Li Ser Bedena Mirovan Nêrînekê Giştî

Her şane mîna fabrîkeyeke piçûk e. Pêdiviyên jiyanê an jî bedenê li vir dest pê dikin, tên cih. Şane bi çavên tazî nayên dîtin. Tenê meriv dikare bi mîkroskobê lê binihêre û lê bikole. Me di serî de got ku her şaneyek wekî fabrîkeyekê ye. Belê wisa ye. Mînakeke piçûk a jiyanê ye, nimuneyeke mîkro ya organîzmayê ye. Bi organelên xwe yên wek retîkulûma endoplazmîk, rîbozom, lîzozom, mîtokondrî, cîhaza golgî û awayekî fewqalade bi rêkûpêk dixebitin; kêmasiyan, pêdiviyan temam dikin. Di bin întîzameke nedîtî de tevdigerin. Desthevgirtin û alîkariyeke bêhempa nîşanê çavan didin. Ne tenê di nava xwe de bi rêkûpêk û alîkarî tevdigerin, her wiha her şane bi yên hawirdora xwe re di bin hevaltî û alîgiriyeke mezin de kar dikin û danûstandineke dêwasa pêk tînin.

Perçeyê herî piçûk ê bedenê şane ye. Mirov an jî xwedîjiyanekî din ji şaneyekî an jî ji şaneyan pêk tê. Şane tên li ser hev tevînekan, tevînek organan, organ sîsteman, sîstem jî organîzmayê derdixin holê.

 

Her organelek wekî karmendekî bi karekî gelek girîng re wazîfedar e. Û ne mimkun e ku ji vî karê xwe paş bimîne û nayê dîtin di vê geremolî û tevliheviya zahirî de şaşitiyekê çêbe. Wek mînak mîtokondrî di çêkirina enerjiyê de peywir digire, lîzozom enzîman sentez dike ku ev enzîm di karên ji bo domandina jiyanê pir girîng û sereke ne de dixebitin, retîkulûma endoplazmîk ji madeyên piçûk yên kompleks derdixîne holê, rîbozom di hemû zindiyan de heye, peywira wê çêkirina proteîn û sentezkirina RNAyê ye. Dendik (nûkleûs) wek dil û mêjûyê şaneyê ye û di sentezkirina DNAyê de rol dilîze.

Şaneyên wek hev an jî nêzî hev kom dibin tevînekan pêk tînin. Her wekî ji vir jî tê fêmkirin ku tevînek ji şaneyên wekhev pêk tên, valahiyên bedenê dadigirin, organan diparêzin û bi kombûna wan organ derdikevin holê. Wek tevînekê bez, tevînekê hestû, tevînekê epîtel, tevînekê masûlkeyan û hwd. dabeş dibin.

Xwîn wek ava jiyanê tê binavkirin. Tê de sê cure şane hene: erîtrosît (sorglorik, şaneyên sor), lukosît (spîglorik, şaneyên spî), trombosît.

Erîtrosît rengê sor didin xwînê û oksîjenê li xwe bar dikin ji bo bedenê tînin, karbondîoksîtê digirin paşve dibin pişikan û em bi bêhndanê, vê karbondîoksîtê berdidin atmosferê. Bi vî awayî şane, tevînek û organ ango hemû organîzma hewcedariya xwe tekmîl dike û ji gemariya xwe xelas dibe.

Gelek cureyên lukosîtan hene. Wazîfeya wan a sereke parastina bedenê ye. Li dijî bakterî, vîrûs û her cure nexweşiyan şer dikin. Trombosît jî di kewgirtina xwînê de wazîfe digirên. Dema cihekî birîndar be, demarek biqelişe jê xwîn biherike, trombosît bi lez li wê herêmê kom dibin û wê derê dixitimînin. Ji zêde herikîna xwînê re dibin asteng.

Dema tevînek digihin hev organ dertên holê. Organ jî sîsteman pêk tînin. Organ ne bi tena serê xwe, lê di bin sîsteman de tên nirxandin.

Bi hevkirin û alîkirina sîsteman jî jixwe organîzma dertê holê. Hemû sîstem di nav hev de lê bi rêkûpêk dixebitin. Heke kêmasiyekê di sîstemekî de çêbe, yên din xwe digihînin alîkariyê û wê kêmasiyê zû temam dikin. Heke tiştek ji hedê xwe dakeve, sîstemên regulatif hewl didin da ku hevraz bikin.

1. Sîstema Hereketê

Her wekî ku ji navê wê jî tê fêmkirin, sîstema hereketê ji bo her cure livîn û hereketê ye. Her wiha şekilê bedenê didê û bedenê li ser pêyan dide sekinandin. Her livînekê bi vê sîstemê tê pêkanîn. Ev sîstem ji hestû, masûlke û movi-kan pêk tê. Wekî sîstemên din ras-terast bi sîstema reh re dixebite.

Kakût/skelet ji 206 hestûyan çêdibe û şekilê bedenê didê. Masûlke skeletê dorpêç dikin û reh jî di nav wan de derbas dibin. Di navbera­ hestûyan de jî movik hene ku ji bo livînê ne. Bi alîkariya van hêmanan hereket û livîn pêk tê û ji bo vê jî jê re sîstema hereketê tê gotin.

Sağlıklı bir kan dolaşım sistemi ve kalp sağlığı için ne yapmak gerekir

2.Sîstema Gera Xwînê û Dil

 Me li jor jî behs kiribû ku xwîn ava jiyanê ye. Ji ber vê divê bigihîje her deverê bedenê û ev kar bi alîkariya dil û temaran çêdibe. Dil wek pompeyekê dixebite. Xwîna ku ji pişikan paqij bûye, hatiye ji hêla dil ve pompeyê bedenê dibe. Bi vî awayî xwîna paqij ango ya ku ji aliyê oksîjenê ve dewlemend digihîje her derê laş û li vir oksîjenê datîne, bi xwîna qirêj ango ji aliyê karbondîoksîtê ve dewlemend bar dibe. Ev xwîn bi rêya şîntemaran vedigere dil.

Dil vê xwîna gemarî dişîne pişikan da ku ji karbondîoksîtê xelas be û oksîjen lê bar be.

Solunum Sistemi Organları Nelerdir Solunum Sistemi Nedir Sırası Nasıldır?

3.Sîstema Bêhn Danûstandinê

Ev sîstem ji poz, qirik, qilqancik û pişikan pêk tê. Dema ku em hewaya atmosferê dikişînin hundirê xwe, di serî de di poz re derbas dibe. Poz vê hewayê ji gemarî, serma û zihabûnê xelas dike. Ew hewaya ku di fîltreya poz re derbas bû, berê xwe dide qirik û qalqancikê û tê digihîje pişikan. Rûyê pişikan gelek fireh e. Di navbera pişikan û xwînê de danûstandina oksîjen-karbondîoksîtê pêk tê.

Özofagus (Yemek Borusu) Kanseri - Prof. Dr. Oktar ASOĞLU

4.Sîstema Hemzê

Ev sîstem ji bo xwarin û vexwarinê ye. Gelek organ di nav vê sîstemê de cih digirin: diran, qirik, ziman, sorsorik, made, rûvî…

Dema em xwarinê dixin devê xwe, ev bi alîkariya diranan tê cûtin û hûr dibe, bi alîkariya ziman tevlihev dibe, bi alîkariya tûkê şil dibe da ku bi rehetî derbasî sorincikê bibe û bi hêsanî di qirikê re derbas bibe. Hem bi vî awayî ji bo madeyê derdikeve asteke çêtir. Made vê baştir hezim dike. Ev xwarin di madeyê de gelek hûr dibe. Şekir (karbonhîdrat), rûn û proteîn ji hev û din tên veqetandin û ji aliyê rûviyan ve bi hêsanî tê vekêşan.

6. Sınıf Boşaltım Sistemi Konu Anlatımı - Fen Hocam

5.Sîstema Mîzê

Ev sîstem ji gurçik, lûleya mîzê, kîsika mîzê derdikeve meydanê. Gurçik ne tenê di çêkirina mîzê de her wiha ji bo xwînê jî roleke mezin dilîze. Ava zêde bi alîkariya gurçikan ji xwînê tê mêtin. Hormon jî li vir derdikevin pêş. Dema xwîn an jî ava bedenê kêm bû, hormon bandorê li gurçikan dikin. Ava zêde ji gurçik û lûleyê tê vekişandin û ji aliyê din ve gurçik hindiktir avê berdidin.

6.Sîstema Hormonan

Hormon gelek xebatên bedenê regûle dikin. Girbûn, regûlasyonê xwînê, pêşveçûna cinsî û hwd. de rol dileyizin. Gelek cure hormon di gelek cure organan de tên çêkirin û sentezkirin. Wek mînak; hormona girbûn STH di hîpofîzê de, adrenalîn li bergurçikan û hwd. tên çêkirin. Her wiha livikên cinsî jî hormonên ji bo pêşveçûna cinsiyetê çêdikin: di mêyan de hêkdank, di nêran de batî.

Dolaşım Sistemi Rahatsızlıkları Ve Sağlığının Korunması - Dünya Atlası

7.Sîstema Rehan

Ev sîstem di organîzasyon û kontrola hemû bedenê de berpirsiyar e. Ji mêjû û spînal kordê pêk tê. Wekî ku jiyanê bibe her cihî, reh belavê hemî deverên bedenê bûne. Karên jiyanê yên wek bêhnhildan, dîtin, sehkirin, bihîstin, birêveçûn, kontrola hemû organên navîn di bin fermandariya mêjû de ye. Ango ev sîstem jiyan bi xwe ye. Di paşerojê de emê li ser hemî sîsteman bi taybetî jî li ser vê sîstemê berfirehî rawestin.

Otoskleroz Nedir ve Nasıl Tedavi Edilir?

8.Organên Sehkirinê

Dîtin, bihîstin, bêhnhildan, tamkirin, sehkirin. Ji van re pêncsehek tê gotin. Dîsa ev wek sîstemên din bê sîstema reh nabe. Lê di van de sîstema reh hê berbiçavtir e.

Organa dîtinê çav e. Pencereya ku vedibe derve ye. Ji spîk, reşik û bîbikê pêk tê. Her wiha li devdorê çav bijang, birî û palik cih digirên û çavan ji talûkeyan diparêzin.

Bêhnhildan bi poz ve dibe. Di hundir de li jora poz xala zer heye. Rehên bêhnhildanê li vir lokalîze ne. Taybetmendiya van a herî balkêş; ev pir nêzîkê mêjû ne û dîrekt digîhin navenda bêhnhildanê.

Tamkirin bi ziman dibe. Reseptorên li ser ziman, her wiha di dev û qirikê de ne ji bo tamgirtinê peywirdar in. Ji bo tal, tirş, tûj, şîrîn û şorê reseptor tevlihev belav bûne. Lê belê li ser zimên hin cih hene ku bi taybetî ji bo tamekî zêdetir hesas in. Wekmînak serê ziman ji bo şîrînahiyê, koka ziman ji bo taliyê, kêleka ziman ji bo tirşiyê…

Ji pêncsehekan yek jî bihîstin e û guh ji bo vê wazîfedar in. Deng ji hêla kevçika guh ve tê komkirin, di kerika guh re digihîje perdeya guh. Ji vê herêmê re guhê derve tê gotin. Deng perdeyê dilerizîne û bi vî awayî hêz digire. Ev lerz bandorê li hestûyên guh (çakûç, sinda, zengû) dike, van hestûyan dilerizîne û deng her diçe hêzdartir dibe. Di dawiyê de bi rehên bihîstinê deng diçe mêjû, navenda bihîstinê. Bi vî awayî em pê dihisin ka me çi bihîstiye.

Sehkirin jî bi çerm û gelek cure rehên ku di çerm de cî girtine ve dibe. Ji bo sermayê, germê, êşê, şewatê reh hene û kêm-zêde di her derê çerm de lokalîze ne. Ev reseptor me ji bandor û talûkeyên derve haydar dikin.

9.Bizarûmayîn û Organên Cînsiyetê

Di mêran de her roj bi milyonan sperm li batiyan tên çêkirin. Bi munasebeta cînsî ev sperm/tov diherikin malzaroka jinê. Her wiha ji hêkdanka jinê jî her meh hêkekê dertê. Heke ev hêk li rastî spermekî neyê, ji hêkdankê derbasî rêya hêkdankê, ji vir jî tê malzarokê û tê avêtin. Heke sperm û hêk bigihin hev tovgirtin pêk tê. Ev bûyer bi gelemperî di rêya hêkdankê de diqewime. Ev hêka bigon pêde pêde tê di malzarokê de bi cî dibe. Ji aliyê din ve hormonên cînsiyetê, malzarokê ji bo zarokê hazir dikin. Temar zêde dibin, dîwarê malzarokê hêdî hêdî sitûr dibe. Jin bi zarok dimîne û ji vê hêkê re jî embrîyo tê gotin.

Di vê nivîsê de em bi kurtasî li ser bedena mirov sekinîn û me gelek kurt û kêm behsa sîsteman kir. Helbet ji van çend hevokan mesele nayê fêmkirin û pirtûk li ser werin nivîsîn dîsa jî kêm dimîne. Lê armanc ew bû ku em nêrînekî li ser bigerînin û vê zanistê bi temamî di carekî de bidin ber çavan. Di hejmarên bê de emê perçe perçe bi berfirehî îzah bikin…

* Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê – Gernas

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 4an (2011) 

Derbar Çand Name

Check Also

Gehînke

Gehînkeya demarî, demaregehînke an jî gehînke.            Gehînke (bi îngilîzî: Synapse) pêkhateya taybet a …

Leave a Reply