Bavo hê zivistan maye

Wexta berê, mirovekî pir dewlemend hebîye. Wext axlêve bîye, radibe diçe qişlê/zozana mêzeke ji bo pezê xwe bibe qişlê. Bala xwe didê lê dinêhêre, bilbilek ser hêlîna xwe sekinîye diwîtîne “Wîte wîta” wî ye.

Camêr dibê “êdi bahar e, ya herî baş ez herim pezê xwe bibime qişlê.” Ev camêra radibe berê xwe dide gundê xwe, bermalîya xwe re dibêje: “ Jinik, êdî bihar e ez ê pêz bibime qişlê.”

Radibe şivanê xwe û pezê xwe dide pêşya xwe berê xwe dide qişlê. Qişlê çendekî dimîne lê dinêhêre bû tîpî, bahoz û bagerekî ecêb.

Pezê wî tevahî gişkî qir dibe…

Camêr bi pir halekî perîşan û bi xemgînî berê xwe dide hêlîna bilbilê.

Bala xwe dide çi bibîne bilbil hişk bûye. Hinkî li ser bilbilê da mijûl dibe. Serê xwe radike berê xwe dide hêlîna bilbilê.

Dibê: “Hey bilbila wîtanî! Te mala xwe xirab kir, konê min jî pêra danî. Bavo hê zivistan maye. Nexapin.”

M. Emin Can
Çandname

Derbar M.Emin Can

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply