di diwazdehê mihê de di seat diwazdehan de
Hînkahiya di’ayekê dadiket
heyv di çîrûsî di singa tarîtiyê de
bi cizba eşqê hezkirin ji bo Xwedê…
bi behn û hîske hîsk du hesp dibezîn di singa bajêr de
Evîn tilsimekbû di kefa mistê de
li ser dest û li xetên aniyê
Şopek qedîm…
li mezrabotan bezîna xezalan
şan bi şan, tehtik bi tehtik, gav bi gav
bi cizba eşqê hezkirin ji bo Xwedê…
çima dengê xwe nakî
li cem bilbil li bexçê
li çolekê ez mam bi dengê Gulavê
ew welatê min û ew qurta avê
bi cizba eşqê hezkirin ji bo Xwedê…
çend hefte, çend heyv
çend demsal bihurîn
çend helbest hatin meyandin li ser lênûsê
bi sê rengan bi devê pênûsê
bi cizba eşqê hezkirin ji bo Xwedê…
Ednan Bazgulî
12.07.2022