Xwediyên Baxa

Allah Rabbê me ye

Her hebû û heye

 

Carek ji caran, demek ji deman. Du cîran, zilamê malan, weke şêran. Serê sibehan, di ketne rêyan. Heya di gihane bax û rezan.

Di xebitîn, di betilîn… carna birçîbûn, tîbûn, êş û birîn. Carna jî xweşî, dilşayî, kêf û şahî… bi vî awayî wext derbas dibû, roj di hilat, dîsa ava dibû, dewran di zîvirî, demsal diqûlibî û helbet ‘ûmir jî di borî.

Rojek ji rojan, nexweş ket yek ji wan. Hal lê nema. Taqet pê nema. Bi zor û zehmet, bi tehb û meşaqet, radibû, xwarina xwe dixwar. Êdî bes karî bû herê nav baxê xwe jî.

Serê sibê, cîranê wî li dêrî xist. Û bangî xwediyê malê kir. Devê dêrî, zarokê mezin vekir. Nexweşbûna bavê xwe wiha jê re got:

-Mamo! bavê min ji şevîdî ve di êşihê. Û xwew ne ketiye ca’vê wî de.

-Xweda silamet kê. Silavan lê ke. Ez ê herim karêmin heye. Baxê min li benda min e.

Û berê xwe şûnde vegerand, bi ber baxê xwe ve çû. Vî zarokî jî ev xebera vî zilamî ‘eynî wisa dubare kir ji bavê xwe re. Bavê zarok jî wiha got:

Hemd ji Xweda re ku ew Xweda xwediyê me ye û xwediyê rizqê me ye. Kurê min de ka gazî diya xwe bike ezê tiştina ji we re bêjim:

-dayê, dayê…

Deng hino hino kêm bû û gavek şûnde bi dawî bû. Sedem vî dengî qasekî din, pîreka malê û sê zarok li hemberî zilamê malê bûn. Ode bêdeng bû û zilamê malê dest bi axaftina xwe kir:

-Ez di sêrîyê axaftina xwe de hemd û sena ji Xweda re dikim. Ji ber ku em misilman in lazime em qenc fêm bikin vêna; Çawa rahetî ji ba Allah e. Nexweşî jî, êş û kûl jî ji ba Allah e. Ya girîng ew e kû hem di rahetiyê de hem jî di zahmetiyê de em şikir bikin. Û dîse lazime kû em piştî xebat û xîreta xwe, tewekûl bikin. Lewra rizq ji ba Allah e. Tiştên li ber wî zor û zehmet nînin. Ku bixwazê bi zêdeyî jî karê rizq bidê me û karê bi hindikî jî bidê me. Gotina min ew e kû; hûn Xweda ji bîr nekin. Bila herûher li bîra we bê. Hûn jî dibînin kû ez di êşihim ez nikarim herime baxê xwe. Û tukesî alîkariyê bidê me jî nînin. Heger tiştek ji min werê van gotinê min ji bîr nekin…

Pîştî van gotina zarokê mezin bi dilsafî bi vî awî got

-Yabo, ez û diya xwe emê herine bax, fêkiyan ênine mal.

Dê û bavê vî zarokî keniyan bi vê gotinê. Lewra ne dema fêkiyan bû. Di nav rez de tenê darê zip û ziwa hebûn.

-‘Eferim ji kûrê min re. Xwedê bi sitrênê kûrê min mezin bûye ji me re.

Bi vê henekê şitexaliya li ser nexweşiyê xelas bû. Êdî behsa tiştne dî kirin. Heya dengê azana nîvro. Piştî nimêjê, firavîna xwe xwarin. Car car henek, car car şîret roja xwe qedandin. Êvarî, nexeşiya zilamê mumin zêde dibû. Lewma nikarî bû rakevê êvara.

