Tewere

Tewere, rîşaledemar an jî akson (bi îngilîzî: axon) beşekî demarexaneyê yê. Xaneya demar bi şeweyê liqdar e, li gel gellek liqin kurt, bi gelemperî liqek dirêj jî ji parzûna xaneyê ber bi derveyî demarexaneyan dirêj dibe. Ev liqê dirêj wekî tewere tê  navkirin. Ango tewere liqê dirêjtirîn ê demarexaneyê ye ko demareragihandinan vediguhazîne dûrê laşexaneya demarexaneyê.
Anatomiya tewereyê

Bi gelemperî xaneyên demar yek an jî du tewere lixwe digirin, lê hin demarexane bê tewere ne. Wekî mînak di çîna koroyîdî ya çavê mirov de bi navê amacrine hin xaneyên demar hene ko bê tewere ne.

Dirêjiya tewereyê li hin demarexaneyan ji metreyek dirêjtir e.
Tewere pêkhateyek rîşalî ye, lê kotahiya tewereyê liqdar e.
         Tewere ji laşê demarexaneyê dirêj dibe, beşa demarexaneya ko tewere jê derdikeve wekî tûmika (tepik) tewereyê tê navkirin. Herwisa tûmika tewereyê wekî kerta peşîn (seretayî) jî tê navkirin Kartêkir ji hawirdorê bi navbeykariya dendirîtan tên wergirtin û ber bi laşê xaneya demar ve tên şandin. Kartêkir ji laşexaneyê di beşa kerta pêşîn de bi şeweyê erkê kar (bi îngilîzî: action potential) derbasî tewereyê dibe. Kartêkir li ser parzûna laşê xaneyê de erkê kar peyda dike. Laşexane kartêkiran bi şêweyê demareragihandin arasteyê tewereyê dike.
         Tewereyê hin xaneyên demarê bi pêkhateyek çewrî dorpêçî ye. Ev pêkhate wekî bergê maylînî tê navkirin. Bergê maylînî, tewereyan ji hev dadibirrine, herwisa guhaztina erkê kar leztir dike. Ji xeynî xaneyên demarekoendama navendî, bergê maylînî yê tewereyê demarexaneyan ji xaneyên Schwann pêk tê. Lê bergê maylînî yên xaneyên demarekoendama navendî ji xaneyên olîgodendrosît pêk tê. Xaneyên olîgodendrosît xaneyên palpiştin ji bo demarexaneyan.
          Di navbera rêza xaneyên Schwann de, ango di navbera du bergên maylînê de,  hin beşên tewereyê bêmaylînî ye, ev beşên navbera bergê maylînî wekî girêya Ranvier tê navkirin. Kotahiya tewereyê liqdar e, serê van liqan wekî kotahiya tewereyê (bi îngilîzî: axon terminal) an jî demarekotahî bi nav dibe. Erkê kar li demarakotahî de bi dawî dibe, ragîhandin ji tewereyê bi awayekî kîmyayî derbasî xaneyek din dibe. Kotahiyên teweryê bi xaneyên paşgehîn ve raste rast bi temasê de nîn in. Di navbera kotahiya tewereyê û parzûna xaneya paşgehîn de valahî heye. Ev devera ko kotahiya demarexane û xaneya paşgehîn rastê hev tên, wekî gehînkeya demarî an jî gehînke (bi îngilîzî:synapse) tê navkirin.
Erkê Tewereyê
 
          Tewere erkê guhaztina demareragihandin pêk tînê, ji laşêxaneyê ber bi dûrê demarexaneye. Kartêkirên ji hawirdorê hatine girtin, bi şeweyê demareragihandin, bi rêya tewereyê, tên veguhaztin bo xaneyek din. Dibe ko ev xaneya din xaneyek demar, xaneyek masûlke an jî xaneyek rijênê be. Li tewereyê demareregîhandin bi şeweyê erkê kar dirûst dibe. Li tewereyê erkê kar bi çalakiya elektrîkî pêk tê. Erkê kar di parzûna tewereyê de li beşên girêyên Ranvier de bi alûgorkirina îyonên sodyum(Na+) û potasyumê( K+) çê dibe. Heke ji ber darbeyek, ziyan bigehîje tewereyê û tewere birîndar bibe, xaneyên Schwann palpişta tewereyê dikin û cihê ziyangirtî baş dikin.
           Hin caran koendama bergiriya mirov li dij bergê maylînî ya tewereyê bergirî dabîn dike. Ji koendama bergiriya van mîrovan wetrê, bergê maylînê ne beşek ji laşê mirov e, loma divê were tunekirin. Bi taybetî xaneyên T yên lîmfê, êrîşê bergê maylînî ya xaneyên demarekoendama navendî dike. Ji ber têkşikestina bergê maylînî, demareragihandin têk diçe an jî pir hêdî tê guhaztin. Hin caran dibe ko ne tenê bergê maylînî, lê tevahiya demarexaneyê jî bimre. Ev rewş dibe sedema reqbûna gellek demarxaneyan, loma navê nexweşiyê fire reqbûna demarerîşal e (bi îngilîzî:multiple sclerosis (MS))
biyolojiyabikurdi.blogspot.com

Derbar ziman

Check Also

Derbirîna Gen

Pêvajoya çêbûna ARN an jî proteîn ji zanyariyên li ser beşek ADN-yê de kodkirî wekî derbirîna …

Leave a Reply