Mehmet Oncu: Osman Sebrî Ne Tenê Nivîskar; Şoreşger e Jî

Mehmet Oncu: OSMAN SEBRÎ NE TENÊ NIVÎSKAR; ŞOREŞGER E JÎ

Hevpeyvîn: REŞO RONAHÎ

Yek ji kesên ku ketiye pey şopa Osman Sebrî Mehmet Oncu ye. Oncu dibêje “Bêguman Osman Sebrî ne tenê rewşenbîr û nivîskarekî kurd e, di heman demê de şoreşgerekî kurd e” û dibêje kurd wî baş nas nakin. Loma rêzdar Oncu xwestiye ji nêz ve wî bide nasîn û bi navê Şihîna Hespên Azad romanekê li ser jiyana wî lê kiriye. Osman Sebrî di 25 saliya xwe de ji ber zext û zorên giran ên dewleta Tirkiyeyê diçe binxetê û nema vedigere Semsûrê. Hema hema qirnek piştî çûna wî me berê xwe da Semsûrê, da Mehmet Oncuyê hemşehriyê wî û me pirsa Osman Sebrî ango Apê Osman jê kir.

Em ji zaroktiya Osman Sebrî dest pê bikin? Hûn karin ji me re hinekî qala destpêka jiyana Apê Osman bikin?

Bêguman serdema ku nemir Osman Sebrî tê de jiyaye, serdemeke gelek girîng e. Di taliya emrê wî de gelek meseleyên balkêş rûdane, dewlet hilweşiyane û dewlet ava bûne. Osman Sebrî ji binemaleke mezin, malbata wan axa û pêşa Hoza Mirdês in. Ji malbata wan re digotin Mala Heyder Axa.

Osman Sebrî di roja 05.01.1905 an de, li bakurê Kurdistanê, li gundê Narincê yê ku girêdayî navçeya Gextê bû ji dayika xwe Êmne Xanimê bûye. Lewra wê wextê Gexte ne girêdayiyê Semsûrê, tevî Semsûrê herdu jî girêdayiyê bajarê Meletiyê bûne. Hîn ku Osman Sebrî 3 salî ye, di 1908an de hersê paşayên Osmanî yên bi navê Talat, Enwer û Cemal ên tirkperset li dijberê padişahê Osmaniyan E’vdilhemîd derbeyê dikin û wî ji têxt datînin û desthilatdariya welatê Osmaniyan hildigirin destê xwe. Herwiha siyaset û helwesta wan bandora herî mezin li ser xaka Kurdistanê dike. Wê demê bavê wî Sebrî Axa, serokeşîrê Mirdêsiyan bû. Osman Sebriyê nemir bixwe di bîranînên xwe de, li ser hoza xwe wiha dibêje:

“Eşîra me Merdês perçeyek ji mîrnişîna Mirdês e ku sernîveka wê bajarê Egilê (îro navçeyeke Amedê ye) bûye. Piştî qelsî û jihevdeketina emaretê, mîrekan her yekî aliyekî emaretê bi navê eşîrê xistiye bin destê xwe. Ji kalê min Mihemed ku tevî eşîra xwe (Mirdêsê Gawestî) hatiye erdê ku îro bi navê Mirdêsan hatiye nasîn, heya digehê min, em neh bav di wî erdî de rûniştine.”

Osman Sebrî di deh saliya xwe de bavê xwe wenda dike. Piştî ku bavê wî diçe ber dilovaniya xwe, weke wê demê di nav kurdan de edet bû, apê wî Şikrî, diya wî Êmne xanimê mar dike. Werwiha li şûna bavê wî apê wî yê mezin, Şikrî, bi kar û barên hoza Mirdêsan ve rabû û bi di-lovaniyeke mezin jî Osman Sebrî li ser rêzan û rêdanên hozanî xwedî kir. Lê belê dîsa di sala ku bavê Osman Sebrî çû ber dilovaniya xwe, tehcîra xelkê Ermenî dest pê kir ku berî wê li Edene, Riha û Zeytûnê rûdanên qirkirna wan dest pê kiribû.

OSMAN SEBRİ'NİN HAYALLERİ – Bernamegeh

Osman Sebrî li ser jiyana xwe ya xwendekariyê wiha dibêje: Di dawiya sala 1917an de mamostayek ji me re hat1 û wê salê min şehadeta (dîploma) îptîdaî (dibistana seretayî) stend. Sala din apê min ez şandim Gextê, dibistana ruştiyê. Di nava sê salan de min şehadeta(dîploma) xwe li wir jî stand.” Apê Osman di dermafê rewşa rêzana eşîrtî û zû jinanînê de gotiye: Di sala 1920an de min şehadeta xwe ya ruştiyê bir û vegerîm çûm mal da ku hînî rê û rêzanên eşîrê bibim.

 

Ew mamosteyê ku nemir Osman sebrî qalê dike, mamoste Smaîl Efendî ye ku di aliyê ramyariyê de bandoreke mezin li ser Osman Sebrî hiştiye, lew ku ew kesayetiyeke sosyalîst bûye.

 

Têkoşîna birêxistî; endamtiya Xoybûnê

Kengî û çima derbasî binxetê dibe? Hûn karin qala wê prosesê bikin?

Bêguman ku çîroka nemir Osman Sebrî ya çûyîna binxetê, girêdayî sedemên kûr û bi rêk û pêk e. Lew ku ew di bihara jiyê xwe de, di bîst û pênc saliya xwe de derbasî binxetê dibe. Piştî 1926 an, komara ku li ser axa kurdan nû hatî damezirandin, herdu apên wî birin û bi darve kirin, ew jî sê salan bitir di zindanê de ma.

Bêguman jiyana wî ya zindanbendiyê weke perwerdeya ramyarî derbas bibû. Gava ji hepsê tê berdan, di trênê de rastî Ekrem Cemîl Paşayê Diyarbekrî tê, ji wî hin agaiyên ji bin xetê distîne.

Belê, Osman Sebrî berê jî zanîbû ku li bin xetê partiyek bi navê Xoybûn heye lê piştî hevdîtina Cemîlpaşazade zanînên wî berfirehtir dibin. Pêşî diçe warê bavan, nav Xaka Mirdêsiyan. Wê demê Hacî Bedir Axayê ku xalê Osman Sebrî bû jî miribû (Hacî Bedir Axa di sala 1928an de mir), serokeşîriya Reşiyan ketibû destê kurê wî Zeynel Axa. Komar di nava van salan de bitir bi hêz bibû, saziyên wê xweştir rûniştibûn, zilm û zora li ser rewşenbîrên kurd zêdetir bibû. Li herêmê jî rewş guherîbû, bi tenê alîgirên komarê li ser piyan mabûn, ên din dihatin cizakirin û nefîkirin. Herwiha Osman Sebrî jî çare di çûyîna bin xetê de dît. Gava ku Osman Sebrî “bi hêviya di bin şertên xweşiktir de vegere” çû bin xetê, rast çû mala Bozan Begê bû mêvan û demekê şûn de jî li ser destê Mîr Celadet Alî Bedirxan bû endamê Partiya Xoybûnê. Wê demê di bin serokatiya Mîr Celaded Alî Bedirxan de; Memdûh Selîm, Qedrî Can, Hemze Begê Miksî, Dr. Ehmed Nafîz Beg û birayê wî Nûreddîn Zaza, Haco û zawên wî, Mustefa Beg û Bozan Beg Şahîn ên serokên hoza Berazan, kurên Cemîl Paşayê Diyarbekirî yên bi nav Ekrem, Qedrî û Qasim û gelek rew-şenbîr û siyasetmedarên kurd ên din endamên Partiya Xoybûnê bûn.

Têkiliyên wî yên li binxetê çawa dest pê dikin? Di warê siyasî de çi dike li wê derê?

Belê Osman Sebrî di sala 1919an de, di çardeh saliya xwe de carekê Mîr Celadet Alî Bedîrxan dîtibû. Wexta ew, birayê wî Kamêran Alî Bedirxan, Qedrî Cemîl Paşa, Evdirehmanê Hekarî û Major Noel ji bo karekî bi hev re hatibûn gera Kurdis-tanê, li mala wan bibûn mêvan. Lê belê ew di bîra Mîr Celadet Alî Bedirxan de nemabû. Lê paşê, dema ku wî û Ekrem Cemîl Paşa hevdu di trênê de dîtibûn, demekê di derbarê rewşa welêt de bi hev re sihbet kiribûn, wê demê Osman Sebrî agahiya ku dikê derbasî bin xetê bibe û daxwaziya xwe ya endamtiya Xoybûnê bi wî dabû zanîn. Herwiha wî jî paşê agahî dabû Mîr Celadet Alî Bedîrxan. Yanê dema ku Osman Sebrî derbasî binxetê dibe, jixwe Mîr Celaled Alî Bedirxan li hêviya wî ye û bê pirsgirêk dibe endamê Xoybûnê. Jixwe Osman Sebrî, kesekî milîtan e û her gava ku wî avêtî siyasî ye. Di nava Partiya Xoybûnê de gelek kar û barên siyasî dike.

Tesîra Şoreşa Cotmehê ya marksîstên Rûsyayê çi ye li ser Apê Osman?

Şoreşa cotmehê di sala 1917an de pêk tê, Osman Sebrî wê demê 12 salî ye. Wê demê Osman Sebrî nû ji dibistana seretay (îptîdaî) mezûn bûye û mamosteyekî wî ku paşê jî tê-kiliya wan bi hev re berdewam kirî yê bi navê Smaîl Efendî heye. Smaîl Efendî, mirovekî zana û sosyalîst e. Herwiha wî bandoreke mezin li Dozdarekî resen Osman Sebrî ser Osman Sebrî kiribû ku wî mamosteyî nêrîna sosyalîzmê bi Osman Sebrî dabû hînkirin.

OSMAN SEBRİ ADIYAMANLI HEMŞERİMİZ - YouTube

Peydabûna kerameta nivîsandinê; Hawar

Û destpêka Hawarê… Rola wî çi ye di derxistina Hawarê de? Çi ye girîngiya Apê Osman?

Berî nemir Mîr Celadet Alî Bedirxan dikê kovarê derxe, Osman Sebrî sirgûn e li bajarê Yafayê. Mîr Celadet ji wî re nameyekê dişîne û dibêje em ê “Hawarê” derxin, ew jî ji bo hêjmara yekê helbestekî dişêyne. Herwiha serencama wan a derxistina Hawarê bi vî şeklî dest pê dike. Di sêrî de heta dawiyê, di her hêjmareke Hawarê de ked û nivîsa Osman Sebrî heye û her bi hev re ne. Osman Sebrî hewar her bi pexşan û helbestên xwe xemilandiye. Osman Sebrî di derbarê Hawarê de wiha dibêje:

Gava ku Mîr Celadetê rehmetî dest bi derxistina Hawarê kir, di dilê me gişkan de kerameta nivî-sandinê çêbû. Lê piştî Celadet ji min re pirsek jî gotibû, ew xweş ketibû serê min. Got ‘Ez dibînim çavên te li çîrokên şoreş û lêxistinê ne… Em ferz bikin ku tu bi tenê bikaribî Kurdistanekê çêbikî. Lê ew Kurdistana ku merivek çêbike, merivek dikare xerab jî bike.’

Gava meriv nivîsên wî dixwîne û bala xwe dide jêrnîşeyên hin nivîsan meriv dibîne ku sirgûni-ya wî sirgûniyeke ecêb e. Hûn karin qala sirgûniya wî bikin?

Bêguman Osman Sebrî ne tenê rewşenbîr û nivîskarekî kurd e, di heman demê de şoreşgerekî kurd e. Ji ber ku zindanbendî û sirgûn ji êş û belayên şoreşgeriyê bi tenê yek e, jiyana wî jî di nav sirgûn û zindanbendiyê de boriye. Cara pêşî, ji ber ku bi ya mandaya Fransizan nekiriye ew di sala 1927an de sirgûnî Bajarê Raqayê kirine û bi qasî mehekê li wê derê sirgûn maye. Di sala 1932an wî sirgûnî Filîstînê dikin, ew jî diçe Yafa yê, bi navê ‘mamoste zirav’ li wê derê dimîne. Paşê ew di salên 1933 û 1934an de, li bajarê Hemayê di bin rûniştina darê zorê de maye. Osman Sebrî di sala 1935an de sirgûnî Afrîqayê, Grava Madagaskarê dibe, nêzî du salan li wir dimîne. Di dala 1937an de vedigere Urdinê, di sala 1938an de vedigere Sûriyeyê. Osman Sebrî herî dawî di sala 1968an de, ji aliyê Dozdarekî resen Osman Sebrî hukmeta Hafiz Esad ve sirgûnî bajarê Siwêda (-Palmîra) ya li başûrê Sûrieyê tê kirin.

Ez bawer im wextekî zêde di hepsê de jî maye. Çima, çiqas wext û li ku derê mayê di hepsê de?

Cırne Reş - İBRAHİM BULAK 'Evi Kürtler için bir okul gibiydi' Ekrem Cemil Paşa “Hatıratım” adlı anı kitabında Osman Sebrî için şöyle yazıyor: “Yaz geldiğinde Hoybun'daki Kürt olan ağa ve beylerin çekişmeleri

Bêguman weke ku min li jor jî gotî, jiyana şo-reşgerî jiyaneke zor û zehmet e. Lew ku kesê şoreşger bertêkerê rijîma heyî ye û herdem ew û pergala heyî bi hev re di nav şer de ne. Apê Osman, herdi mamên xwe direvîne û ew careke din têne girtin, hikmata wê wextê mamên wî bi dar ve dike, wî jî bi şeş salan dide ciza kirin.

Piştî sê meh û nîvên zindanê wî berdidin. Ji wir pê ve zindanbendkirina Osman Sebrî di nav xaka Sûriyê(Şam û Heleb), Lubnan û Iraqê (Mûsil û Bexda) de pêk tê. Ew 12 salên ji temenê xwe di zindanên curbecûr de bi zindanbendî diborîne, pênc caran jî tê sirgûnkirin.

 

Redkirina teklîfa dagirkeran

Piştî salên surgûniyê û hepsan jiyana wî çawa bihurî? Di nav çi şert û mercan de bû gava çû ser dilovaniya xwe?

Jixwe jiyana wî ya ku tevahî sirgûn e, jê nîvî sirgûna di nav sirgûnê de ye. Ya din jî zindanbendiya di nav sirgûniyê de ye. Di destpêka çûyîna xwe ya binxetê de, berpirsê mandaya Fransiyan hetf gundan pêşniyarî wî dike. Jê re dibêjin ewan gundan avadan bike bila tevî axa xwe yê te bin. Dibêjin gava tu bibî mirovekî maqûl, li ser navê hukmata Fransiyan mehaneyeke bo penaberên siyasî jî heye, em ê ewê mehaneyê jî bi te ve girê-bidin û tu yê jiyaneke dewlemend biborînî. Os-man Sebriyê ku 10 gundên xwe li serxetê hiştî, xwe li ber heft gundên ewên dagirker jî danenîn. Bi rastî, ji ber ku wî degera qezenckirina malê dinyayê nedît, her bi qezenca xwe ya kêm, îdare dikir. Xaniyekî Apê Osman li Şamê, li Taxa Ruknedîn(xêlkê digot Taxa Penaberan) hebû. Apê Osman mala xwe zivirandibû dibistana kurdî ku bi sedan kesî li mala wî dersên kurdî didîtin. Zarokên wî mezin bûn, gelekên wan çûn Awrûpa. Kewê xanima ku yadîgara birayê wî Şewket bû li gel wî bû, xizmeta wî didît. Piştî mirina wî, ew jî vegeriya hat serxetê, warê bav û kalan.

Bo yadigariya wî divê îro sazî û dezgeyên kurdan çi bikin?

Bêguman kurdên bakur, têretêr Apê Osman nasnakin; ne jiyana wî ya serxetê, ne jî jiyana wî ya binxetê baş zanin. Vê zanîn û hişmendiyê romana wî “Şihîna Hespên Azad” bi min da nivîsandin. Min xwest zarokên gelê min, vî lehengê şoreşger tevî jiyan û têkoşîna wî, keda wî ya di ber zimanê kurdî de nas bikin û zanibin. Ji ber ku Osman Sebrî di dîroka kurdan de rawestge-hek taybet, berekî nexşîn û bi rûmet e. Lazim e pêşî hemû kurd wî bişopînin û têkoşîna wî ya ji bo gel fam bikin. Herwiha ji bo vê yekê jî divê gelek tişt bêne kirin. Meriv dikare wan tişt û çalakiyan wiha bide pêy hev:

  1. Divê pêşî li ser navê wî weqfek bête damezirandin.
  2. Di bin banê wê weqfê de dibistanên ku bi zi-manê kurdî perwerdeyê didin bên avakirin.
  3. Li ser navê wî kitêbxaneyek xwedî arşîveke gelek mezin bête damezirandin û ji niha de xebatkarên wê dest bi komkirina belge û dokumanterên kurdolojiyê bikin.
  4. Divê her sal rojbûna wî bê pîrozkirin û miri-na wî bête bîranîn.
  5. Li ser navê wî xelatên ziman, çand, wêje û hunerê bêne dayîn.

Çavkanî:  Kovara Dilopê – Sal: 3 • Hejmar: 16 • Îlon-Cotmeh (r.39)

Derbar Çand Name

Check Also

Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply