Li Kurdistanê Sîstema Medreseyan û Gûherandina Wan

Di vê kevneşopiya medreseyan de her tim medreseyên Kurdistanê xwedî cihekî girîng in. Di van medreseyan de perwerdeya akademîk di warên wek tefsîr, hedîs, fiqh, bijîjkî, dîrok, stêrnasî, edebiyat, matematîk û rêziman dihat dayîn. Bi belavbûna mîstîsîzmê di medreseyên kurdî de, di şaxên wekî Felsefeyê û Kelamê de jî dest bi perwerdeyê kirin. Sûfîzm û bi taybetî jî Neqşîbendîtî di medreseyên Kurdistanê de cih girt û belav bû, ku di dawiya sedsala 18an de geş bû. Yek ji sedemên sereke yên vê yekê jî ew e ku Xalidî Bexdadî, ku xeleka bîst û nehemîn a silsileya sâdât yê Nakşiyan e, ango “Zincîra Mamosteyan” e, bi eslê xwe kurdekî Şehrezorê bû. (Ya Kurdistana Iraqê, ku niha bi navê Silêmanî tê naskirin).

Ji destpêka damezrandina medreseyên Kurdistanê heta niha ji xwendekarên medreseyan re feqî tê gotin. Ev nav di eslê xwe de ji bo kesê ku di medreseyan de pisporê mijarên fiqhê bû û bi pirsgirêkên fiqhê yên ku gelên herêmê pê re rû bi rû dimînin re mijûl dibûn. Bi demê re di medreseyê de ji hemû xwendekarên mezin û biçûk re ev nav dihate gotin. Ji ber ku zarokê ku çend hefte li medreseyê mabû jî, di demên pêş de ji aliyê herkesê derdora wî ve feqî dihate gotin.

Di perwerdehiya medreseyê de li şûna ders derbaskirinê, pergala temamkirina pirtûkê hebû. Di medreseyan de hawîrdora perwerdeyê ji bo feqîyan rehet bû. Feqî bi pergala dawîkirina pirtûkê re tevî seydayê xwe yê rêber, hejmara pirtûkên ku wê di wê salê de bixwîne diyar dikirin û ji hêla seydayan ve zordayîna hejmara qedandina pirtûkan tûnebû.

Di medreseyê de awayê perwerdehiyê yek bi yek bû. Seda yekbiyek feqîyan ders distandin û derbase feqîyekî din dibû. Hem agahdarî digirt û hem jî têra xwe bala mamosteyê xwe digirt. Dersên rojane bi cûreyek formula ‘Kirinê’ dihatin meşandin. Ango: Feqî ancax piştî ku ew dersa ku roja berê ji seydayê xwe girtibû baş fêm kiriba an jî ezber bikira û pêşkêşî xoceyê xwe kiribe, dikaribû derbasî mijareke din bibe. Ji ber ku Seyda bêyî têgihiştin û ezberkirina mijarê, derseke din hînî feqîye nedikir.

Feqî dersa ku di nava rojê de hîn dibû, ji xoceyên ku di pirtûkên pêşketî de bûn, dixwend û ders heta roja din pêşkêşî wî dikir bi xebatên xwe temam dikir û bi vî awayî diçû dersa xwe ya hînbûyî an jî ezber dida. Bi rastî ev yek nîşan dide ku di medreseyê de, bi taybetî di pergala qedandina pirtûkan çiqas girîng e. Emsile, Bîna, Maksud û Îzzî, ku di nav pirtûkên girîng ên sarf û nahîvê de bûn, dê ji aliyê hemû feqiyên medreseyên kurdî ve bihatana ezberkirin. Dibe ku sedema ku girîngî dihate dayîna ezberê, mejiyê feqîyan hîn zêde vedikir û tûj dikir û bibîranîna metnên din ên ku pê re rû bi rû dimînin misoger dike be.

Feqî, li ber seydayê xwe bi kemalî edeb li çokan rûdinişt û ji seyda ders digirt, li ser dersê rûdinişt. Dema ku demek dirêj di vê pozîsyonê de rûdiniştin, dê lingên xwe bêhêz bimana an jî biêşîya. Ji bo ku vê êş biqedîne û bêhna lingan sivik bike, diçû baxçeyê medreseyê û dest bi meşê dikir. Ji bo ku meşê de demê winda neke, dersa ku di vê meşê de nû girtibû dixwend an jî ezber dikir.

Seyda yek ji kesên herî bi qîmet bû. Seyda hema bavê manewî û jîrekî civaka ku tê de jiyabû. Seyda alimekî herî payebilind e ku şûna şêx an şêxê ku medrese damezrand an jî beriya wî girtiye. Di her warê pisporiyê de yê herî pêş da bû. Lê bi taybetî di medreseyên gundan de cihê wan hîn cûda bû. Li gorî mezinahiya medreseyê û kapasîteya feqiyan, hejmara seydayan ji yekî zêdetir dibû. Qada peywira seydayan ne tenê bi medresê bûn, qada ku ew ji mijaran re mijûl dibûn gelekî zêde bûn. Her wiha her cure nakokî û dozên ku di nav dikandar, gundî, bazirgan, cîran, jin û mêran de, bi kurtî di nav gel de derdiket holê, bi çareser dikirin û erka sazkirina aşitî û peymanê di navbera civatê de jî digirtin ser milê xwe.

Li gundan hewcedariyên medreseya gundî û dewlemendên dorûdoran diezimandin. Gel zekat û sedeqeyên xwe hersal dianîn didan medreseyan û zarokên xwe jî bi salan dişandin wan medreseyan. Li wan medreseyan gelek alimên mezin derketin û ji bo gelê kurd xebitîn.

Kesên ku di medreseyan de dixwandin tenê medreseyekê de nediman diçûn çend medreseyan û bajar bajar di nav medreseyan de ber seydayên cûda ders digirtîn. Li cûdahiya vê sîstemê jî ji bo pêşketineke baş bû.

Heta demeke dirêj medreseyên Kurdîstanê bê alternatîf ji bo perwerdeyê bi serî xwe tevdigerîyan lê di serî sedsala 20an şûnda êdî dibîstanê modern jî ketin nav bajaran û medrese nav gundan de man.

Di naveroka dersan da jî xwe nikaribûn nû bikirina bi sîstemeke kevin xwestin xebatên xwe bidomînin lê ev rewşa jî balkişandina medreseyan kêmkir. Heta em kanin bibêjin serî sedsala 20an de gelek hêjayê alimên kurd wek Seîd Nursî jî bal dikşîne vê meseleyê lê tu çareserî çênabe. Paşê avakirina komara cumhurîyetê medrese tên qedexekirin hêza medreseyan jî kêm dibe.

Dema ku em têdane careke din, ji nû va medrese bala gel dikşînin û medrese her bajarê Kurdan êdî zêde dibin. Her bajar û bajarokên kurdan di bin bandora şêxên ku medreseyên xwe hene de vedibine. Feqîyên k udi va medreseyan de dimînin him di derva de dibîstana îmam xetîbê dixwînin hîm jî medreseyên bi razane dimînin. Qedandinê şûnda jî yan dibin xoceyê mizgeftan/waîz/mifti an jî di medreseyan de dimînin û dibin Seyda.

Firat Bawerî

Derbar Çand Name

Check Also

Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min …

Leave a Reply