Welî Sebrî: ”Bi Kurdekî ra ku ez bi zimanê kurdî neaxifim ji wî tekilîyê tu sûdê nabînim.”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Welî Sebrî  ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Welî Sebrî  – Bersîv:1- Di sala 1956an da li bajarê Mûşê, Qeza Gimgimê (Varto), gundê Kovikê ji dayîka xwe bûme. Di sala 1966an da li Gimgimê erd hejîya. Wek îro li ber çavên min e. Di mêrgê da li ber berxan bûm. Di wê rojê da kevir li ser keviran nema.

Edo Dêran, di helbestek xwe da wiha dibêje;

Kara kuru kirli ellerimle bile bile

Gece demeden gündüz demeden

Beni kara topraklara gömdükleri gün

Arkamdan bakıpta uzun uzun

Delîlooo delîlo lo lo deme

Ve de gözlerim dolar, bir çığlık gelir taaa Vartodan

Der ki axa me ji we ra namîne

Der ki axa ma şima ra nemeneno

Sedemê vê helbestê Faruk Sukanê Tirk bi xwe ye. Hatîye Gimgimê. Şîn û girî bi Kurdî ye. Jê fahm nake û dibêje: “Gökkube altında hayvani sesler işitiyorum, nereden geliyor bu uluma ve havlamalar…”

Ez ê vegerim bersiva pirsê. Piştî erdheja Gimgimê çûm “Tatvan Yatılı Bölge okulu” li wê derê min dibistana ewilîn pola 4-5an xwend û derbasî dibistana navendî bûm. Piştî vê xwendinê jî min li Mersînê dest bi dibistana mamostetîyê kir û 1974-75an da qedend. Nêzikî 12 salan min mamostetî kir. Ji ber karê sîyasî ceza li min hatibû birîn, derketim dervayî welêt û bûm penaber. 12 salan min nekarî berî xwe bidim welêt û herim. Min hesret û hêvîya xwe di dilê xwe da veşart û mezin kir. Welhasil pir û hindik çîrok ev e.

Ev çîrok çîroka me tevan e û yê dizane ji xwe dizane. Li Holandayê jî min 17 salan mamostetî kir. Welhasil, ez ê bibêjim çîrok dirêj e û biqedînim.

 

Yar û Mirad – 1 - Welî Sebrî - PirtukakurdiLokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Welî Sebrî  – Bersîv:2- Wek mamoste li gundekî Rihayê bûm. Sal 1975an bû.

Min lambe vêdixist û di ronahîya wê da roman li ser romanan dixwend. Bilî guhdarîkirina radyo û xwendinê wekî din jî tu tiştekî tunebû. Ha! Yek jî teyba min û hespê cîranê min bû.

Di şevê da piştî xwendina romanekê, du romanan min çavên xwe dida hev. Gundê ku lê bûm 70ê km dûrê bajar bû û di mehê da carek min berê xwe dida bajar. Îmkana hatin û çûyînê nebû. Ji min ra mabû yek xwendin û min jî ji xwe ra dixwend û dixwend. Hewes bû min helbest jî dinivisî.

Ez ê werim çîroka Holandayê.

Li Holandayê min du cilt roman bi zimanê tirkî nivisî. Mixabin heta meriv xwe nas dike emrekî derbes dike. Ez van herdu romanên ku min bi zimanê Tirkî nivisîne wek qilêra destan dibînim û bi nav dikim.

Niha min destên xwe şûştîye û pêsîra xwe jî jê xilas kiriye û bextewar im. Ew jî ji bo xatirê xatiran bû min rabû xeletîyekê wisa kir. Ez ê werim ser nivîsa kurdîya kurmancî.

Li ser înternetê malpera rizgarîyê û beşa gengeşîyê  hebû.

Rojekê rabûm min bi zimanê kurdî/kurmanî çîroka Reşo û Rewşê nivîsî. Çend hevokên stûxwar bûn.

Hinek kesan ji ber nivisê tinaz û henekên xwe bi min kir. Li ser wê nivîsê niha jî ez bi xwe dikenim.

15an sal berê û bi vê karê romanê min dest bi nivîsa kurdî/kurmancî kir. Bi nivîsa du romanan hem hînî nivîsê bûm û hem jî min karê romanê şopand.

Karê ku min daye ber xwe rêzeroman e. Yar û Mirad I (Mirin xweş e bi mêr û mêrxasîyê) çap bû. Yar û Mirad II ( Mirineke bi şeref çetir e, ji jîyaneke bêşeref) li çapxanê ye. Yar û Mirad III jî li ber destê min e…

Bir yazı görseli olabilir

Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Welî Sebrî  – Bersîv:3- Ji vê pirsê ra hem dilê merîyan dizare û hem jî gotinên merîyan ji xwe fedî dikin. Di karê romana IIyan da qaşo dostekî min hebû û min wer zanî. Lê zirzop derket. Rabû got: “Pêwistîya tu qehremanî bi romana te nîne.” Wek çawa tu yekî bidî ber kêrê û laşê wî perçe perçe bikî, êş da min, lê çi êş çi êş! Qaşo sîyasî ye. Qaşo dost e. Qaşo zana ye.

Roman IIan li ser Xalid Begê Cibrî ye. Ger ku min bi zimanê tirkî binivisanda çi dibû?

Xalid Begê Cibrî, ku ji gora xwe rabibûya, wê tife wecê min bikira. Çima?

Xalid Beg, di girtîgeha Bedlîsê da ye. Şêxek tê serlêdanîya wî. Walîyê Bedlîsê Kazim Dêrik e û bi eslê xwe jî ji Balqanan e.

Dibêje: “Ger ku hûn di navbeyna xwe da bi zimanê osmanîyan biaxifin û li gel we jî leşkerekî hebe li gor pêvajoyê hûn dikarin hev bibînin…”

Xalid Beg, vayê dibîhîze û di dayîna bersivê da wiha dibêje: “Bi Kurdekî ra ku ez bi zimanê kurdî neaxifim ji wê tekilîyê tu mefayê nabînim. Ji Şêx ra silavên min bibêjin û hevdîtina me heta vir bû.”

Walî dibîne Xalid Beg, ji sekna xwe de tawîz nade rê dide Şêx û dibêje fermo, tu û Xalid Beg.

Şêx, li Xalid Beg vedigere û dibêje:

“Sîyaseta Kurdî ji agir îşlig e her kî ku li xwe bike tê da dişewite. Tu were dev ji vê sîyasetê berde!…” û dirêj û dirêj dibêje.

Xalid Beg, dibersivîne û jê ra dibêje:

“Şex! Ketime behreke bêbinî, na keşt e û ne ne jî gemî. Çûyîna vê rê heye lê jê veger nîne…”

Şêx, radibe û dibêje:

“Min dersa xwe girt û bila Xwedê te xilas ke!”

Xalid Beg, lê vedigerîne û dibêje:

“Tu ne ji bo min, lê tu dua bike bila Xwedê Kurdan xilas bike. Ev rê rêya Yar û Miradê ye.” Rêze roman navê xwe ji gotina Xalid Begê werdigire. Meriv bi destê xwe mezela xwe nakole. Li Diyarbekirê Yar û Mirad I 15-16 heb hatîye firotin. Ew jî min ji nas û dost, heval û hogirên xwe ra gotîye herin li pirtûka Kurdî com heye û bi dest bixînin.

Yê min hizr û raman e. Ji zimanê xwe hez dikim û şîretên Xalid Begê jî rê nîşanê min dide, bextewar im. Bersiva vê pirsê kûr e. Min jî bi vî rengî da. Gelek û gelekî nivîskaran di dawîya emrê xwe da gotîye ez jî Kurd im. Dewleta merîyan ku nebe hale merîyan jî ev e.

 

Lokman Polat – Pirs : 4 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Welî Sebrî  – Bersîv:4 – Rast e, Wêjeya Kurdî ya devkî pir û pir zengîn e. Em vîya di dengbêjîya Kurdî da, di çîrok meselokên xwe da dibînin, lê mixabin nivîs ne tê da. Ziman bi çar xalên xwe ziman e.

Em ji du xalan bêparin: Xwendin û nivîs. Dimîne sedî 50 û ew jî axaftin û guhdarî kirine. Rewşa van herdu xalan jî ne bi dil e. Ev kar û bar jî maye li ser rewşenbîran. Di vir da ez Dr. Fuad bibîr tînim û yad dikim. Ji ber ku ew wîjdana rewşenbîrên Kurd e. Di rêzeromanê da, di Yar û Mirad 3yan da bi berfirehî ez qala wî dikim, qala wî û Bavê Tûjo. Mixabin li welatê min sîyaseta malxirab rê li ber rewşenbîran jî girtîye û hêvîyê nade.

 

Lokman Polat – Pirs : 5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Welî Sebrî – Besîv:5 – Di edebîyatê da dayîka hemû beşan roman e. Helbest koka xwe ji dîrokê digire û gelekî minak hene û em dikarin bidin. Lewma jî em dikarin bibêjin ku li welatê me her kes xwe wek helbestvan dibîne û helbestan dinivise. Wek çawa Mehmet Akar dibêje, çîroknivîs sûda xwe ji wêjeya devkî digirin. Pêwistîya vî miletî bi hemû şaxên edebîyatê heye. Şano, sînema, destan, çîrok, kilam, bale û hwd.

 

Lokman Polat – Pirs : 6 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Welî Sebrî  – Bersîv:6 – 

Dema tu rewşa me û welatê ku pêşveçûyî bidî ber hev tu êş û elemên ku di vî warî da hene zêdetir dibînî. Li welatê me niviskar hemû barê heye dide ser milê xwe û berê xwe dide kaş û kendalan.

Gotinek pêşîyan e: Berê xwe nede kaşan û nebîne xewnê şaşan. Nivîskar hem diafirîne, hem dixwîne û serast dike, hem rexne li xwe digire û hem jî pêwistî ku hebe bi kesan ra jî dixwîne… Xanimeka dostê min ji mala Silêmanê Ehmed li benda zivistanê ye. Xwedê ku bibêje erê, ez ê beşa Silêmanê Ehmed ji wê ra bixwînim. Min soz daye.

Li welatê pêşveçûyî ne wisa ye her kes karê xwe dike. Rexnegirî jî bi zehmetî ye. Bitaybetî ez di warê romanê da dibêjim. Di romana min a ewil da herkes rexnegir bû. Çima te qala xulam û xizmetkarên Silêmanê Ehmed nekirîye û te berê wî ji bo alif daye tewle û kadînê û hwd. Ez qala rewşa welat dikim û ew jî bi çavekî din li meselê dinêre.

Wek M. Akar çawa dibêje:” Divê di navbera rexnegir û nivîskaran de pêwendiyeke xurt pêk bê. Nivîskar ji rexnegir sûd bigirin û xwe sererast bikin. Bêguman ku karî rexnegir çiqas bi zehmet be, ewqas jî karekî hêja ye. Divê rexnegir wêjeya kurdî baş bişopîne…”

 

Lokman Polat – Pirs : 7 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te?  Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

Welî Sebrî  – Bersîv:7- Di derbarê Yar û Miradê Iê da te nirxand, dûr û dirêj li ser rawestîyayî û te gotinên xwe kir. Gelo bes bû? Tu ji min bipirsî ez dibêjim, na.

 

Lokman Polat – Pirs : 8 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye?  

Welî Sebrî  – Bersîv:8 – 

Rexnegirî li ser afirandina berheman rê digire. Bi romanekê tu nikarî di derbarê romana Kurdî da bibî rexnegir. Çiqas zêde be ewqas pêşva diçî û rastê xeta xwe tê. Rexnegirî girêdayîyê dewlemendîya romanan e. Çiqas zêde bibînî û bixwînî ewqas jî dibî şarezayê vî karî. Dikarî xwe ji subjektivîzmê xilas bikî.

 

Lokman Polat – Pirs : 9 – Mijara berhemên te bi giranî liser çine?

Welî Sebrî  – Bersîv:9-  Ji rêzeromanê du heb çap bûn û sê jî li ber destê min e.  Mijara rêzeromanê li ser lehengên salên 20an e. Roman ji sala 1916an dest pê dike. “Zo” çûne û dor hatîye Lo’yan. Gotinek me Kurdan heye, dema meriv çû ser meyîtê xelkê ji mirîyê xwe ra digîre. 1916an tehcîra me Kurdan e. Ezîz Yamulkî di bîranînên xwe da qala 800.000 kurdî dike. Di rêya muhacirîyê da helak bûne. Gelo ma îcarê îcab nake meriv bike babet û li ser romanê binivisîne? Ji pirtûka yekem haya te heye. Di ya dudiyan da min berê xwe daye Gimgimê û li pey Xalid Begê Cibrî ketime û…

 

Lokman Polat – Pirs : 10 – Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî? 

Welî Sebrî  – Bersîv:10Heke ku bi dest bixînim, dixwînim, lê ew jî pir caran bi pirsgirêk e. Derfet û îmkanên min nine. Min yek pirtûkek ji Tirkîyeyê xwest 70 Ewro bû. Li welatê ku lê me tenê dikarim berê xwe bidim Komkara Denhagê û deyn bigirim.

 

Lokman Polat – Pirs : 11 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî? 

Welî Sebrî  – Bersîv:11- Ji Baba Tahîrê Hamedanî bigire heta îro helbesta Kurdî heye. Divê rexnegir jî hebin, lê… Çima bi ya standardê cîhanî nîne ew jî pirs e. Ji bo romanê meriv dikare fahm bike. Bi Erebê Şemo dest pê dike û nezikî sed salî ye. Xulamê ku şaştîyên min bibêje ne xulam, lê axayê min e. Rê li ber min vedike û ronahîyê dide mejîyê min. Ji rexnegiran aciz nînim, lê divê di vî warî da şareza be.

 

Lokman Polat – Pirs : 12 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin.  Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

Welî Sebrî  – Bersîv:12- Rexnekirin ku bi stîlek mefadar be jê aciz nabim, lê dema ku tawanbar be, rê li ber te bigire ne rexne ye. Hinek kes hene bi vî rengî li afirandina te mêze dikin. Êşdar e û qebûl nakim. Wek mînak min dabû. Roman li ser kalikê wî ye û radibe dibêje: “Pêwistîya tu qehremanî bi romana te nîne” De were vî kerî ji vî bihurî ra derbas bike. Di derbaskirinê da jî dîn nebe.

 

Lokman Polat – Pirs : 13 – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be? 

Welî Sebrî  – Bersîv:13- Bi rêz û hezkirinek divê tekildar bin. Herdu alî jî di xizmeta miletê xwe da wek nefer in.

Karên herdu alîyan hem cuda ye û hem jî bi hev ra ye. Hevdu temam dikin.

 

Lokman Polat – Pirs : 14 – Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye?  Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

 Welî Sebrî  – Bersîv:14 – 

Bi têra xwe, reng bi reng roman, çîrok, destan hebe û xwendina wê jî ku hebe rexne jî heye. Li welatê min edebîyata niviskî, xwendina wê kerr û lal e. Nivis jixwe kêm e û meriv rabe pêşî li ber niviskar bibire, tê da tahmê nahêle. Divê zimanê rexnê sivik be û niviskarê berhemdaran neêşîne.

 

Lokman Polat – Pirs : 15 – Çawa ku di berhemên edebîyata  cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jî hebe.

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di  berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî? 

Welî Sebrî  – Bersîv:15 – Ev babet jî girêdayîyê naveroka romanê ye. Di her romanî da tu nikarî erotîzmê bi kar bînî. Ger ku qehremanên te kesên dîrokî û nas bin tu nikarî gavên xwe berfireh bavêjî, herî û werî. Nabe tu hizr û ramanê wan, daw û doza wan bidî alikî û berê xwe bidî erotîzmê û qalê bikî. Di romanên xiyalî da pêkan e û divê hebe jî. Tu dema guh didî Şakiro tu dibînî di kilamê da dev kirîye xal û xirtên wê bejnziravê û dest daye ser memikên wê û pê şaye…Ma kî guhdarî nekirîye, heyran? Şerm jî nîne. Li min xweş hat û min carek nivisî: Helbesta herî xweş ya ku rêzikên wê li ser memikên te dilberê hatîye nivîsandin, ew e. Min dan ber topê ka kî negot eyb û şerm e, nebêjim!?

 

Lokman Polat – Pirs : 16 – Di hinek romanên  min de û di hinek romanên  Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min  bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî? 

Welî Sebrî  – Bersîv:16 – Pir zêde rastî berhemên van nivîskaran nehatime û min nexwendîye. Nikarim tiştekî bibêjim.

 

Lokman Polat – Pirs : 17 – Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

Welî Sebrî  – Bersîv:17-

Divê meriv ji lêkolîneran bipirse. Di vî warî da ez nikarim tiştekî bibêjim.

 

Lokman Polat – Pirs : 18 – Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na? 

Welî Sebrî  – Bersîv:18 – Min rêzeromana xwe li ser rastîyê xiyal kirîye û nivisî ye. Tê da çiqas rastî hebe ewqas jî xem û xiyal hene.

 

Lokman Polat – Pirs : 19 – Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye? 

Welî Sebrî  – Bersîv:19 – 

Xeyalên merîyan bi zimanê merivan ra girêdayîye. Ziman ku dewlemend be, nivîskar dikare xiyalan bixemilîne, rê li ber xwe vebike û hespê xwe dibezîne.

 

Lokman Polat – Pirs : 20 – Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe.  Ji bo wê jî mijar hewce dike.  Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in,  hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çîne? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

Welî Sebrî  – Bersîv:20 – 

Di karê romana Yar û Mirad IIan da qaşo hevalekî min hebû. Gotina wî bû kêr û li pişta min ket: “Pêwistîya qehremanan bi romana te nîne”

Dîrok hişê netewan e. Netewên ku hişê xwe wenda bikin gêj in, gêj nikarin rê bigirin, hêvîyê bidin û pêşerojê ava bikin.

Pêwistî bi romanên dîrokî heye. Helbet, roman babeta xwe ji her rengê jîyanê digire. Lê ez Romana Kurdî di ware dîrokê da kêm dibînim. Bila li welatê te ewqas mêr û mêrxas hebin, lê bila li ser wan jî roman tunebin. Valahîyeke pir mezin e.

 

Lokman Polat – Pirs : 21 – Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. 

Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike. 

Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî? 

 

Welî Sebrî  – Bersîv:21- 

Ciyê ku zimanê merîyan li ber mirinê be, meriv nikare pirs bike û bibêje gelo romana Romana Kurdî heye yan tuneye? Mala wan kesên ku dinivisînin ava.

 

Lokman Polat – Pirs : 22 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Welî Sebrî  – Bersîv:22 – 

Min ji Ereb Şemo, Hecîyê Cindî, Wezîrê Eşo xwendîye û tahm jê girtîye. Min du romanên Ikram Oğuz xwend. Ji M. Uzun romanek xwend. Nikarim bibêjim min bi têra xwe xwendîye.

 

Lokman Polat – Pirs : 23 – Te qet pirtûkên min xwendiye?

Welî Sebrî  – Bersîv:23 – Na! Mixabin min nexwendîye. Ne ku min nexwastîye, lê min bi dest nexistîye ku ez ê bikarim bixwînim. Ya ku te li ser Katibê Şêx Saîd Fehmî Bilal (Fîlozof) nivisîye bala min dikişine û dixwazim bixwînim. Mesele ewe ku bikaribim bi dest bixînim.

 

Lokman Polat – Pirs : 24 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Welî Sebrî  – Bersîv:24 – Yar û Mirad rêzeroman e. Ya du li çapxanê ye. Ya sisiyan li ber destên min e.

 

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

Welî Sebrî  – Bersîv.25 – Ez jî spas dikim ku cenabê te derfetek wisa da min. Ji te ra serkeftinê dixwazim, rêz û silav.

 

TÊBINÎ: Mimkune ku bi teferuat min bersiva pirsan nedabe. Rêz û silav.

Welî Sebrî  – 20.11.2022

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply