Lêkolîna zanistî: Dema ku zarok li ser ekranê derbas dike, bandorê mejiyê zarok dike

Emerîkê de derket holê ku cîhazên wekî tablet û telefonên baqil ku dêûbavên wan ji bo bala zarokan bikşînin didin dest, bandorek neyînî li pêşkeftina mêjî dikin.

Di lêkolîna ku li Illinois hat kirin de, zarokên ku 15 deqeyan ekranê dinêrin li gor ên ku 60 hûrdemî  bi cîhazan re derbas dikin, xwedî fonksiyonên mêjî çalaktir û saxlemtir in. .

Hat diyarkirin ku hafize, biryargirtin, piralîkarî û baldariya zarokên ku kêm li ekranê dinêrin ji zarokên ku pir zêdetir wextê xwe li ber ekranê derbas dikin gelek çêtir e. Di lêkolîna ku li Zanîngeha Illinois Urbana-Champaign hat kirin de, dane û rewşa tenduristiyê ya 356 zarokan hat lêkolînkirin.

Pisporan destnîşan kirin ku zarokên ku zêdetir wextê xwe li ber ekranê derbas dikin de pirsgirêkên hafizeyê hene û wiha got: “Zarokên ku li derve dilîzin an jî pêlîstokên kevneşopî dilîzin di mejiyê wan de gera xwînê bilindtir e û ji ber vê yekê girêdana noyron xurtir dibe. Ji ber vê sedemê mejiyê van zarokan hêsantir pêş dikeve.” Zanyar difikirin ku rûniştina li ber ekranê mejî çalak nake û kortika mejî qels dike, ku ramana rexneyî û têkiliyên sedem-encamê saz dike.

Li gorî daneyên fermî dema ku zarokên li DYA’yê 2,5 saetan li ber televîzyon, iPad, telefona destan an lîstika kompîturê derbas dikin, li Îngilîstanê ev rêje di navbera 3-4 salî de dibe 3 saetan.

 

Derbar Çand Name

Check Also

Hûn Di Şêwaza Zarokên Xwe De Ne – Mem Çavreş

Zarokê we di hînbûnê de  û  tevgerê de li we dinêre; hûn şêwaza wî ne . …

Leave a Reply