Heya çil-pêncî rojî êşa evî zilamê mumin kêm nebû heme wisa nexweş bû. Di van çil-pêncî rojî de heval û hogirê wî di hatine serdana wî. Di’a ji hev re dikirin, daxwaziyê hevdû bi qasî îmkana xwe di anîne cî. Lê derdekî zilamê mumin hebû kû ne wî tanî ziman ne jî yekî din. Ev derd jî bêxwedîtiya rezê wî bû. Ji roja nexweş bûna zilamê mumin ve cîranê wî jî nehatibû cem. Ev tu cara gazin ne dikir. Lewra zanîbû bê çawa çe’vsor û xinzîr bû cîranê wî. Çawa ‘eşqê malê dinê bû, cîranê wî. Ev zanînê xwe bi tu kesî re hevpar nekiri bû. Tenê carna di dilê xwe de derbas dikir.

Nexweşiya zilamê mumin hino hino kêm dibû. Êdî karîbû rabê ser xwe bimeşê. Ew çend êvar bû xewa xwe tam sitandibû. Rojekê serê sibehê gote ezê herime nav baxê xwe û xwe amade kir. Piştî amade kirinê derket û dest bi rêya çuyinê kir. Li der û dora xwe temaşe dikir. Birastî jî baş guherîbûn ewqa der. Heyirî mabû lewra wî di go qey vilqa wext derbas ne bûbû. Piştre fikirî kû nexweşiya wî di wextê çandina giya û dara de dest pê kir hetanî wextê derketina fêkiya. Yanî bêhema sê heyva bê heme demsalekê mabû di hindûrê xênî de.

Zilamê mumin, pir meraq dikir baxê xwe. Hêdî hêdî nêzîk bûbû. Dema giha cem baxê xwe nihêrt kû axeke hijk û hola û darne zip û ziwa. Pir heyirî ma bû, lê belê dîsa hemd ji Xwedê re da. Lewra xebat û xîret ne bû, ji xwe wî halo be. Hîna di vê rewşa tevlîhev de cîranê wî hate cem. Merheba da zilamê mumin. Rewşa hev pirsîn. Rewşa zilamê mumin eşkere bû. Lê ne eşkere bû kû çima cîranê wî halo bi kêfe. Adeta devê wî ne digiha hev ji kêfa. Zilamê mumin hinekî texmîn dikir lê dîse meraq dikir. Zanîbû hê wê zû eşkere be sedema vê kefa ne di cî de. Lewma sebra xwe didomand. Piştî tev de li nav baxê zilamê mumin gerîyan pico pico bi ber baxê dî ve diçûn. Gelekî ne dûr bû. Heme qasekî dî gihane baxên cîranê zilamê mumin. Dîse heyirî ma zilamê mumin lewra tu cara ev bax halo şipişîn nedîtibûn. Tiştên zilamê mumin didît ev bûn; du rezên ji tirîyan hebû, dora wan her du reza bi darê xurman sênc kirîbû, di nava wan da jî zevîyên çandinê hebû. Ewan her du rezan jî, wusa fêkî dabûn kû, qe tu tişt ji wan kêm ne mabû, di nava wan da jî çem di herikî.

Zilamê mumin bi van dîtina rehma Xweda anîbû bîra xwe. Ji lew di hizirî û di fikirî nî’metê Xweda. Û anî bîra xwe ku cîranê wî pir xebitî bû. Yanî berdêla xîret û xebata wî Xweda jî ev rez û baxê bi bereket da bûyê. Heta zanîbû kû hinek mal û milkên wî ye din jî hebû. Ji bona van dewlemendiya tu cara hesûdî û zikreşî ne kiribû merivê mumin. Lewra zanîbû yê didê Allah e û yê bi stênê jî Allah e. Hê zilamê mumin di nav van hest û nesta de, heval û cîranî wî xwe da pêş û bi nîqaş wiha got:

“Tu çima bi min re tekoşînê dikî? Bi mal ez ji te bi hêztir im û zarên min jî ji zarên te pirtir in.”

Hem di nava rezê xwe de dimeşî û xwe qure dikir û hem jî bi stemkarî wiha di qêrî:

“Ez tu carî guman nakim ku ev bax û bostan wêran bibin û dawiya wan werê.”

“Ez bawer nakim ku qiyamet jî hebe. Eger ez li Xwedayê xwe bême vegerandin jî, qet gumana min tune ku li wê derê jî ez ê encameke ji vê çêtir bibînim.”

Hevalê wî yê xezan, zilamê mumin jî di nîqaşê de jê re wiha bersiv da :

-“Ma tu çawa wî Xudayê ku ji xwelîyê tu afirandîye, paşê ji dilopek avikê (meniyê) û piştre jî tu xistî zilamekî mukemel, înkar û mandele dike?”

“Tu bawer nakî lê ez bawer dikim ku Allah, Xwedayê min e. Ez tu kesî ji Xwedayê xwe re nakime hevpişk û tu kesî şirîk nakim.”

“Ka qey, çi dibe; gava tu herî nava rezê xwe aha bêjî: “Evna tev hêz û qeweta Allah e. Çiqa hêz û qeweteke mezin e! Hemû hêz û qewet bi Allah in. Hava tu dibînî, ku mal û zarên min ji yên te kêmtir in.”

“Dibe ku Xudayê min hêj ji rezê te çêtir bi min ra qencîyan bike û li ser rezê te da jî ji ezmanan birûsk û aşîtan bişîne. Êdî evan rezê te bibe xweliyekê zip û ziwa”

“Yan jî ava wî bikişe binê zemîn. Êdî tu qe nikaribî li wê avê bigerî û bibînî.”

Piştî van peyvan, zilamê mumin ji cem vî zilamê kafir çû. Berê xwe da rezê xwe û meşî. Dema kete nav rezê xwe bi dengekî bilind wiha got:

“Evna tev hêz û qeweta Allah e. Çiqa hêz û qeweteke mezin e! Hemû hêz û qewet bi Allah in. Hemd û şikir ji Allah re. Ji wî Xaliqê Rehman û Rezzaq re..”

Piştre zilamê mumin di nav rez de hinek karên dereng mayî pêk anî. Û berê xwe vêneqlê da mala xwe. Piştî gihaşte mala xwe tiştên wê rojê qewimîn yek bi yek ji pîreka xwe re hevpar kir. Û tevde bi misilmaniya xwe careke dî şikir kirin.

Piştre ne bi gelekî.

Şev wek berê bû.

Heyv li cî bû.

Dora heyvê bêjimar stêrk xemilî bûn.

Û bê dengiya şevê.

Evna tev wek berê bûn.

Piştî neh-deh sa’eta.

Ku xelk tevde di xwew de,

Fecrê veda.

Mumin tev yek bi yek radibûn,

Kû medh û tesbîhê Xweda bikin.

Rojê hilat.

Û xerabûna bêdangiya sibehê.

Çûk û teyrik.

Av û kêzik.

Û dengê heywanên cûr bi cûr.

Yek bi yek pîrekên mala dest bi karê sibeha kirin.

Zilamê kafir serê sibehê dîse bi ber rezê xwe ve çû.nNêzîkî rez, pêjin û tirseke xerîb di hat zilamê kafir. Heme lezand û qevzên xwe zêde kir. Adeta baz dida nav rezê xwe. Lewra tiştên xwîya dibûn heger rast be heqîqeten buyereke pir mezin qewimî bû. Hino hino nêzîk bû û pêre pêre qelbê wî hê bêtir şikel lê dixist. Heyirî ma bû, tu dibe ji ça’vên xwe bawer ne dikir. Lerizî, hecicî… Ça’vên wî beq bûn, taqeta wî nema kû li ser piya bi sekine. Lewra hemû rezê wî belawela bûbû, qe nikariya tu tiştî bike. Êdî destên xwe da ser hev. Çokên xwe berda ser axê. Û heme girî û girî… Di nava vî girîde ev heqîqet di nihûrand:

“Wax, wezîka min ji Xudayê xwe re, qethiyen tu tiştî ne xistibana şirîk!”

Ji bo wî ji bilî Xwedê destekek nebû ku arî wî bike û wî bi xwe jî nikarîbû xwe rizgar bike”

“Ha di wê dema zor de xwedanî û arîkarî her ên Xwedê ne. Û ew Xweda çi qencîya bikê ya herî çêtir û rind e û encama herî çêtir û rind dide bawermendan.” (Kehf 32-44)

KÛRTASÎ

Ji vê qisse yê du fikrên cuda hatine pêşkêş kirin:

1-) Fikra zilamê mumin. Ku ev zilam xizan û feqîr bû. Ji xeynî rezekî piçûk ji zêr û zibera dinyê de tu tiştî wî nebû. Digel xizaniyê û tevlû zehmetî û nexweşiyê jî Allah ji bîr nedikir.

2-) Fikra zilamê kafir. Digel debar û bereketê tevlû mal û milkê bi zêdeyî jî ew Allah ê  xwediyê her tiştî ji bîr kiribû.

QÛRETIYA KAFIR Û ÎSYAN

Zilamê kafir, bi mal û milkê xwe qure bû û xwe mezin didît. Xaliqê xwe ji bîr kir. Baweriya roja axretê ji bîr kir. Ji lew xwe ji zilamê cîranê xwe mestir dît. Zen dikir kû hem di nav insanan de hem jî li cem Xwedê bi qedirtir e. Dema bi cîranê xwere di axifî wiha got: “Ez bi mal û milk jî bi zariyan jî ji te zexmtir im.” Lewra li gor wî raserî û fezîlet bi mal û milk bû.

Neheqî li xwe kir û kete nav îsyan û kufrê. Zen kir kû bax û rezê wî wê daîmî hebê û tu car jî vejîn û rabûn çênabe roja axretê. Û digot kû heke axret hebe jî Xweda bax û rezine bêhtir mezin wê bidê min. Tenê zen dikir û li gora zena xwe di peyivî zilamê kafir.

TEWRA ZILAMÊ MUMIN

Zilamê mumin, xwe bi werîsê îman û heqîqetê girt. Mal û milkê dinyayê jî ew ne xapand. Û bi vî awayî di qêrî li hember zilamê kafir:

“Ma qey tu înkar dike. Rebbê tu ji axê, piştre ji dilopek avê afirandî?!”

Zilamê mumin, cîranê xwe da’wetî naskirina Xweda dikir. Dixwest ku zilamê kafir fêm bike, lutf û rehma Xweda. Û ne xapê ji zêr û zebera dinyayê. Û zanibê kû roja vejîn û rabûnê, roja dijwar a axretê li benda me tevde ye.

Zilamê mumin di dawî de ew tirsand, da ku fêm bike ev bereketa van bax û reza çêdibe kû rojekê bi qedê. Û dibe ku ev axa şîn û bi giya, rojekê zip û ziwa bibe. Û dîse anî bîra wî ku ev ava di herike, dibe ku rojekê bes bi herikê. An ji ava wî werê çikandin. Ma qey ji bilî Allah kî karê avê bênê.?

ŞÎRET û ÎBRET

*Mal û milk, zêr û zeber, zarok û serwet, ji bona îmtîhanê ye. Ne delîla hez kirina Xweda ye.

*Allah, Rezzaq e ku riziq dide. Wehhab e ku alîkariya bê gerew bexş dike. Xîret û xebata însan tenê wesîte ye, ji bo dest xistina nî’met û rehmeta Allah.

*Mumin ew e ku şîret û tewsiye dike li hevalê xwe, li cîranê xwe. Û mumin ew e ku ji bo xelasiya insanan herûher dixebite.

*Gere menfe’etê fanî û demborî, zêr û zeberê xapînok ê dinyayê mumina ne xepînê.

*Kesên mumin, hem di rihetê de hem jî di zehmetê de Xwedayê xwe jibîr nake. Lewra zanê ku dinya warê fanî û demborî ye, warê zehmetê ye. Rihetî, xweşî li cennetê ye.

 Nivîskar: M.Emin Zeynî
Dema weşandinê ya di Çandnameyê de: 18.12.2015

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Şiroveyek

  1. Güzel bir yazı teşekkürler

Leave a Reply