Kurmê Hesretê

Ez û tu, sêveke di ortê de hatibû parçekirin;
na bitûnê min ji xwe razî ye, ne jî tûmîyê te ser hev dimîne.
Kurmê hesretê di navbera min û te de diçe û tê,
dojeheke din dibihûne,
rêyeke din vedike,
alemeke din diafirîne.
Em hîç nebûn.
Em tim di bin şaleyên xelkê de dihatin pelçiqandin.
Em tim di bin baranên xerîb de şil dibûn.
Em bi neynûkên biyanî bi canê xwe diketin.
Gor bi gor ber bi hevdu dibûn,
komkujî bi komkujî ji hevdu dûr diketin.

Di destên min de tizbîya koçberan
ku dapîra min bi qermîçok û qelîştokên xwe,
bi hêsir û xwêdanên xwe,
bi kêmasî û feqirîya xwe,
bi rabirdû û dahatûya xwe hûnandibû,
mîna miradeke,
mîna mîrazeke,
mîna wesîyeteke.

Kurmê hesretê di mêjûyê min de,
di dilê min de,
di bin lingên min de diliviya û digeriya.
Xwîna min dikeliya.
Min nedikarî xwe bigirim,
min nedizanî ji kurmê hesretê re lîbasekî bidûrim,
min nedizanî bi kurmê hesretê re biaxivim.
Wehdetûl Wucûd û Wehdetûl Nemewcûd eynî bû li ba min, ji bo min.
Yanî ne Muhîyeddîn Arabî bi zimanê kurmê hesretê dizanî ne jî Frîedrîch Nîetzsche xebera kûrmê hesretê dida.
Ne Muhîyeddîn Arabî kurmê min aş dikir ne jî Frîedrîch Nîetzche hesretê min dikewand.
Ne di wucûda Arabî de şûna min hebû ne jî di hîçbûna Nîetzche de tebatiya min dihat.
Ez di behreke mewcûd de bi keştîyeke nîhîlîst diçûm.

Hey kurmê hesretê!
Guh bide min.
Gava ku min di kaniya te yî şîn de av vexwar,
hingê ez ji evîna xwe dûr ketim,
ji wê veqetîyam.
Di dilê xwe de bûm payîzeke bêpayîzok,
bûm çavderekî qederreş,
bûm revokekî bêkar,
bûm pirsgirêkeke xelet,
bûm bîrkanîyeke xedar.
Ez bûm ax û evîna min bû asîman;
ne kefena min hebû ne jî meya evîna min.
Di hucreya ûmrê xwe de dibûm xwelîyeke berbayî,
dibûm sozeke bêxwedî,
dibûm çirûskeke bêkes,
dibûm avzêmeke nixûmî.

Kurmê hesretê ketiye canê min, ruhê min dikeritîne.
Xwîna min hîn zelal dibe.
Xwîna min ji dinê re heram e, ji exretê re helal e.
Xwîna min li dinyayê nayê.
Mensûr bi Xelaca xwe bi xwîna min dikeve,
berbayî dibe xwîna min,
ûciz û erzan dibe canê min,
com dibe ruhê min.

Kanîya Şîn ji min dûr e û Behra Reş nêzîkî min e.
Mîna bibêjî ku ez hîç/qet zarok nebûm,
hîç zarokên min nebûn,
min hîç zarok nasnekirin.
Mîna bibêjî ku min ronahiya îdên/cejnên berê hîç nedîtîye,
ronahîya îdên berê hîç hembêz nekiriye,
ronahiya îdên berê hîç negirtiye.
Mîna bibêjî ku min destên kal û pîrên xwe hîç ranamûsîne,
destên kal û pîrên xwe hîç nedaye eniya xwe,
destên kal û pîrên xwe hîç neguviştîye.

Kurmê hesretê şîrî ketibû cana min,
niha jî ez pîrbûm û em bûn hevalên hevdu,
sirdaşên hevdu,
destbirakên hevdu.
Ji vê şûnde ne ez dikarim dest ji kurmê hesretê berdim
ne jî ew dikare di yekî din de bijî
ku di navbera min û yên din de ne pirek hebû ne jî tayek.

Her ku şev dibe kurmê hesretê bi pirsên bêbersiv
holika evîna min hildiweşine û mala mirina min çê dike
ku min bi dilê Muhîyeddîn Arabî holika evînê,
bi aqilê Nîetzsche mala mirina xwe ava kiribû.
Ji mêj ve…

Faîk Ocal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply