Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya 158an derket pêşberî xwînerên xwe. Di vê jimarê de Mustafa Kılıçaslan gotara Dr. Karlênê Çaçan ya bi zimanê Ermenî ku di rezêkitêba Welat û Gelên Rojhilata Nêz û Navîn, cildê 8an de cih girtiye, wergerandiye Kurmancî. Murad Celalî nivîsa xwe ya bi navê “Gera
Dîrektor Elî beg ya li Kurdistan û Bexdayê” li ser vê gerê ava kiriye. Felat Dilgeş di nivîsa “Bavo Çûye Dignûgê!” de bi zimanekî zelal û herikbar, behsa malbata xwe, bi taybetî jî behsa wefata bavê xwe, sêwîbûna xwe û birayên xwe kiriye. Yûnis Amedî di nivîsa “Ji Gencîneya Kurdî Çendîn Bêje” de ji devera Erxeniyê hinek peyvên herêmî dane.
Her wiha di vê jimarê de du hevpeyvîn hene. Di şi’ra modern ya Kurdî de Rojen Barnas tesîrek wî ya zêde heye li ser gelek kesan. Nêzî 60 sal in şi’rên Rojen Barnas ji gelek kesan re bûne îlham.
Heta niha gelek kesan xwestiye pê re hevpeyvînekê bikin, wî nexwestiye. Abdullah İncekan ev tişt pêk anî. Di vê
jimarê de em hevpeyvîna wî digel çend resmên wî yên neweşiyayî didin. Hevpeyvîna din, nivîskarê heja Dr. Ömer Uluçay, bi nivîskarekî din ê hêja Receb Dildar re çêkiriye.
M. Zana Karak di vê jimarê de helbesteke Şêx Mistefayê Abirî parve dike. Mela Mistefa di sedsala 19em de hatiye dinyayê, di sala 1915an de jî wefat kiriye.
Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe Ali Karadeniz, Ebru Yılmaz, Sabri Akbel, Osman Aytar, Ömer Faruk Feyat, Rahmetullah Karakaya, Wehab Mistefazade, Evdî Hesqera-Sadiqê Goçanî, Mutî û Receb Dildar cih girtine.
Helbestkarên vê jimarê jî ev in: Rojen Barnas, Hafizê Şîrazî, M. Zahir Ertekin, Telet Tahîr, Kevok Mizgîn, Perwîz Cîhanî, Mela Muhemmed Gulnar, Ahmed Arif, Sîpanî, Merve Şivan, Xecê Rêdûr, Evdilxaliqê Îsa, Xortê Nazik û Bamed Serdar.
Naveroka kovara 158an de ev nivîs hene:
Süleyman Çevik/Ji Edîtor
Karlênê Çaçanî/Rola Ronakbîrên Ermen di Pêşvebirina Çanda Kurdî de (Amadekar: Mustafa Kılıcaslan)
Rojen Barnas/Piştrastî
Murad Celalî/Gera Dîrektor Elî Begê ya li Kurdistan û Bexdayê
Rojen Barnas/“Min welatê xwe bi çandeya wî ya devkî û nivîskî bi xwe re aniye!” (Hevpeyvîn: Abdullah İncekan)
Hafizê Şîrazî/Binal bilbil (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar)
Felat Dilgeş/Bavo Çûye Dignûgê!
M. Zahir Ertekin/Pirs û Bersiv
Yûnis Amedî/Ji Gencîneya Kurdî Çendîn Bêje
Telet Tahîr/Du helbest (Ji Soranî: Rêbîn Mihemed)
M. Zana Karak/Helbestkarekî Qadirî: Şêx Mistefayê Abirî (w. 1915)
Kevok Mizgîn/Bayê Legê
Perwîz Cîhanî/Befir Barî
Îbrahîm Seydo Aydogan/Celadet Bedirxan û Hawar: Di wêjeya Kurdî de nûkirina ceşnên wêjeyî – 2
Ali Karadeniz (Berhevkar)/Mesela Zilamê Qesîs
Mela Muhemmed Gulnar/Mersiya Seydayê Mela Mûsayê Celalî
Ebru Yılmaz/Paşeroja Nivîseke Kurdî
Ahmed Arif/W’ez Bigorî (Wergera ji Tirkî: Talat İnanç)
Sabri Akbel/Xelîlê Kirho
Dr. Ömer Uluçay/Hevpeyvîneke “Şikestî”
Sîpanî/Egît
Osman Aytar/Hêsirên Evînên Şikestî…
Merve Şivan/Dûrê Deryayan Pêl Hene
Ömer Faruk Feyat/Kilama Metran Îsa
Rahmetullah Karakaya/Av Zelal Bû
Xecê Rêdûr/Bûka Berfê
Wehab Mistefazade/Mustexdem
Evdilxaliqê Îsa/Fediya Kîlîto
Evdî Hesqera-Sadiqê Goçanî/Kilama Osmanê Xanê: Lo Seyado
Xortê Nazik/Seyda
Bamed Serdar/Bayekî Medî
Mutî/Xirnik
Receb Dildar/Helbestê Got: Li Min Binêre
Nûbiharê cihê xwe yê nû vekir!
Ji bo têkiliyê:
www.nubihar.com
info@nubihar.com
Beşekî ji nivîsa edîtorê kovarê Suleyman Çevik;
“Li ser zêdebûna mesrefên me dixwazim dusê gotinan bikim: Van roj û demên dawîn ji bo me
weşangeran demên herî xirab in. Jixwe rewşa weşanên Kurdî berê jî baş nebû, li hemberî perê biyanî
bêqîmetbûna perê Tirkî mesrefên me du qat zêde kirine. Ji destê me were, emê pirtûkên Kurdî yan bê
pere, yan jî bi pereyek kêm bidin xwendevanan. Mixabin tiştek weha mumkun nîne; îcar di rewşek
weha de em mecbûr in li gor piyasê tev bigerin, bihayê kovar û pirtûkan zêde bikin”