Daring/Madde

Daring, yek ji têgehên ji bo fêmkirina binyata xwezayê hatiye bi kar anîn. Dema ku mirov li ser xwezayê fikirîne û xwestine têbigihêjin, wê demê binavkirinê dest pê kirine. Di nav demê de enerjî, dem û feza jî li van zêde bûne.

Madde ve Özellikleri - Bilgeyik

Gelek mirovan raveyên cuda cuda ji bo daringan kirine. Mînak li gorî Talesî (BZ 625-545) binyada hemû daringan av e, li gorî Anaksîmenesî (BZ 610-540) bingeha hemû daringan hewa ye, li gorî Anaksîmenderî (BZ 610-540) jî binyada hemû daringan xwezaya bêdawî ye. Pîsagorî (BZ 580- 504) hemû daringan bi hejmaran ve girê dide û dibêje rayeka/koka hemû rastiyan hejmar in, li gorî Heraklîtosî (BZ 540-480) dibêje: “Em hem dikevine heman çemê, hem nakevinê; hem em in, hem ne em in” jî bingeha daringan, enerjiya ku dibe sedema lipitîna bêdawiyê, agir e. Ev di warê felsefeyê de bi van rengan cih digire û hê jî raveyên cuda tên kirin.

Madde Nedir? Neyden ve Nasıl Oluşur? - Demagojist

Lê ji mijara felsefeyê zêdetir em ê li ser mijara daringan a zanistî (fîzîkî, kimyewî) bisekinin.

Hemû tiştên ku xwedî gumlat, qebare û bêçalkiyê ne wek daring tên bi nav kirin. Ew tiştên em li derdora xwe dibînin wek av, ax, hewa, hesin, pembû û hwd. hemû daring in.

Daring li gorî rewşa xwe ya fîzîkî li ser sê cureyên klasîk wek solîd, şile û gaz tên kom kirin. Ji bilî van rewşên klasîk rewşên wek şilekrîstal, amorf solîd, super herikbar, plazma û hwd. hene. Bi kurtasî zanista rojevî, daringan di bin 16 rewşên cuda de kom dike.

Madde Nedir? Ortak ve Ayırt Edici Özellikleri Nelerdir? | Bilgihanem

Daring di rewşa solîd de bi dûzentirîn in, xwedî şekil û qebare ne. Mînak: kevir, hesin, mase, ar û hwd. Di rewşa şile de jî xwedî qebare ne lê ne xwedî şekileke diyar in. Mînak: av, petrol, Civa, xwîn û hwd. Di rewşa gaz de jî ne xwedî şekil ne jî xwedî qebareke diyar in. Qebareyê wan li gorî cihê tê de ne diguhere. Mînak: Oksîjen, dû, hewa, Helyûm û hwd. Dema li fezayê lêkolîn hatine kirin, hatiye dîtin ku daringên di bin van koman de nayên senifandin hene, wek mînak tav/roj, vî jî wekî plazma bi nav kirine, ji ber ku her çi qas tav ji gazên wekî Hîdrojen, Helyûm, Oksîjen û hwd. pêk hatibe jî ev gaz di wir de, ne wek gazên di atmosferê de ne û di rewşeke îyonbarî de ne.

7.Sınıf Maddenin Tanecikli Yapısı Konu Anlatımı - fenbilim.net

Rewşa plazmayê jî bi kurtasî wiha tê rave kirin: Daringekê di rewşa gazê de zêdetir bê germ kirin îyonîze dibe, elektronekê ji bin bandora dendikê rizgar dibe û serbixwe mayîna wê şekileke nû dide daringê. Wê demê ji atomê elektronekê kêm bûye û atom pozîtîfbar bûye. Ev wiha didome û wek ewrên îyonî derdikevin holê; lê hin atomên nêtar rewşa xwe diparêzin di nav de. Ji vê rewşa îyon, elektron û atomên nêtar bi hev re plazma tê gotin.

Ji ber ku guherînên di rewşên fîzîkî de binyada daringan naguherîne, daring li gorî mercên hawirdorê (germahî, pesto) fazên xwe diguherînin. Ev di fîzîkê de wek derbasbûna fazan cih digire. Mînak, av di mercên xwezayî (0C 1atm) de şile ye, lê ku germahî kete bin 0c’yê av diqerise û dibe cemed an bibêjin êdî ne şile ye, solîd e; an jî av di 100C’yê de dikele dema germahî derkete ser 100C’yê av dikele û şoran jê derdikeve, ew şoran jî gaz e. Hemû daringên din jî li gorî germahî û pestoyê faz diguherînin, wek çawa ku hesin li cîhanê solîd e, lê li tavê gaz û îyon e.

 

Senifandina Daringan

Daring di nav xwe de wek daringên xwerû û têkel dibin du beş. Daringên xwerû element û pêkhatî ne. Têkel jî du beş in: têkelên homojen û heterojen.

Daringên ku ji heman cure atoman pêk tên element in. Perçikên elementan a piçûktirîn atom e û bi tu aweyên fîzîkî an jî kimyewî nayên dêrandin. Îro 117 cure element bên zanîn jî, ji wan tenê 92 cure di sirûştê de hene.

Maddenin Halleri Nelerdir? - Bilgi-Belge - Öğretmenler Haber Sitesi

Element jî li gorî taybetiyên xwe yên kimyewî dibin sê cure: 1) Metal, 2) Ametal, 3) Hîmîgaz

Metal, rewteka elektrîkê û germahiyê derbas dikin û bi gelemperî solîd in (Civa ne tê de). Mînak: Hesin(Fe), Sodyûm(Na), Kalsiyûm(Ca), Potasyûm(K) û hwd.

Ametal, rewteka elektrîkê û germahiyê derbas nakin. Şikanbar in û di pêkhatiyên xwe de hem nirxikên pozîtîf (+) hem jî yên negatîf (-) hildidin. Mînak: Hîdrojen (H), Azot (N), Îyot (I) û hwd.

Hîmîgaz, di bertekên kimyewî de cih nagrin û li ser binyadeke biqirar in. Mînak: Helyûm (He), Argon (Ar), Radon (Rn), Neon (Ne) û hwd.

Pêkhatî

Bertekên kimyewî ya ji yekî zêdetir elementên li gorî payeyeke diyar bi hev re dikin, pêkhatî derdikevin holê. Perçikên piçûktirînên pêkhatiyê molekul in. Radeya helîn, kelîn û siftiya wan diyar e. Bi rêyên kimyewî tên dêrandin. Mînak: av (H2O), xwê (NaCl), Karbondîoksît (CO2)…

Têkel

Ji yekî zêdetir daringên tenê bi guhertina taybetiyên xwe yên fîzîkî tên bal hev û pêk tên. Bi rêyên fîzîkî ji hev tên dêrandin û radeya helîn û kelîna wan ne diyar e.

Têkelên Heterojen: Di her qadên xwe de heman taybetiyan nadin xuyan û di lênêrînê de wek yek daring nayên xuyan. Mînak: Xwelî, mij, av û rûn, dew û hwd.

Têkelên Homojen: Di her qadên xwe de xwediyê heman taybetiyan in. Di lênêrînê de wek yek daring xuya dikin. Mînak: Şorav, şerbet, hewa, pola.

 

*Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê – Îsmetullah Ozdag 

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 4an (2011)


ÇAVKANÎ:

www.physicsworld.com

www.chemistry.about.com

 

FERHENGOK

Gumlat: Mêjera daringan a ku naguhere, bi kîlogramê/kg tê pîvandin.

Qebare: Cihê daringekê ku di fezayê de digire, bi metrekupê/m3 tê pîvandin.

Siftî(tîrî): Gumlata yekê qebareyê ye. (kg/m3)

Pesto: Hêza ku dikeve ser yekê rûbarê, yekeyê wê Pascal/P e.

Bêçalakî: Daringeke sekan dixwaze sekanbariya xwe, yekê livdar jî dix-waze livdariya xwe bidomîne. Di fîzîkê de ji vê re bêçalakî/înertîa tê gotin.

Derbar Çand Name

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply