Kaosa Tertoqî

Kaos rût e, bibîne
Li rewşa xwe meyzêne
Çawa jiyaneke tertoqî8 dijî
Li her tiştî diterpilê û tu dikevê
Dikevê binpiya, bin zemînê, binê dojehê
Pora te spî bûye,
Çermê te reş
Ev çend sale ku te nanê tenûrê nexwariye gelo?
Ev tev kaos te diçilmisênê
An rastiyên jiyana ku nehatiye jiyîn
Ez deqerû me
Bêperde dibejim rastiyê
Bêparzûn direşênim azadiye
Hetîketî nîne ji bo dîna
Ji min re behna sîr û pîvazê wek misk û enberê ye
Ev civakên nexweş
Ev kesayetiyên nexweş
Ji kaosê dizin, ji kaosê diwelidin
Ji can û bedenê xwîn û avik diherikê
Ey mirovên pozbilind
Ji bîr neke ku tu ji dilopek avikî

Bêne bîra xwe
Wan laşên li kolanan bêxwedî mayî
Laşên tazî
Ku kuçikan ji goştê van têr dixwar
Pîsîkan ji xwîna wan divexwart
Û hestû li erdê diman
Lê nedihiştin ku zar li ser dayika xwe bigirî
Dayika xwe veşêrê nav axê
Dîsa bênê bîra xwe
Ji bo behnpênekevê bê çawa dayika zarokên xwe
Di cemedankan de dihilandin
Lê nedihiştin ku dayik zarê xwe veşêrê nav axê
Şiyar bibe
Deyl li dora xwe bike
Sterka azadiye geş bike
Ji bêdengîya te diranê min diarê

De bixwûn
Bixwûn heta zike we bibe bermîl
Bixwûn heta hûn bibaecin, heta hûn bifetisin
Hemû xwarinên xweş bixwûn
Bixwûn, jehrê bixwûn, ziqûmê bixwûn
Heta hûn dikarin bixwûn
Cîranên we berbê ji bîrçîbûna bimrê
Ji wer xem nîne
Hûn bixwûn
Dagirin wan kîsa
Wan telîsa
Wan çiwala
Heta hûn dikarin dagirin
Bidewsênin, bizepirênin
Heta çavên we têr bibin
Cîranê we berbê xîzan be
Hûn pera bidin hev
Heta hûn bi wan bicehemin

Hûn pirtûkên pîroz binpê dikin
Gotinên Xweda binpê dikin
Parezgehên dînî dihilweşînin
Natirsin ji Xwedê
Li ser navê Xwedê, mala Xwedê xeradikin
Û hûn dibejin em rizgarger in
Em bendeyên Xweda yên rastî ne
Em hevalbendê Xweda ne
Em li ser rêça Xweda ne
Xweda em ji bo ku we rizgar bikin şiyandiye
Li ser navê Xweda derûyan dikin
Nexape ha, nexape ti carî
Ew dijminên Xweda yên eşkere ne
Wan nas bike
Xwe biparezê ji wan mêjiyên qirej

Adar 2018, Êlîh

Dilazad A.R.T

dilazadart@gmail.com

About Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye. Filmografî Dokumenter 1- Dom – Şêwirmend 2- Bûkên Sûri – Senaryo 3- Fotograf – Senaryo, Derhenêr Kurtefilm 1- Hêvî – Senaryo, Derhenêr 2- Yanlış Bilgi – Senaryo, Derhenêr 3- Mîras – Senaryo, Derhenêr Wekî dî di saziyên sivîl yên civakî de aktîv dixebitê. Saziyên Sivîl yen Civakî 1- Mezopotamya Sanat Derneği – Pêşewa (Serok) 2- NuspekDer – Endamê Reveberiye 3- Piling Spor Kulubü – Endamê Reveberiye 4- Mezopotamya Barış Akademisi – Pêşewa (Serok) 5- Mezopotamya Kültürel Miras Araştırmaları – Pêşewa (Serok) Heta niha 55 pirtûk weşandine. (31ê Kanuna 2024) BERHEMÊN KURDÎ 1- Destana Evînê, 2010, 2- Ramanên Azad, 2010, 3- Tûrik, 2011, 4- Winda, 2012, 5- Lêkolînên Kurdî I, 2013, 6- Lêkolînên Kurdî II, 2013, 7- Tûrikê Çîrokan, 2015, 8- Çanda Xwarinê, 2016, 9- Lêkolînên Kurdî III, 2017, 10- Helbestên Binbêjingê, 2017, 11- Bexçê Çîrokan, 2017, 12- Çîrokên Şevên Direj, 2017, 13- Demsala Pirpirînkên Azadiyê, 2017, 14- Sînemaya Cîhanê, 2017, 15- Sînemaya Kurdî, 2017, 16- Kaos 2.0, 2018, 17- Destpêk û Dîroka Sînemayê, 2018, 18- Kurdîpedîa, 2019, 19- Lêkolînên Folklorê I, 2019, 20- Lêkolînên Folklorê II, 2019, 21- Lêkolînên Folklorê III, 2020, 22- Tenê Guhdariya Bêdengiyê Dikim, 2020, 23- Dengvedana Derengmayî, 2021, 24- Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî, 2022, 25- Reşbelek, 2023, 26- Felsefe Şoreşa Hiş û Rêya Rastiye, 2024 Berhemên Ku Wergerandine Kurdî 1- Rîsala Aborîye, 2010, 2- Wateyên 12 Suretên Qur’an a Pîroz, 2011. PIRTÛKÊN TIRKÎ 1- Nûpelda, 2001, II. Baskı 2012, 2- Taşa Yazı Yazmak, 2010, 3- Kurşunlar Yürek Ağlattı, 2011, 4- Yolcu, 2011, 5- ġagird, 2012, 6- Başkaldırı Şiirleri, 2012, 7- Dijle‟nin Çocukları, 2012, 8- 35 Bomba Roboskî, 2012, 9- Dom Kayıp Kavim, 2017, 10- Üçüncü Cephe, 2017, 11- Kürt Sendromu, 2017, 12- Komist, 2017, 13- Şemamok Kokusu, 2017, 14- Corduene Tabletleri, 2018, 15- Papyrus, 2018, 16- Karantina Günlerinde, 2020, 17- Yeni Bir Bakış Açısı İnşa Etmek, 2020, 18- Vahşi Toplumlar, 2021, 19- Sosyolojik Analizler, Ekim 2021, 20- Sosyolojik Analizler II, Kasım 2021, 21- Sosyolojik Analizler III, Aralık 2021, 22- Peripatetik Retorika, Ocak 2022, 23- Tabula Rasa, Şubat 2022, 24- Aile Olabilmek, Mart 2022, 25- Eğitim Üzerine Araştırmalar, Ocak 2023, 26- Apologia, Mayıs 2023, 27- Mimesis, Haziran 2023.

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *