Karîbelg

Hîn tişt hene qet bîra meriva naçin, mora xwe li jiyana meriva dixin, tu çend mekteba bixwînî, çend zanîngehan kuta bikî, çend welata bigerî,çend xelata bigrî û çend eşqa bijî lê dawiya dawî da stûyê te li ser wî gundê te yê piçûk da xwar e. Tu li xeribiyê dijî lê çavên te qal, qirşê devê newalê ye, rihê te li tevî keriya pezê berpalê ye, lingekî te li mala apê yek li mala xalê ye.

Biharên welatê me wek mîhrîcanan derbas dibûn, pel pincarên çiya, sipingên zeviya, gûlika li quntara belekiyên bilindciya, zîlimzera devê cihoka, pîçokê nava çayîra, gizêrê erdê qirac û hezar – hezar pincar û nebatên din li Serheda rengîn hevra serê xwe bilind dikirin rûberê erdê şên dikirin.

Textê Qereyaziyê cîhê mexelê birê pezê col celeba ye,taybetî jî  Textê Gola wek cineteke derewîn e cîhê zozana ye, dema bihara tu diçî Textê Qereyaziyê te wetrê tu xewnê da yî, loma dengbêjên Serhedî yên navdar wek Evdalê Zeynikê, Şakiro, Reso û yên din teva di stranên xwe da qala Textê Qereyaziyê kirine.

Avê belekiyên berfê û avên cew kaniya dikevin nava hev, çemê avê wisa dilezînin wek bûkên tezesiyarkirî berva malxê xwe dimeşin, meriva dûrîva kubariya wan av delava têrnabe.                                    

Li kêleka wan av, delava gelek pincar hene tên xwarinê lê pincarek hebû tu kesek newêribû berva wê here navê wê Karîbelg bû. Kerîbelk gorî salê û zozanan tê guherandinê carna meha Gulanê da derdikeve carna jî Hezîranê da derdikeve.

Karîbelg di nava hezaran pincaran da bala meriva dikşîne ser xwe, wek wan keçikên bedew di dewetan da dêrê sor li ser bejna xwe da berdidan  bala meriva dikşandin ser xwe lê edetên dinê nedihîştin tu  bervê herî.  Karîbelg jî wisa bû, me tenê dûrîva bedewiya wê temaşe dikir.                               

Kola wê dişibe kola Kartola lê pelgê wê dişibin pelgê tirşo, tirşo nerm e ew parîkî hişk e.                                   

Bav kalê me digotin dûrî Karîbelgê herin wê neqetînin, ew pincareke bêwayîk e (bêoxir e) kî pelgeke Karîbelgê biqetîne tiştek tê serê kes û karên wan, li mal da meriv dimirin an jî tiştên xirab diqewimin, dema me Karîbelgê û xweşikbûna wê dinihêrî sawekî li me digirt, me têra dilê xwe wê pincara bedew e delmesor temaşe nedikir ew wisa tirsandibûn.                           

                                      

Êdî bav û kala ev tercûba an jî ceribandina ku anibûn nizanim lê tişta ku ez dizanim ew pincareke here xas e, meriva xweşikbûna wê têr nedibû,ez hê jî ji wê û bedewiya wê têrnebûme.

Lê heke ez ji xwe mukur bêm, min gelek caran destê xwe didan ser pelgê wê, min gelek caran ew edetan pêpes kirine, ez pelgê wê şa bûme, pelgê wê mîna sûretê yareke ji te dûr, min çend caran jî ew qetand, ez zarekî nehs bûm tu cîhekî da nedisitirîm.                                                                                   

Lê niha ez diponijim, dibêjim gelo Karîbelg qedexe bû loma wisa kubar û xweşik xuya dikir?

Yucel Aslan

Derbar Çand Name

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply