedemên wê hene û ji wan: Ji ber ku gelê Kurd pir ji mêj ve bê dewlet, sazî û dezgeh maye. Ji aliyekî din ve, dagîrkerên Kurdistanê bi hemû kanîna xwe û bi tundî zimanê Kurdî û nivîsandina bi Kurdî qedexe kirine, ji lewra jî hemû hunerên edebiyeta kurdî bi devkî hatiye gotin. Bi qaserî ku hatiye parastin, du-sêcarkî jî winda bûye. 

Çîrok, helbest, serpêhatî, dastan û ta astek roman jî li odeya beg, axe, mîr û şêxan dihatin gotin. Vêca yên ku dihatin ezberkirin,  ji nifêşekî derbasî nifşê li pey dibû. Dema ku em dibêjin ta astekê roman jî bi devkî dihate gotin, ango bi dehê şevan li zivistanê hin kesan çîrokên pir dirêj digotin û bidawî nedibûn. Lê mixabin pir kêm dihatin ezberkirin û bi herikandina demê re bê tomarkirin winda bûn.

Ji nîvê sedsala bîstê yê dawî û vir ve, edebiyeta kurdî ya nivîskî her diçe baştir dibe. Gelek wêjevanên hêja çê bûne û berhemên wan ne kêmtirî yên wêjevanên miletên din in. Belkî gelek berhemên wêjeyî yên kurdî hene, ji yên çîhanî ku xelata Nobilê wergirtine hêjatir bin. Ne pesn e,  ne jî ji kurdîheziya xwe ez dibêjim, ev rasî ye. Di vî warî de, li gor şopandina min, ez dikarim gelek wêjevanên Kurd û berhemên wan diyar bikim. Lê mixabin, wêjevanên Kurd û berhemên wan nayên şopadin û guhadan bi wan nayê kirin!    

 

Lokman Polat – Pirs : 5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Merwan Berekat: Li gor şopandina min ji jiyana wêjeya kurdî re, helbesta kurdî ji hemû hunerên wêjeya kurdî dewlemedtir e. Piştre ronam û çîrok in. Bêguman sedemên wê jî hene. Ji ber ku helbesta kurdî wek berhem û çabkirî û yên ku bi devkî dihatin gotin, ji berî dîroka romanê ne. Ji aliyekî din ve, piraniya stranên kurdî helbest in. Romana kurdî pir derenge hatiye nivîsandin. Destpêka wê romana “Şivanê Kurmanca“ ya Erebê Şemo ye. Li sala 1935an hetiye çapkirin.  

 Lokman Polat – Pirs : 6 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Merwan Berekat: Rexnegirî beşek ji zanistê ye. Zanisteke biserê xwe ye. Bingeh û hêmanên wê hene. Rexnegirî ne karê her kesî ye, ew karê kesên ku zanista rexnegiriyê xwendine ye. Bêguman bi riya rexnegiriyê berhem bi şêweyekî zanistî têne nirxanidin û ta radeyekê şîroveyeke kurt jê re diyar dibe. Rexnegirî başî û çewtiyên berhemê diya dike, ji bo berhemdar sûdê jê werbigire. 

Rexnegir/rexenas bi zîrekî berhemê di bêhtirî bêjingeke rexnegiriyê re derbas dike û aliyên berhemê yên baş û ne baş dide ber destên nivîskar û xwedevanan. Ji lewra jî, pêwîstiyeke zor girîng bi rexnedayîna berhemên wêjeyî heye. Wêjeya ku rexnegirî derbasî jiyana wê nebe, pir kêm dikare pêş bikeve. 

Em dikarin bibêjin ku ta niha rexnegirî bi şêweyê xwe yê zanistî derbasî jiyana wêjeya kurdî nebûye. Heger hin hewildan jî hene, ne ewqas di asteke bilind de ne. Lê hêvî hene ku di warê rexnegiriyê de hin karên hija bibin.     

 

Lokman Polat – Pirs : 7 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te?  Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

Merwan Berekt: Mixabin, pênûsên rexegiriyê ta niha derbasî jiyana berhemên min ên wêjeyî roman, çîrok û helbestan nebûne. Tenê hin berhem hatine nirxandin û şirovekirin. Yek ji wan romana min “Efrîn Destan û Birîn“ ku cenabê te xwendiye û li ser wê nivîsandiye. Bêguman rexnegirî zor û zor pêwîst e.   

 

Lokman Polat – Pirs : 8 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye?

Merwan Berekat: Bawer im bersiva vê pirsê min di pirsa te ya 7ê de bersivandiye.   

 

Lokman Polat – Pirs : 9 – Mijara berhemên te bi giranî liser çinê?

Merwan Berekat: Mijar û naveroka berhemên min bi şêweyê giştî li ser rewşa civaka kurdî ne. Li ser êş, azar û şoreşên Kurdan in. Li ser azadî û mirovatiyê ne.  

Lokman Polat – Pirs : 10 – Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî?

Merwan Berekat: “Piraniya nivîskarên Kurd berhemên hev naxwînin“. Ev gotin û nêrîn gelekî tête gotin. Lê çima û sedemên wê çi ne? Tu kes diyar nake! Bêguman gelek sedemên wê hene û hin ji wan ev in: Dema ku em dibêjin wêjeya kurdî, ango ew berhemên ku bi hemû zaravayên Kurdî hatine nivîsandin. Vêca piraniya wêjevanên Kurd nekirine karê xwe ku xwe fêrî hemû zaravayên Kurdî bikin. Ez tênagihêm ku çawa wêjevanê Kurd e û tenê bi zaravayekî kurdî dizane bixwîne û binivîse?! Hin sedemên din jî hene. 

Pirtûkxaneya min a taybet ji bêhtirî çar hezar pirtûk pêk tê. Nîvê wan pirtûkan kurdî ne. Min hemû xwendine û hin jî ducarkî. Ji bilî pirtûkên di pirtûkxaneya min de, bêhtirî hezar pirtûkên pdf di pirtûxaneya min a li ser kombiyotirê de hene. Piraniya wan jî, min xwendine. 

 

Lokman Polat – Pirs : 11 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî?

Merwan berekat: Helbest ji hemû hunerên wêjeyî cudatir e. Zimanê helbestî tîr û watekûr e. Helbest nivîşkê ji keyandina rewşenbîrî û çandeke berfireh û astbilind e. Helbest velîstina ji nişkaviya hestan e. Helbest berhevkirina giyanê xeyalê ye. Helbest wêneyê xwedawendiya çak û bedewiya peyv û hevokan e. Helbest barîna ji giyanê helbestvan e, helbest taca hunerên wêjeyî ye. Ji lewra jî, rexnegiriya helbestê ne hêsan e. Pir zor e ku her rexnevanek karibe derbasî kûrahiya helbestê bibe û têbigihê ku çend wate û tîrên her bêjeyekê hene û çi ne?

 

Lokman Polat – Pirs : 12 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin.  Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

Merwan Berekat: Nivîskarên ku rexnegiriyê li ser berhemên xwe napejirînin, belkî ji mejîtengiyê be, yan jî xwedîtineke pûç û vala be. Bêguman, ez bi sîngekî fireh û bi rêzdarî rexnegiriya li ser berhemên xwe dipejirînim. Ne tenê weha, lêbelê spasiya rexnegir jî dikim. 

 

Lokman Polat – Pirs : 13 – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be? 

Merwan Berekat: Berpirsiya rexnegir ew e ku rexnegiriya wî li ser berhemê be. Li dûrî razîbûn an nerazîbûna wî ji nivîskar re be. Ango wek ku xwe bibîne ku nivîskar nas nake berhemê rexne bike. Nivîskar kî dibe bila bibe, divê tenê berhemê binirxîne. Helwesta xwe ya kesayetî çi hezkirin û çi jî heznekirin be, neke beşek ji rexneya xwe. Dema ku rexnegirî wisa be, bêguman nivîskar ê rêzgirtina rexnegir bigire. 

 

Lokman Polat – Pirs : 14 – Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye?  Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

Merwan Berekat: Bêguman bi zanîn û têgihîştinê ve girêdayî ye. Nezanîn nikare rexneyê bipejirîne. Mebest ji rexnegiriyê pêşvebirin û pêşketin e. Nivîskarê ku nikare pêşwaziya rexneyê bike, gelo çi nav lê dibe? 

 

Lokman Polat – Pirs : 15 – Çawa ku di berhemên edebîyata  cîhanê de erotîzm . perşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jê hebe.

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di  berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî?

 Merwan Berekat: Pir normal dibînim ku erotîzm di berhemên wêjeyî de hebe. Çima na? Ma jiyana mirovan bêyî wê derbas dibe? Di berhemên hin wêjevanên Kurd de wêneyên wêjeyî yê siksî jî hene. Di wêjeya hemû miletên cîhanê de para erotîzmê heye. Di wêjeya kurdî de çima na? Wêjeya ku bi bend û sînoran sindifkirî be, afirandina wê dê kulek be. Divê pênûsa wêjevan wekî hespên kihêl ên bê hevsar azad çirîdê bike. Lê di berhemên min de erotîzm nîne. Bawer nakim ku di pêşerojê de jî cihê xwe di berhemên min de bigire. Di hin helbestên min de pir sivik û nazik hatiye nivîsîn.   

 

Lokman Polat – Pirs : 16 – Di hinek romanên  min de û di hinek romanên  Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min  bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî? 

Merwan berekat: Belê min berhemên piraniya wan nivîskarên hêja xwendine. Bêguman berhemine giranbuha û hêjayê xwendinêne. Lê mixabin, berhemên Nîhad Ekîncî û yên Yildiz Çakar negihîtine ber destên min. 

 

Lokman Polat – Pirs : 17 – Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

Merwan Berekat: Mirov nikare bibêje ku bandora yek dibistana wêjeyî ya cîhanî li wêjeya kurdî heye. Bêhtirî ekoleyekê bandora xwe lê kirine. Piraniya berhemên wêjeyî yên kurdî di bin bandora dibistana dûvçûyî û ya kilasîk de ne. 

 

Lokman Polat – Pirs : 18 – Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na? 

Merwan Berekat: Her çar şêwe di berhemên wêjeyî yên kurdî de hene, li van çend salên dawî hejmarek ji wêjevanên Kurd hewil didin nemaze di helbetên xwe de modernîzmê baş bikar wînin. Ji wan helbest Kurd ê cîhanî Husên Hebeş. Nivîskarên ku bi doza kurd û azadiya gelê Kurd pêpend in, di berhemên wan de realîzm baş diyar e. Hin helbestvanên kurd helbestên modern dinivîsin û ji wan Tengezarê Marînî. Dîsa dubare dibêjim wêjeya ku hertim xwe bi yek rengî diyar bike û nûjeniyê derbasî jiyana xwe neke, nikara xwe bigihîne asta wêjeya çîhanî. Ji lewra jî, divê xwe di hemû şêweyên nivîsandinê de bibîne.   

 

Lokman Polat – Pirs : 19 – Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye? 

Merwan Berekat: Wêjeya ku ji xeyalê bê par be, kêm-zêde  ji afrêneriyê dûr e. Herweha tenê xeyal hebe û hest tune bin, berhem mîna guleke bê bêhn e. Dema ku em bibêjin “xeyal di edebiyeta kurdî de kêm e“, divê bi kêmanî me heyştê ji sedî berhemên wêjeyî yên kurdî yên ku bi hemû zaravayan hatine nivîsandin xwendibin. Heger ne wisa be, em nikarin vebibirin ku edebiyeta kurdî kêmxeyal e.  

 

Lokman Polat – Pirs : 20 – Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe.  Ji bo wê jî mijar hewce dike.  Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in,  hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çînê? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

Merwan Berekat: Piraniya berhemên wêjeyî yên kurdî ku gihîştine ber destên min û min xwendine, di piraniya wan de biyografîk/jînenîgarî û otobiyokrafîk/bîranîn hene. Belkî yek ji sedemên wê bindestî û rewşa ku gelê Kurd têre derbas dibe ye bin. Ez dikarim bibêjim ku ji bilî hin helbestên min ên evînî, mijarên hemû berhemên min ên wêjeyî li ser rewşa gelê Kurd in. Li ser êş, azar, serhildan, şoreş, koçberî, mêrxwezî, jinxwezî û azadiyê ne. Di warê ziman, zargotin û lêkolînê de jî berhemên min hene. 

 

Lokman Polat – Pirs : 21 – Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. 

Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike. 

Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî? 

Merwan Berekat: Kesên ku wê nêrînê di derbrê romana kurdî de bidin, divê ne tenê roman nivîsandibin, divê romana cîhanî bi şêweyekî berfireh xwendibin, divê zanîna rexnegiriyê li ba wan hebe û rexnegiriya çîhanî ya li ser romanê baş xwendibin. Divê hemû romanên kurdî yên ku bi hemû zaraveyan hatine nivîsandin xwendibin. Romana kurdî heye û hin ji wan di asta romana cîhanî de ne. Hin ji romanên kurdî heger derfet û derî li pêş ne girtî bin, bi hêsanî dê xelata Nobilê werbigirin. Wekî nimûne, gelo kî dikare bibêje ku hin romanên Helîm Yûsif ne di asta romana cîhanî de ne? Herweha romana “Helez“ ya Diyar Bohtî.  

 

Lokman Polat – Pirs : 22 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Merwan Berekat: Naxwezim ti nivîskaran binav bikim, ji ber ku piraniya wan em nêzîkî hev in. Ya din jî, hemû pênûsên ku bi Kurdî divivîsin, ne tenê cihê rêzgirtinê ne, lêbelê hemû li ba min pîroz in.  

Lokman Polat – Pirs : 23 – Te qet pirtûkên min xwendine?

Merwan berekat: Ez dizanim gelek berhemên te hene. Ji wan “Bayê Azadiyê, Mêrxwes, Evîndar, Borana Hovîtiyê, Jîn û Zîndan, Sî Romanên Kurdî, Pêncî Romanên Kurdî“. Lê mixabin tenê sê berhemên ku te pdf a wan ji min re şandibû û Pêncî Romanê Kurdî min xwendine.  

 

Lokman Polat – Pirs : 24 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Merwan Berekat: Niha pirtûkekê bi serenava “Rengdêr Di Zimanê Kurdî De“ dinivîsim. Çel û du berhemên min hene. Ji wan tenê sî û yek çap bûne. Yazdeh jî, ji çapê re amade ne. Hêvîdar im ku derfet çê bibe û werin çapkirin. 

 

Lokman Polat – Pirs : 25 – Gotina te ya dawî…

Merwan Berekat: Banga min ji Kurdan re, xwedî li zimanê xwe derkevin. Bi Kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin. Zimanê xwe bi ti zimanan neguhêrin. Jiyana xwe ya rojane bi Kurdî bixemlînin. Kurdî giyanê neteweya me ye, destjêberdan mirina neteweya kurdî ye. Hemû ziman pîroz in, lê ji bo me Kurdî pîroztir e.   

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

Merwan Berekat: Spas ji bo te jî. Xebata we cihê serbilindî û şanaziyê te. Her hebî û her serkeftî bî. 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply