Gênco Temaşe Bike

GÊNCO – 2017 (Ali Kemal Çınar)

Ali Kemal Çınar li Amedê hate dinyayê. Di sala 2004’an de kurtefîlmê xwe yê yekemîn kişand. Bi tevahî derhêneriya deh kurtefîlman kir û sinaryoyên wan nivîsand. Di 2013’an de yekemîn filmê xwe yê metrajdirêj ( Kurtefîlm/Kisa Film) ku di bin bandora tecrubeyên kurte fîlmên wî de mabû, kişand. Filmê Veşartî ku di 2015’an de kişand, di Festivala !f İstanbul ya 15. de xelata Fîlmê Herî Baş û di beşa SIYAD’ê de dîsa xelata Fîlmê Herî Baş stand. Heman fîlmî di 28. Festîvala Queer ya Hamburg’ê de Xelata Juri wergirt. Di 2017’an de bi navê Gênco fîlmê xwe yê metrajdirêj yê sêyemîn kişand û di 28.Festîvala Fîlman ya Navnetewî ya Ankara de xelata Fîlmê Herî Baş bi dest xist. Di sala 2018’an de bi fîlmê Di Navberê De/Arada ji Pêşbirka Netewî ya 2018’an Xelata Jurî ya Taybet û ji 5.Festivala Duhok’ê ya Navnetewî ya Fîlman xelata FIPRESCI stand. Ali Kemal Çinar hê jî li Amedê dijî û fîlman dikişîne.

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Tûkes min his dike? – Kurtefîlm

Fîlmê ‘Tûkes min his dike/Anybody Hear Me?’ fîlmekî li ser zaravayê kirmanckî yê kurdî ye …

Leave a Reply