Ji dilên miştxem û çavên hêsirbar derbirîna pêngavekê

ŞEYH SAİD / ŞÊX SEÎD - Home | FacebookTêkiliyên pêşengên serhildana 1925an û rewşenbîrên Kurdan yên rojavadîtî an bi çanda rojava hemhalbûyî, pirî caran wekî pirsxaleke dîrokî bala min kişandiye. Ku em pêşîvanên dozê Xalid beg û Yûsuf Ziya beg nehesibînin, Dr. Fuad, Kemal Fewzî û Fehmî Bilalê Liceyî çend wan kesayetên rewşenfikir, bîrewer û dinyadîtî ne ku pêşîvaniya serhildanê kirine û hetanî nefesa xwe ya dawîn jî pê ve girêdayî mane. Ev mînak pirsxalê hinekî siviktir dike lêbelê bi temamî ji holê ranake. Ji bo ku pirsxal ji hev were veçirandin û wêne bi awayekî net erzî endam bike, pêdivî bi çend xalên din hene.

 

Mesela dema ku bajarê Diyarbekirê 2-3 mehan di bin dorpêçkirina hêzên kurdan de ma, çima ji rexê xwarê ango binxetê lebatek, an hewildanek xuya nekir?

Cibranlı Halid Bey - Vikipedi

Ji bo ku ev pirs baştir were fêhmkirin û hin dîmen di serê meriv de bisêwirin, divê meriv balê bikişîne ser çend xalan.

  1. Di esnayê dorpêçkirina Diyarbekirê de, ji xeynî deriyê Mêrdîn hemû deriyên din yên bajêr têne kontrolkirin.
  2. Hêzên kurdan, hetanî ku arîkarî di wî deriyî re dikeve hundir jî aliyê serkeftî û serfiraz in. Lêbelê piştî ku arîkarî dikeve hundir û hêzên hember moral digirin, aliyê kurd şikestinê dixwe û mecbûrî vekişînê
  3. Ne zêde, tenê çend heb şerzanên şareza di nav komên kurdan de hebana dê rewş berevajî bibûya. Lewra rêya ku arîkarî tê re tê rêya trênê
  4. Ger ji xwarê ve piştgiriyeke ne leşkerî, lojîstîk jî heba, îhtimala serkeftinê pir zêde bû. Pirsxal jî li vir vedibe: Gelek rewşenbîr û pêşdehatiyên kurdan yên wekî Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Mehdûm Selîm wê demê li binxeta ku di bin mêtingeriya fransayê de

Qadroya ku piştî sê salan bi maneya modern partiya yekemîn Xoybûn damezirand jî, ji van şexsiyetan pêk tê. Vê qadroya ku Xoybûn damezirand, çima ji bo piştgiriya serhildanê tiştek nekir? An jî, gelo kir (wekî di bîranînên Cegerxwîn de derbas dibe) lê em jê neagah in! An jî wan xwest lê berê felekê li wan çerx fetilî bû?

Kamiran Beg her dem digot: “Felek li me kîn e.”

Ma kî dizane, belkî jî hesabek ji hesabên ku em dikin pir wêdetir û mezintir heye, lê em xwe li îsyankariyê datînin û em hesabê encamên şipeyre nakin!

Mebesta min bi van gotinan, ne destpêkirina vekolînekê an vekirina nîqaşeke nû ye.

Tenê min xwest ku vê helbesta giranbiha ya Kamiran Beg di pêvajoya serhildanê û qewimînan de deynime cihekî…

Lê ez dinêrim ku gera min belasebeb e… çimkî cihê van rêzikên ji kezebê fûriyane, navenda serhildanê û kûraniya dilê kurdan e…

 

Li ber tirba Şêx Seîd

Sûra êvarê lêva xwe hêdî hêdî digehîne tirba te. Bêdengiya wê demê de, tenê dengê te tê bihîstin Eniya min giran û tarî, rûyê min sar û dilê min hişk e, Hatim ber tirba te rawestiyame.

Kêla te nabînim, axa te hê nerm e. Tirba te nenavkirî û bêrewş e.

Navê te bi herfên xwîndar û xwîndar û ruhn,

Li ser rêya Pîran, Xarpêt û Diyarbekrê de nivîsandiye.

Navê te ser pola û hesin, ser ferş û li ser dilê camêran de diçirise û dibrûske. Ev çend sal in ko çêbûye, lê niho jî, ji navê te dijmin dilerize.

Rêç û şopa pêyên te, di deşt û çiyayên Kurdistanê de tên dîtin. Tu dîroka me veşartî, dilê me de xuya yî.

Dirêjahiya tirba te sê gaz in. Zarokek bi pêyên xwe ên kiçik di bihnekê de dikare wê bipîve.

Ji tirba te îro tu deng nayê. Dijmin pê li tirba te dikin.

Ezmanê me reş û bi ewr bû, tu wek rûskekê jê derket û lê daketî.

Min tu li ser kopekî bilind dîtî, di ber lingê te de geh ava Dicleyî a bikef û geh ava Feratê a bixwîn diherikîn.

Niho jî ez te bi çavê dilê dibînim. Rû û eniya te zer in. Çavên te girêdayîne, sînga te brîndar e, te xwe dirêj kiriye, lê tu nanivî !!

Tirêjên rojê nagehin te. Lê gorna te ne tarî ye. Jê rohniyeke ecêb derdikeve, rohnîyeke lûleper, ew rohnî dilên kurdan ji hevîna welêt tejî dike.

Xaçerêyên hişên me dibin rê û şehrê.

Barana çiloyî li ser tirba te dibare; dar û kulîlk ji bo te digirîn. Li ser ala te bawerî; camêrî, rastî û bext nivîsandî bûn.

Dengê te, dengê azayiyê bû. Tu ji kenê welêt şa dibûyî û ji kenîna şûr û xencerên pola!!! Wekê roj ji pişt çiyayên Pîranê derdiket û tava wê li çekên peyayên te dida rûyê te geş, dilê te şa dibû.

Tu bêken mezin bûyî. Şîna welatê te, dilê te de bû. Tu bê ax û girî çûyî. Te tola xwe ji çêliyên Kurdistanê re hişt.

Hawar. Jimar: 17-Rûpel 3

 

TÊBÎNÎ: Wekî ku tê zanîn kovara Hawarê hetanî hejmara xwe ya 24an tîpên “K” û “Q” berovajiyê niha dinivîsand. Ango di şûna (ق) a erebî de “K”ya latînî û di şûna (ك) a erebî de jî ji ber dengê wê yê îngilizî “Q” a latînî bikaranîne. Lêbelê, piştî vê jimarê, di şûna (ق) a erebî de de “Q”ya latînî û di  şûna (ك) a erebî de jî “K”ya latînî bikaranîne. Di serê jimara 24an de ev daxuyanî cih digre: “K-Q. Di elfabeya me de ev du herf bi hev guherîne: “k” ketiye şûna “q” ê, û “q” ketiye şûna “k”yê.” Me ev helbest ji bo bîranîna Şêx Seîd cardin rêzkir û alfabe jî wekî ku di roja îro de tê bikaranîn nivîsand. Ji ber girîngî û rojevbûna Şêx Seîd cihê vê helbestê taybet e. Ji hêla encamên ku serhildana 1925an rê li ber vekiriye û coş û xiroşa ku Şêx Seîd di dilê xelk û rewşenbîrên Kurd de afirandiye ev helbest

Nîvîskar: Rêbaz Şoreş

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 2an

Derbar Çand Name

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply