Marîa Melekek bû û Firat Cewerî

Fırat Cewerî di sala 1980 virde li Swêdê dijî, nivîskar ji malbateke Dêrika Mêrdînê ye. Firat Cewerî, kovareke wêjeyî a bi navê “Nûdem” ku di navbera salên 1992 – 2002 de bênavber, bi zimanê Kurdî weşan kirî derxistiye. Cewerî paşê bi navê Nûdemê weşanxaneyek ava kiriye û bi navê “Nûdem-Werger” kovareke wergerê jî derxisti ye. Cewerî di vê navberê de gelek berhemên giranbiha wergerandine zimanê kurdî. Gelek berhemên wî jî hatine wergerandina zimanên wek Swêdî, Fransî, Erebî, Tirkî û Almanî û bûne perçeyek ji wêjeya Dinyayê.

Bûyerên di romana Cewerî ya bi navê “Marîa melekek bû” de li kolanên Swêdê ên sar û ku berf lê barî diborin. Roman ji du beşan pêk tê, beşa yekemîn çîroka Danîel û Marîa yê ye. Di vê beşê de romana Cewerî di nav xewn û nepeniyan de dibore. Meriv di vegotina Cewerî de tama çîrokên dengbêjan hildide.

Nîvîskar di beşa vê berhemê ya yekemîn de, bi şêwazeke wêrek, di edebiyata kurmancî de (Ez dibêjim qey cara yekê ye) bi awayekî serkeftî, teknîka vegotina kesê duyemîn (tu) bikarniye. Herwiha weke ku nivîskar di romanê de pazileke bide ber mirov, mirov dikeve pêyî parçeyên kêm û ji wê pêve dîmenê ku dikê derkeve holê xeyal dike, bi vê yekê serencama xwandinê berdewam dike. Romannûs bi jîrekiya xwe feresetparêziya hestên mirov sîr dike, bi hişarkirina meraqa di derûniya meriv de xwandevanan dikşîne nava romanê.

Nivîskar di beşa yekemîn de rasterast xîtabî Danîel dike. Carînan ciyê xwe ji Danîel re, carînan ji Marîayê re carînan jî ji Rozînê re ber dide. Paşê di beşa duyemîn de teknîka vegotinê veduguheze şeklekî din. Kirîmînologekî şîşman ê bi navê GW Persson, şahîdên bûyerê gazî navenda polêsan dike. Dîalogên wan û kirîmînalog GW Persson, tevî îfadeyên wan beşa romanê ya duyemîn pêk tînin.

Di serê çîrokê de mêjiyê Danîel tevlîhev e û bîra wî diçe û tê. Danîel kesekî ku ketiye pê jiyê xwe yê ciwaniyê û di wê keliyê de ji camekanekê de ciwaniya xwe ya ku ji wî re dibişirîne dibîne. Danîel dikeve pêyî wê bişirînê lê tiştê ku ew lê rast tê jineke ciwan û bedew e. Ew jina bedew Danîel rind nas dike, belê Danîel gelek li berxwe dide lê mixabin nikare wê jina bedew binase. Ku çawa dike jî ew jin di bîra Danîel de himberê xwe nabîne. Paşê navê jinikê weke Rozîn di hişên wî de dimîne, lê ew Rozînê dişibîne jina xwe ya bi navê Marîa. Bêguman ji bo Danîel Rozîn û jina wî Marîa di bejna ew jinika bedew de dibin yek jin. Ew jinik carînan dibe Rozîn, carînan jî dibe Marîa.

Gava ew û jinika bedew bi hev re diçin mala jinikê, xwandevan fam dikin ku ew mal, mala Danîel e. Belê Danîel, li mala xwe li hember fotografa jina xwe disekine û bi çav û nêrîneke biyanî li her tiştî dinêre. Belê meriv weke xwandevan fam dike ku jiyana Danîel perçe perçe bûye, hemû dinyaya wî ya derûnî ser û bin e. Gava Danîel ji jina xwe dixeyîde wê dişibîne polêsên tirk. Objeyeke din a di derûniya wî de jî kûçikekî bi navê Co ye. Ew herdu tişt (kûçik û polêsên tirk) kilîta deriyê kulên Danîel ên bê kew in ku ew derî ji rabûrduya wî re vedibe. Rabûrduya wî ya ku goristana jiyanên wendabûyî ye.

Lehengê me Danîel, di wê malê de xwe wekî beniyekî dibîne, hewl dide ku ji wir derkeve û here lê belê jinika bedew nahêle ku ew here, lew ku jinik ji bo Danîel di nava endîşeyê de ye û naxweze ew here. Li ser vê daxwezê jinika bedew bi kêrekê derdikeve himber wî, kêrê dide ser dilê xwe û dibêje; “ger tu herî, ezê xwe bikujim!” Li ser vê yekê di nava wan herduyan de gengêşî derdikeve, gengêşî veduguheze pêvçûnê, di pêvçûna mava wan de ew kêr li li ser dilê jinikê dikeve, jinik dimire. Gelo mirina jinikê qeza ye ne cînayet e? ew ne diyar e. lê di dawiya dawîn de jinik mirî ye! Bersiva vê pirsê encamê naguherîne.
Ku can ji rûyê jinika bedew dikêşe, rengê mirinê jinikê vediguhezîne. Danîel candekê jinik dibe dike nava nivînê, bixwe jî ji malê dûr dikeve. Belê êdî qedera wî û ya jinika mirî dikeve heman rê. Danîelê ku dixwest ji saxiya wê de ji wê dûrkeve, êdî naxweze ji candekê wê bidûr keve. Li ser vê yekê Danîel careke din, bi şêwazeke piştqurifî û çavên ji rondikan xalî nabin vedigere tê mal. Bi wê şaşwaziyê destên xwe li ber xwedê vedike, lawiya wî dike ku ruhekî bide Marîa yê. Belê hewldana wî hewldaneke bê encam e. Danîel di nav vê metaforê de, bi hestên ku ew jî bi vê jinikê re miriye, ligel candekê jinika bedew xwe dirêj dike û dikeve xew. Ji piştî razanê Danîel, tevî Marîa yê careke din vedijî xewneke xweşik dibîne. Êdî di nava jiyaneke bê dawî de xwe di salên nêzî 40 û 45 de, Marîa yê jî di salên 25 û 30 de dibîne. Ji piştî vê xewna ku êfleh nabe vediciniqe û ji xewê hişar dibe, di bin bandora wê xewnê de ramûsanekê dide ser lêvên jinika mirî. Gava tê ser hişên xwe devê xwe dadimale, diçe serşokê û çendî caran devê xwe dişo û diçelqîne. Danîel di nava bêçariyê de vediponije. Rewşa wîya giran li ser hişên xwandevanan bandorekê dike.

Vegotin di nava nepeniyekê de berdewam dike. Danîel, bi hizra veşartina candekê Marîa yê ê di bagaja rajoyê de derdikeve rêwitiyekê ku ew rêwitî çendekî me xwandevanan ditirsîne. Danîel, cil û bergên jinika mirî li candekê wê dike, tevî wê derdikeve rêwitiyekê û pirsan ji wê dike. Hin caran bersivên pirên xwe jî distîne, lew ku candekê jinika bedew bi Danîel re bûye heval. Ji wê pê ve danîel ne pê qaneye ku gelo ji candekê wê xilas be an na…

Gava mirov bênavber di nav pelên romana Cewerî de weke aveke şêlî a di coya xwe de diherike, bêhnek tê pozê mirov, mirov nizane ku ew bêna cesedê Maria yê, ne bêhna penaberiya nivîskar Cewerî bixwe ye.

Danîel ê ku ji polêsê Swêdê re fikra mikur hatina kuştina wê jî dike, di dawiyê de candekê Marîayê dibe kanek a zîv ku hatî terikandin û loxî jêr dike. Ji bo Danîel sebeba jiyana wî ya li dinyayê nemaye, ji xwe di bin barê rabîrduya xwe de peritiyaye, mirina marîayê ji di ser de hatiye û barê wî yê li vê dinyayê gelek giran bûye. Danîelê jiniva rajoya xwe ber bi mirinê ve bajo.

Beşa romanê ya duyemîn, ji diyalogên krîmînalog û kesên di çarçika lêpirsînê de hatî polêsxaneyê ku îfade dayî ên weke Saqo Şelal, Ardan Turk, Nurî Almaz, Dihem Araz, Lotta û nivîskar bixwe yanê Firat Cewerî pêk tê. Beşên çîroka Danîel a kêm bi wan diyalogan temam dibe. Ew kesên ku şahîdê çîroka Danîel in bixwe jî kesên weke Danîel ên ku di ciwaniya xwe de terkî war û welatê xwe kirî û hatî ji Swêdê bicih bûyîne. Îfadeyên ewên ku bûyî şahîdê ciwaniya Danîel, bi şeklekî gazin in. Lew ku wan gilîkeran jî di axaftinên xwe de, gazinên xwe ên penaberiyê kirîbûn. Ew gazinên wan ên ku bi salan di hindirê xwe de genî kirîbûn û derfeta ku ji kesî re vebêjin nedîtîbûn. Penaberên gilîker di beşa rimanaê ya duyemîn de bi hêceta çîroka Danîel, kulên xwe ên nêm girtî der kirîne. Paşê, meriv di axaftinên wan de hîn dike ku Danîel, Diransazekî Ermen e, li Tirkiyê, di 12 yê Îlona 1980 de hatiye binçavkirin. Di encama wê binçavkirinê de îşkence lê hatiye kirin.

Wekî encam, meriv dikare bibêje; Cewerî di romana xwe ya bi navê Marîa melekek bû de, êşên xwe ên penaberiyê ên kujer, bi hestên kurdekî, bi dinyayê dane zanîn. Mala wî ava…

Li ser navê Peyrevên Apê Osman
Mehmet Oncu

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply